Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 149:50:02
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Nûçeyên roja Înî 23 04 2026

    23/04/2026 Duración: 11min

    Di vê bûletene de: DYA, Arjentîna û Cezayîr di nav welatên ku sotemeniyê didin Australya ... Serokwezîrê Lubnanê piştî kuştina rojnamevana Lubnanî Amal Xelîl Îsraîlê bi tawanên şer tawanbar dike... Û di golfê de, Şampiyona Australî Hannah Green bi yekemîn pêşbirka golf ya jinan a salê re rû bi rû dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Trajîdiya Xezalê - Pêşmergeya li ber deriyê nexweşxaneyê can da

    23/04/2026 Duración: 07min

    Xezal pêşmergeyek gênc bû, piştî ku Komara Îslamî ya Îranê ew li Herêma Kurdistanê bi firokên bê firokvan birîndar kir. Ew ji ber birînên giran hate veguhestin bo bajarê Silêmaniyê. Lê nexweşxaneyê Xezal Mewlan wernegirt. Piştre, ew hat veguhestin bo nexweşxaneyeke din, lê li wir ji ber birîna dijwar jiyana xwe ji dest da. Dermannekirina wê di nexweşxaneyê de gelek hereş e û rexne çê kir. Çima nexweşxaneyan ew wernegirtin? Herweha di raporê de hat gotin ku, piştî ku YNK û PDK li hev nekirin, gelek kes li Herêma Kurdistanê behsa birêvebirina du îdareyan dikin: yek li Hewlêr û yek li Silêmanî.

  • Free RSV vaccinations for older Australians - Vaksînlêdanên RSV yên belaş ji bo Australiyên temenmezin

    23/04/2026 Duración: 08min

    The Federal Government has announced free R-S-V vaccinations for older Australians, in a push to better protect those most at risk from the potentially deadly respiratory virus. The $445 million dollar investment means Australians aged 75 and over - and Aboriginal and Torres Strait Islander people aged 60 and over - will be able to access the immunisation for free from mid May, saving them as much as $300 dollars per vaccination. - Hukûmeta Federal derzîlêdanên belaş ên Respiratory Syncytial Virus R-S-V ku vîroseke bandorê li pişikan dike ji bo Australiyên temenmezin ragihand, da ku kesên ku herî zêde di mertisiyê de ne ji vîrosa kujer biparêzin. Veberhênana 445 milyon dolarî tê vê wateyê ku Australiyên ji 75 salî mezintir- û xelkê Aborjinî û Giravên Torres Strait ên 60 salî û mezintir - dê ji nîvê Gulanê û pê ve bikaribin belaş bigihîjin vaksînlêdanê.

  • Nûçeyên roja Çarşemê 22/04/2026

    22/04/2026 Duración: 05min

    Di vê bûletenê de: Donald Trump agirbesta Îranê dirêj dike ji ber ku alozî û gefên petrolê zêde dibin... Hukûmeta federal ji bo şîrketên Australya bêtir dabînkirina mazotê peyda dike, û di werzîşê de, Formula 1 siberoja motora xwe ji nû ve dinirxîne, bi veguheztina ber bi hêza hîbrîd û şewitandinê ve. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Doza Gulîstanê fireh dibe: Kurê walî û bavê wî jî di nav tawanbaran de

    22/04/2026 Duración: 09min

    Lêpirsîna li ser wundakirina keça Kurd Gulîstan Doku hefteyek e didome. Kurê walîyê berê yê Dersîmê (Tuncelî) Mustafa Tuncel Sonel bi kuştina Gulîstanê tê tawanbarkirin û hate girtin. Bavê wî yê walî jî ji tarîkirina delîlan, bikaranîna erka dewletê tê tawanbarkirin. Walî Sonel, sê rojan berê li bajarê Elezîzê, bi nasnameyyeke sexte hate girtin. Lêpirsîna wî li bajarê Erzîromê destpêkir û roja Sêşemê (21/04/2026) ew dersixstin pêş dozger bi dexwaza girtinê. Heta niha 15 kes di vê lêpirsînê hatine girtin.

