Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 132:05:05
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    09/12/2025 Duración: 54min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 04/12/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, hevpeyvîn jî re jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.

  • Nûçeyên roja Înî 05 12 2025

    05/12/2025 Duración: 07min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Hişyariyek ji bo germahiya dijwar ji bo piraniya New South Wales tê dayîn... Spanya, Hollanda û Îrlanda ragihandin ku ew ê Pêşbirka Eurovision a stranan sala bê boykot bikin... û di werzîşê de, Oscar Piastri, Lando Norris û Max Verstappen ê Red Bull her yek ji bo sernavê F-1 hevrikiyê dikin. Ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Contemporary Kurdish prose - Xwendineke ji pexşana kurdî ya nûjen

    05/12/2025 Duración: 06min

    This week Chahin Baker's "Topic of The Week" is about the modern Kurdish literature. It's written and read by Chahin Baker in Kurdish. - Mijara vê hefteyê xwe bi wêjeya kurdî ve eleqedar dike. Beşê Kurmancî ji wêjeya kurdî di nav 40 salên derbas bûnî de bi gellk awayan pêş ve çû. Ji babetên wêjeyî yên wek helbestê, çîrokê û romanê gellek berhemên nû li welêt û li drve hatin weşandin. Yek ji nivîskarên vê qonaxê Shahînê Bekirê Soreklî ye û dê ji bo mijara vê hefteyê nimûneyeke pexşanî ji wêjeya kurdî ya nûjen pêşkêsh bike.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 04/12/2025

    04/12/2025 Duración: 13min

    Di vê bûletene de: Opozîsyon êrîşên xwe yên li ser hukûmetê derbarê lêçûnên jiyanê zêde dike... Platformên mezin ê rûbirûyî cezayên bi mîlyonan dolar bibin ji ber ku Australya qedexeya medyaya civakî bicîh tîne... Û di futbolê de, hêviyên Chelsea ji bo şampiyoniyê bi têkçûna 3-1 li hember Leedsê têk çûn. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Li Herêma Kurdistanê pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de çêbû

    04/12/2025 Duración: 09min

    Bikaranîna çekên neqanûnî û bêdestûr dibin sedema bûyerên nebaş û xirab, ku di encamê de kuştin û birîndarbûna mirovan çêdibe. Berî çend rojin li gundê Lacanê yê bi ser Parêzgeha Hewlêrê ve xwepêşandanek çê bû, ku têde kesek hate kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn. Hêzên ewlekariyê çend kesên ku alozî çêkiribûn girtin. Di heman xwepêşandana li gundê Lacanê de, rojnamevan û peyamnêr rastî îşkence û şikandina kelûpelên xwe hatin.

  • Nûçeyên roja Çarşemê 03/12/2025

    03/12/2025 Duración: 04min

    Di vê bûletene de: Bruce Lehrmann îtîraza xwe ya destdirêjiyê winda kir... Sepanên medyaya civakî Lemon8 û Yope dikarin li qedexeya medyaya civakî ya Australya werin zêdekirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • A parent’s guide to help teens adjust to social media age restrictions - Rêbernameyek bo dêûbavan da qedexeyên medyaya civakî ye li ser ciwanan hatiye kirin bike

    03/12/2025 Duración: 10min

    Australia is restricting access to social media accounts for under-16s, and many families are wondering what it means in practice. While the rules place responsibility on tech platforms rather than young people or their parents, the changes may still create stress for teens who rely on social media to stay connected. Find out how the ban will work, why connection still matters, and how experts suggest supporting young people through the transition. - Qedexeya medyaya civakî ya ciwanan li Australyayê li ber destpêkirinê ye, lê hîn jî gelek nezelalî hene ka ew ê çawa kar bike. Hûrgulî berdewam dikin, lê tiştekî eşkere heye: malbat di alîkariya zarokan de di rêvebirina her tiştî de roleke navendî dilîzin. Ji ber vê yekê hûn çawa dikarin bi ciwanan re li ser van guhertinan biaxifin û sohbetên tendirûst li ser mayîna bi hevalên xwe re bikin?

  • Nûçeyên roja Sêşemê 02/12/2025

    02/12/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletene de: Dozeke girîng li dijî destdirêjiya zayendî di Hêza Parastina Australya de li Sydneyê dest pê dike... Cotkarek di agirê daristanan de li Rojavayê Australya jiyanê ji dest dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    02/12/2025 Duración: 59min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 27/11/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, herweha hevpeyvîna bi Roka Şido re jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.

  • Nûçeyên roja Înî 28 11 2025

    28/11/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Polîsek piştî mirina ciwanekî Abûrijinî tawanbar hat dîtin... Endamekî Pasawana Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka piştî gulebaraneke li Washington DC ji ber birînên xwe mir, ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • “Before blaming men, we must reflect on our own role” - "Berî em gazincan ji mêran bikin, divê em gazincan ji xwe bikin"

    28/11/2025 Duración: 11min

    Roka Sheddo fled the war in Syria to Germany 11 years ago. She is speaking to us about the International Day for the Elimination of Violence against Women, its importance and how it is observed in Kurdish society and the diaspora. She explains the situation of women—especially Kurdish women—in a European society within the framework of cultural perspectives, rights foundations and educational assistance. - Ev hevpeyvîna bi Roka Şido re li ser Roja Navneteweyî ya Ji-holêrakirina Tundiya li ser Jinan e, girîngiya vê rojê û awayê ku di civaka kurd û diyaspore de tê hêsibandin e. Hevpeyvîn di destpêkê de girîngiya 25 Mijdarê wek rojeke ku balê dide ser pêwîstiya şopandina mînakên girîng yên têkoşîna jinan li dijî tundutûjiyê, ewlehiya civakî û mafên bingehîn e ku tên şikandîn. Her weha, di nav civakeke Ewropî de rewşa jinan—bi taybetî jinên Kurd—di nav çarçoveya dîtinên çandî, bingehên mafî û alîkarîya perwerdehiyê de tê şirove kirin.

