Sinopsis
Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Episodios
-
From black tie to casual: How to decode dress codes - Ji cilên fermî ber bi nefermî ve: Çawa kodên cilan fêm bikî
27/11/2025 Duración: 09minYou’ve received an invitation that reads “Dress code: Cocktail attire”. What is this ‘code’? And more importantly, what will you wear? In this episode, we demystify the most common dress codes so that you can feel comfortable at any event. - Te vexwendinek wergirtiye ku li ser wê nivîsiye"Koda cil û bergan: Cilên kokteylê". Ev 'kod' çi ye? Û ya girîngtir, divê tu çi li xwe bikî? Werin em kodên cil û bergan ên herî gelemperî ji hev veqetînin da ku tu di her rûdanekê de xwe rehet hest bikî.
-
Werzîş û guhertinên şêwaza jiyanê alîkariya tendurûstiyeke baş dikin
26/11/2025 Duración: 07minDi hevpeyvîna bi Dr Elî Ziabari re, ku wî bal kişand ser metirsiyên têkildarî kolesterola bilind û bandorên berfireh yên ku ew dikare li ser tenduristiya mirovan bike. Dr Ziabari vegot ku çawa asta kolesterolê ya bilind dikare bi bêdengî bibe sedema rewşên cidî yên bijîşkî yên wekî nexweşiya dil, felc û pirsgirêkên din. Wî her weha girîngiya tespîtkirina zû, guhertinên şêwaza jiyanê, kontrolên birêkûpêk û werzîşê ji bo kêmkirina metirsiyên tenduristiyê yên demdirêj destnîşan kir.
-
Nûçeyên roja Çarşemê 26/11/2025
26/11/2025 Duración: 04minDi vê bûletene de: 14,000 kes ji ber qutbûna Optusê bandor bûne... Metirsiya agirê karesatbar li New South Wales... Û di fûtbolê de, Socceroos di rewşeke baş de ne berî pişka Kûpa Cîhanê ya 2026an a hefteya bê. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
Nûçeyên roja Sêşemê 25/11/2025
25/11/2025 Duración: 04minDi vê bûletene de: Pauline Hanson ji odeya Senetê ji bo heft rojan hat dûrxistin... Talîbana Afxanistanê dibêje di êrîşên Pakistanê de herî kêm deh kes hatine kuştin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
Dîlan Guvenç: "Mixabin hişmendiya zimanê Kurdî hêdî hêdî kêm dibe"
25/11/2025 Duración: 13minDi 17î Mijdarê de li Amedê 750 sazî û dezgehên Kurd bi daxuyanîyeke hevpar bang li dewletê kirin. Deklerasyonê ji 750 dezgehan dexwaza Zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu. Herweha Zimanê Kurdî ji baxçê zarokan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.
-
Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike
25/11/2025 Duración: 01h06sGuhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 20/11/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, herweha hevpeyvîna bi hunermendê wênesaziyê Ibrahîm Tîmarî re jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.
-
Nûçeyên roja Înî 20 11 2025
21/11/2025 Duración: 05minDi bûletena nûçeyên îro de:Kellie Sloane bêyî dijberî wekî rêbera Lîberalên New South Wales hate hilbijartin… Di rojên dawîn ên civîna avhewayê ya COP30 de li Brezîlê li ser mijarên sereke lihevkirinek tune, ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê, 20î Mijdara 2025
20/11/2025 Duración: 12minDi vê bûletene de: Tirkiyê dê mazûvaniya civîna COP ya bêt bike - ne Australya… Êrîşên Îsraîlê li Xezzeyê herî kêm 25 Filistînî kuştin... Û di futbolê de, Sê lîstikvanên Matildas alîkariya Arsenal dikin ku di Lîga Şampiyonan de li hember Real Madrid qazanc bikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
MEPS2025 rêberên Kurd û navnetewî ji bo pêşxistina aştî û ewlehiyê dicivîne
20/11/2025 Duración: 08minŞeşemîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Duhokê bi beşdarbûna bi sedan rêber, berpirs û dîplomatên herêmî, Iraqî û navneteweyî hate lidarxistin. Di forûmê de gelek mijarên girîng li ser asta navxweyî û herêmî nîqaş hatin kirin.
-
Xeyalên zaroktiyê digihêjin reng û hunera Kurdî
20/11/2025 Duración: 09minRêwîtiya hunerî ya Îbrahîm Tîmarî di şeş saliya wî de dest pê kir, dema ku ew ji lîstika tev zarokan bêtir ber bi balkişandina bêdeng a wênesaziyê ve dihat kişandin. Hunermendekî xwe-fêrkirî ku ji hêla hewasa afirîner a bavê xwe ve bandor bûye, ew berhemên ku bîranîn û hestên salên wî yên destpêkê vedibêjin çêdike. Tabloyên wî bi rengên zindî û geş têne nas kirin ku evîna çandî ya Kurdî ji bo rengên zindî û geş pîroz dikin - hemî li kêleka karê wî yê rojan e têne şopandin.
-
Kampeyn xwendekaran li ser metirsiyên alkeholê dema li derveyî welatin armanc dike
19/11/2025 Duración: 05minDema ku bi hezaran ciwan dawiya pola 12-an pîroz dikin, metirsiyên vexwarina alkeholê, bi taybetî li derveyî welêt, ji wan re bibîr tînîn. Dêûbav û hevalên qurbaniyên jehirbûna metanolê Bianca Jones û Holly Bowles tevlî kampeyneke nû ya ewlehiyê bûne da ku rêwiyên ciwan teşwîq bikin ku hilbijartinên ewletir bikin.