  • Yazidi New Year celebrated with joy and tradition in Coffs Harbour - Sersala Êzîdiyan bi kêf û kevneşopiyê li Coffs Harbour hate pîrozkirin

    19/04/2026 Duración: 06min

    Salwa Bashar is a member of the Yazidi community in Coffs Harbour. We spoke to her about the Yazidi New Year celebrations. She explains that it is a joyful and meaningful celebration. Families prepare special food at home, including sweets like pastries and traditional dishes, and they gather to eat together around midday. Later in the day, the community comes together for celebrations with music, dancing, and social activities. A key symbol of the celebration is boiled and decorated eggs. - Selwa Beşar endama civaka Êzîdiyan li Coffs Harbour e. Em bi wê re li ser pîrozbahiyên Sersala Êzîdiyan axivîn. Ew vedibêje ku ev pîrozbahiyeke kêfxweşî û watedar e. Malbat li mal xwarinên taybetî amade dikin, di nav de şîrîniyên wekî kulîçe û xwarinên kevneşopî, û ew li dora nîvro dicivin da ku bi hev re bixwin. Piştî nîvro, civak ji bo pîrozbahiyan bi muzîk, dîlan û çalakiyên civakî dicive. Semboleke sereke ya pîrozbahiyê hêkên kelandî û xemilandî ne.

  • Nûçeyên roja Înî 17 04 2026

    17/04/2026 Duración: 04min

    Di bûletena îro de: Donald Trump ji lêçûnên parastinê yên Australyayê û rola wê li Girava Hormuzê 'ne razî' ye... Serokê opozîsyonê dibêje Serokwezîr têra xwe nekiriye sewqiyatên sotemeniyê yên zêde misoger bike, ew nûçe û nûçeyên din di bûlatenê de hene.

  • Nuçeyên roja Pêncşemê 16 04 2026

    16/04/2026 Duración: 12min

    Di vê bûletene de… Agirekî mezin ji bo sînordarkirina hilberîna sotemeniyê li yek ji du cihên neftê yên dawîn li Australya… Wîlayet û herêm parastina xwe ji bo sotemeniyê li hember krîza dabînkirina pêşbaziyê dikin... Û di futbolê de, FIFA israr dike ku Îran îsal di kûpaya cîhanê de bilîze, tevî ku bi welatê mêvandar re di şer de ye. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Tirkiyê–Îsraîl: Têkiliyên dîplomatîk bi sedema şerê Xezeyê têk diçin

    16/04/2026 Duración: 09min

    Aloziyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi giranî ji ber piştgiriya xurt a Tirkiyê ji bo Filistînê û dijberiya li hember çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê li Xezeyê, ku piştî 7ê Cotmeha 2023an bi tundî zêde bûn. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi tundî rexne li Îsraîlê girt, ku ev yek bû sedema têkçûna têkiliyên dîplomatîk û Tirkiyê Îsraîlê bi sûcên şer tawanbar dkie. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Hatice Kamer ji Amedê hene.

  • Nûçeyên roja Çarşemê 15/04/2026

    15/04/2026 Duración: 04min

    Di vê bûletenê de: Donald Trump ji rojnamevanan re dibêje ew dirêjkirina agirbesta bi Îranê re nafikire... Wezîrê Karên Navxweyî pêşniyara siyaseta koçberiyê ya kwalisyonê rexne dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Yazidi New Year celebrated in Toowoomba and around the world - Li Toowoomba û li seranserê cîhanê Sersala Êzîdiyan tê pîrozkirin

