Sbs Kurdish - Sbs Kurdî
Dadgeh 3 polîsên di doza kuştina Elçî de beraet dike
- Autor: Vários
- Narrador: Vários
- Editor: Podcast
- Duración: 0:13:06
- Mas informaciones
Informações:
Sinopsis
Di rûniştina 10mîn ya doza kuştina Tahîr Elçî de biryar hat dayîn ku polîsên dihatin darizandin bêtawan in. Parêzeran biryar protesto kirin û ji dadgehê derketin derve. Serokê Berê yê Baroya Diyarbekir Tahîr Elçî di 2015an de li ber Minareya Çarling di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Doza kuştina Elçî piştî 5 salan, di sala 2020an de dest pê kir, 3 polîs û 2 endamên PKKê dihatin darizandin û paşê doza endamên PKKê hat cudakirin. Dadgehê biryara beraeta polîsan da, dozger gotibû, ne diyar e ku gulleya li Tahîr Elçî ketî ji ku derê hatiye. Zêdetir derbarê mijarê di rapora Hatice Kamer ji Amedê heye.