-
Nûçeyên roja Çarşemê 19/11/2025
19/11/2025 Duración: 05minDi vê bûletene de: Peyvên pesnê yên Sussan Ley ji bo senetoreke berê ya Partiya Lîberal ku ji ber nefretê partiya xwe terikand... Hişyariyeke lezgîn ji bo xwendekarên navneteweyî yên ku ji Australyayê derdikevin... Nakokiyeke kûr di navbera du aboriyên herî mezin yên Asyayê de, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
From Mabo to modern Australia: the ongoing story of native title - Ji Mabo ta Australyaya nûjen: çîroka domdar a mafê sernavê xwecî
19/11/2025 Duración: 11minAustralia is known around the world for its rich and diverse First Nations cultures. But when it comes to native title and land rights, you might still wonder what they actually mean. Discover what native title means in Australia, how it began with the Mabo Case, what the Native Title Act does, and why it matters for all Australians. - Australya li seran serê cîhanê bi çandên xwe yên dewlemend û cihêreng yên Neteweyên Yekem tê nasîn. Zanibin ka mafê axa xwecî li Australya tê çi wateyê, Doza Mabo çawa dest pê kir, Qanûna Sernavê Xwecî çi dike, û çima ew ji bo hemî Australîyan girîng e.
-
Nûçeyên roja Sêşemê 18/11/2025
18/11/2025 Duración: 05minDi vê bûletene de: Jess Wilson dibe yekem jina ku serokatiya Partiya Lîberal a Victoira bike ... Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştgiriya plana aştiyê ya Trump ji bo Xezzeyê dike ... Giregirên Ewropî cihên xwe di Kûpa Cîhanê ya FIFA 2026 de misoger dikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike
18/11/2025 Duración: 57minGuhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 13/11/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, herweha hevpeyvîna bi rojnamevan Sîrwan Qejo re derbare civîna di navberî Trump û Al-Şaraa de jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.
-
Nûçeyên roja Înî 14 11 2025
14/11/2025 Duración: 04minDi bûletena nûçeyên îro de: Seroka Opozîsyonê Sussan Ley parastina pejrandina navneteweyî ya siyaseta wê ya nû ya avhewayê dike ... Opozîsyona Victoria planeke zindankirina zarokan wekî mezinan ji ber sûcên tundûtûjiyê yên giran rexne dike... Û di futbolê de, şansê rahênerê berê yê Socceroos Graham Arnold ji bo çûna Kûpaya Cîhanê ya sala bê pir kêm e. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Tundûtûjiya li ser jinan li Tirkiyê herku diçe zêde dibe
14/11/2025 Duración: 08minSerdozgeriya Stembolê li dijî Ekrem İmamoglu iddianameya xwe temam kir. Jibo Îmamoglû 142 sucên cuda ceza tê xwestin ku ew ji Adara 2025an de girtî ye. Li alîkî din piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan, hêvî û bendewarîyên jibo azadîya Demirtaş didome. Lê gelek rûniştvanên Amedê bawer nakin ku ew bê azadkirin. Di çarçova 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tûndûtûjiya li ser jinan, çendîn çalakî lidardikevin.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê, 13î Mijdara 2025
13/11/2025 Duración: 12minDi vê bûletene de: Victoria yekem peymana Aborjinî ya Australya fermî dike ... Li başûrê Perû piştî ku otobîsek kete newalekê herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan... Û di tenîsê de, Sinner hêza Zverev derbas kir da ku bigihêje nîv-fînala ATP. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
Hilbijartinên Iraqê bi dawî bûn — gelo dê kengê hkûmeteke nû ava bibe?
13/11/2025 Duración: 10minWek tê zanîn ku roja Sêşemê 11 Mijdarê Hilbijartina Parlemana Iraqê cî girtin, û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, encamên destpêkê yên herdu proseyên dengdana giştî û taybet ragihand. Komîsyonê rgihand ku zêdeyî 12 milyon kes beşdarî proseya dengdanê bûn. Dengdan bi gîştî li Herêma Kurdistanê bi aramî derbas bû lê li hin deverên dervayî Herêmê hin pirsgirêk çê bûn. Nûçegîhan Ehmed Xefûr ji me re behsa hûrgiliyên roja dengdanê dike.
-
Piştî dehsalan nakokî bi DYA re rêberekî Sûrîyê serdana Koşika Spî dike
13/11/2025 Duración: 15minDi serdaneke dîrokî û nakok de, serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şaraa li Washingtonê bi Serokê DYA Donald Trump re civiya - ev cara yekem e ku piştî bi dehan sal rêberekî Sûriyê li Koşka Spî tê pêşwazîkirin. Li gorî agahiyan, hevdîtin li ser rakirina cezayan, şerê li dijî terorê û ji nû ve tevlîbûna gengaz a Sûriyê di civaka navneteweyî de bûn. Lê civînê di nav Kurdên Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de - ku hevalbendên sereke yên Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de - xem jî derxistin holê. Ji bo ku em li ser van mijaran bêtir nîqaşê bikin, Sîrwan Qejjo, rojnamevan û lêkolîner ji Washingtonê bi me re ye.