    15/04/2026 Duración: 04min

    The first Wednesday of April is considered the most important holiday among the Yazidis and is commonly referred to as the Yazidi New Year. This event is celebrated every year on the first Wednesday of April, according to the old (eastern) calendar. The Yazidi community in Toowoomba, Queensland is celebrating this important day, with musician Simo Shengaly joining in with his songs. - Çarşema yekem di nav Êzîdiyan de wekî cejna herî girîng tê zanîn û bi gelemperî wekî Sersala Êzîdiyan tê hesibandin. Ev cejn her sal di Çarşema yekem a Nîsanê de, li gorî salnameya kevin (rojhilat), tê pîrozkirin. Civaka Êzîdî li Toowoomba, Queensland vê roja girîng pîroz dike, muzîkjen Sîmo bi stranên xwe têde beşdar dibe.

  • Yazidi New Year celebrated worldwide, including in Wagga Wagga - Sersala Êzîdiyan li cîhanê tê pîrozkirin – Wagga Wagga jî di nav de

    15/04/2026 Duración: 09min

    The first Wednesday in April is regarded as the most important festival for Yazidis and is widely considered the Yazidi New Year. It is celebrated each year on the first Wednesday of April according to the old (Eastern) calendar and symbolises the renewal of life and nature. The Yazidi community in Wagga Wagga is marking this important occasion, with musician Khairi Shengali actively participating in the event and performing voluntarily. - Cejina Çarşema Nîsanê di nav Êzîdiyan de wek cejna herî girîng tê zanîn û bi gelemperî wek Sersala Êzdiyan tê hesibandin. Ev cejna her sal di yekemîn Çarşema meha Nîsanê de, li gorî salnameya kevn (Rojhilatî), tê pîrozkirin û nîşana nûbûna jiyanê, xwezayê û cîhanê ye. Li bajarokê Wagga Wagga, hunermend Xeyrî Şinglalî yek ji wan kesan e ku bi awayekî çalak beşdarî vê cejnê dibe û stranan bêje.

  • Hilbijartina serokatiyê li Iraqê yekîtiya siyasî ya Kurdî qels dike

    15/04/2026 Duración: 06min

    Hilbijartina Nizar Amêdî wek serokê Îraqê nîşan dide ku di navbera Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) de dijberî berdewam e. Her çende ku serokatî bi gelemperî diçe siyasetmedarekî Kurd jî, nakokiyên di navbera van her du partiyan de aloziyeke siyasî çêkir. Ev dijberî bandorê li biryardanê û yekîtîya di navbera Herêmê û Iraqê de bi tevahî dike. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Nûçeyên roja Înî 10 04 2026

    10/04/2026 Duración: 06min

    Di vê bûletene de: Rêberên Australya û Singapûrê li ser ewlehiya sotemeniyê nîqaşê dikin... Serokwezîrê Îsraîlê dibêje Îsraîl dê çalakiyên leşkerî li Lubnanê bidomîne... Û di tenîs de, Alex de Minaur derbasî çaryekfînala Monte Carlo Masters dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Nuçeyên roja Pêncşemê 09 04 2026

    09/04/2026 Duración: 09min

    Di vê bûletene de: Piştî êrîşên kujer ên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, li ser vekirina Tengava Hormuzê tevlihevî heye... Australya hewl dide ku agirbesta Rojhilata Navîn berfireh bike da ku Lubnanê jî di nav de hebe... Û di werzîşê de, AC Milan, Inter û Juventus e dê li Perth bilîzin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Bajarê Wanê yê geştiyar ji ber şerê li Îranê di krîza aboriyê de ye

    09/04/2026 Duración: 07min

    Di şerê îranê de, di roja 40î de agirbesteke du alî hate ragihandin. Ev şer bandora xwe li ser hemî cîhanê heye. Lê li Tirkiyê, bajarê Wanê di warê aboriyê de di bin zinayeneke giran da ye. Her sal bi sed hezaran Îranî jibo geştiyarê berê xwe didan Wanê, bi taybetî di dema Newrozê de. Par nêzikî 800 hezar geştîyar hatin, lê îsal rewş xerab e. Odeya Pişesazîya Wanê dide xuyakirin ger şer dewam bike, ziyana Wanê wê ji milyar dolarî zêdetir be.