  • #100 More or less? Talking about quantities - #100 Zêde an kêm? Axaftina li ser mîqdaran

    28/11/2025 Duración: 08min

    Learn how to talk about amounts and quantities in everyday English. - Fêr bibe çawa bi Îngilîziya rojane li ser çend û çiqas biaxafî.

  • Dilsoziya alîgirên Zaxoyê ji bo Xelata Hezkiriyên FIFAyê hat berbijêrkirin

    27/11/2025 Duración: 08min

    Xelata FIFA ya Hezkiriyan (FIFA Fan Award) yek ji xelatên herî binirx û cuda ya FIFA ye. Hezkiriyên Yaneya Werzişî ya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina vê xelatê hatine berbijêrkirin. Alîgirên Zaxoyê di sala 2025an de, bi avêtina bûk û leystikan nav yarîgehê ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê, ciwantirîn û mirovdostanetirîn dîmen di cîhana fûtbolê de çêkirin.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 27î Mijdara 2025

    27/11/2025 Duración: 11min

    Di vê bûletene de: Komek ji reformên jîngehê dê di parlemenê de derbas bibin... Piştî êrîşa masiyê qirş/shark li beraveke dûr a New South Wales, jinek mir û zilamekî jî di nexweşxaneyê de ye... Û di werzîşê de, Pîl wate torchê Olîmpiyadê li Olîmpiya kevnar hate vêxistin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Sê partîyên siyasî ji bo hevdîtina Ocalan serdana Îmraliyê kirin

    27/11/2025 Duración: 12min

    Di 24ê Mijdarê de ji Komîsyona Parlemana Tirkîyê sê parlementer çûn hevdîtina Abdullah Ocalan. Ji AKPê, Cîgirê Serok Huseyîn Yayman, ji MHPê, Serokê Grûpê Fetî Yildiz û ji DEM Partîyê, Cîgira Grûpê Gulistan Kiliç Koçyigit çûn Girava İmraliyê. Yekem car e ku ji bilî DEM Partîyê, parlamenterên Tirk diçin serdana Abdullah Ocalan dikin. Li alîyekî din, li Amedê ji bo 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Ji-holêrakirina Tundiya li ser Jinan, bi pêşengîya Tevgera Jina Azad (TJA) meşeke girseyî li darket. Di axaftinan de hate gotin ‘’Tundiya li ser jinan pişta xwe ji sîstêma hêza serdest a mêran digire.’’

  • From black tie to casual: How to decode dress codes - Ji cilên fermî ber bi nefermî ve: Çawa kodên cilan fêm bikî

    27/11/2025 Duración: 09min

    You’ve received an invitation that reads “Dress code: Cocktail attire”. What is this ‘code’? And more importantly, what will you wear? In this episode, we demystify the most common dress codes so that you can feel comfortable at any event. - Te vexwendinek wergirtiye ku li ser wê nivîsiye"Koda cil û bergan: Cilên kokteylê". Ev 'kod' çi ye? Û ya girîngtir, divê tu çi li xwe bikî? Werin em kodên cil û bergan ên herî gelemperî ji hev veqetînin da ku tu di her rûdanekê de xwe rehet hest bikî.

  • Werzîş û guhertinên şêwaza jiyanê alîkariya tendurûstiyeke baş dikin

    26/11/2025 Duración: 07min

    Di hevpeyvîna bi Dr Elî Ziabari re, ku wî bal kişand ser metirsiyên têkildarî kolesterola bilind û bandorên berfireh yên ku ew dikare li ser tenduristiya mirovan bike. Dr Ziabari vegot ku çawa asta kolesterolê ya bilind dikare bi bêdengî bibe sedema rewşên cidî yên bijîşkî yên wekî nexweşiya dil, felc û pirsgirêkên din. Wî her weha girîngiya tespîtkirina zû, guhertinên şêwaza jiyanê, kontrolên birêkûpêk û werzîşê ji bo kêmkirina metirsiyên tenduristiyê yên demdirêj destnîşan kir.

  • Nûçeyên roja Çarşemê 26/11/2025

    26/11/2025 Duración: 04min

    Di vê bûletene de: 14,000 kes ji ber qutbûna Optusê bandor bûne... Metirsiya agirê karesatbar li New South Wales... Û di fûtbolê de, Socceroos di rewşeke baş de ne berî pişka Kûpa Cîhanê ya 2026an a hefteya bê. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Nûçeyên roja Sêşemê 25/11/2025

    25/11/2025 Duración: 04min

    Di vê bûletene de: Pauline Hanson ji odeya Senetê ji bo heft rojan hat dûrxistin... Talîbana Afxanistanê dibêje di êrîşên Pakistanê de herî kêm deh kes hatine kuştin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Dîlan Guvenç: "Mixabin hişmendiya zimanê Kurdî hêdî hêdî kêm dibe"

    25/11/2025 Duración: 13min

    Di 17î Mijdarê de li Amedê 750 sazî û dezgehên Kurd bi daxuyanîyeke hevpar bang li dewletê kirin. Deklerasyonê ji 750 dezgehan dexwaza Zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu. Herweha Zimanê Kurdî ji baxçê zarokan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.

página 2 de 36