  • Welatiyên Herêma Kurdistanê ji bilindbûna buhayê alîktrîkê nerazî ne

    09/04/2026 Duración: 08min

    Hejmareke mezin ji welatiyên Herêma Kurdistanê gilî û nerazîbûna xwe li hember bilindbûna buhayê aliktrîkê nîşan didin û daxwaz dikin ku buhayê wê were kêmkirin. Li bajarê Duhokê xelk li ber rîveberiya aliktrîkê nerazîbûna xwe nîşan da. Ji aliyekî din ve, bendavên Herêma Kurdistanê ji ber barana zêde û berfê tujî bûne, ev yek jî feydeyeke mezin digihîne welatiyêncotkar, geştiyar û karsazên Herêma Kurdistanê.

  • Youth vaping: Hidden health risks and growing addiction concerns - Vapinga Ciwanan: Metirsiyên tenduristiyê yên veşartî û xemên zêdebûna îdmanê

    09/04/2026 Duración: 10min

    We spoke with Dr Ali Zebari about the growing concerns around youth vaping, noting that despite being marketed as safer than smoking, it still poses serious short- and long-term risks, including nicotine addiction, respiratory problems, and harmful effects on brain development in adolescents. He stressed that young people may be more vulnerable to addiction due to their developing brains and highlighted that the rise in vaping is driven by social media influence, peer pressure, appealing flavours, and targeted marketing. - Em bi Dr Eli Zêbarî re li ser xemên zêde yên li ser vapinga (cixareya elekronîkî) ciwanan diaxafin. Dr Zêbarî destnîşan kir tevî ku wekî ewletir ji cixarekêşanê tê firotin jî, ew hîn jî rîskên cidî yên demkurt û demdirêj çêdike, di nav de îdmana nîkotînê, pirsgirêkên nefesê û bandorên zirardar li ser pêşkeftina mêjî ya ciwanan. Wî tekez kir ku ciwan dikarin ji ber mêjiyên xwe yên nepêşkeftî bêtir zirarê bibînin, û destnîşan kir ku zêdebûna vapingê ji hêla bandora medyaya civakî, zexta heval

  • Motorists' pain at the pump likely to continue for some time - Pêkane kêmbûna benzînê ta demekê berdewam bike

    08/04/2026 Duración: 06min

    The announcement of a ceasefire in the Middle East looks set to reduce motorists' pain at the pump, with Iran agreeing to allow ships through the Strait of Hormuz. But even if the ceasefire holds, it's likely price reductions will take time to flow through, and disruption to global markets could have a long tail. The government is again urging calm, saying fuel supplies are secure into May, as it works to shore up supply from international partners. - Ragihandina agirbestê li Rojhilata Navîn xuya dike ku dê êşa ajokaran li benzînxaneyan kêm bike, ji ber ku Îran razî bûye ku rê bide keştîyan ku di Tengava Hurmuz re derbas bibin. Lê her çende ku agirbest bidome jî, dibe ku kêmkirina bihayê pêtrolê demê bigire, û aloziya li bazarên cîhanî dikare bandorek demdirêj hebe. Hukûmet dîsa banga aramiyê dike, û dibêje ku dabînkirina sotemeniyê heta Gulanê ewle ye, ji ber ku ew têde dixebite ku dabînkirina ji hevkarên navneteweyî xurt bike.

  • Nûçeyên roja Çarşemê 08/04/2026

    08/04/2026 Duración: 05min

    Di vê bûletene de: Donald Trump dibêje wî dema li ser Îranê danîbû bi du hefteyan dirêj kiriye... Serokwezîr peymana agirbestê ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de pêşwazî kir... Ben Roberts-Smith piştî ku bi sûcên şer hate tawanbarkirin ji bo demeke kurt beşdarî dadgehê dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

página 1 de 42