Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 132:47:49
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Nûçeyên roja Çarşemê 12/11/2025

    12/11/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletene de: ASIO hackerên Çînî tawanbar dike ku dixwazin bikevin nav binesaziya krîtîk a Australya... Bi dehan xwepêşanderên xwecîh bi zorê derbasî civîna avhewayê ya COP-30 bûn... Ezmûna çewisandin, nijadperestî û şermezarkirina laş a ku Australî di werzîşê de dikişînin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • #99 Saying ‘No’ to alcohol - #99 Ji vexwarina alkeholê re dibêjin 'Na'

    12/11/2025 Duración: 08min

    Learn polite ways to refuse a drink in English. Discover useful expressions for taking it slow, sitting one out or explaining you're on a permanent dry spell. - Bi Îngilîzî rêbazên birêzî fêr bibin da ku hûn vexwarinê red bikin. Gotinên bikêrhatî ji bo hêdîbûnê, nevexwarina alkeholê, an jî vegotina ku we vexwarina alkeholê bi yekcarî li cih hîştiye.

  • Nûçeyên roja Sêşemê 11/11/2025

    11/11/2025 Duración: 06min

    Di vê bûletene de: Parêzgarê Giştî Sam Mostyn di salvegera 50-emîn a ji kar dûrxistina Whitlam de ji Australiyan dixwaze ku demokrasiyê biparêzin... Donald Trump piştî hevdîtina bi serokê demkî yê Sûriyê re li Washingtonê soz dide ku bi tevahî piştgiriyê bide Sûriyê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    11/11/2025 Duración: 54min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 06/11/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê têde hene, herweha hevpeyvîna bi dîzaynera Kurd Lara Dizeyî re jî têde heye. Û gelek babetên din hene.

  • Çi tedbîr ji bo hilbijartinên li Iraqê têne girtin

    06/11/2025 Duración: 10min

    Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ji bo misogerkirina ku binpêkirin çênebin û mafên wekhev ji bo hemî namzed û lîsteyên hilbijartinê li Iraq û Herêma Kurdistanê li gorî qanûnê bin, rêbername û biryarên nû derxist. Di hilbijartinên berê de, çend namzed û lîsteyên hilbijartinê rêbername û qanûnên Komîsyonê binpê kirin, vê carê Komîsyon bi alîkariya çavdêrên navneteweyî, konsulxane û balyozxaneyan hewlên cidî didin da ku pêşî li her sextekarî û binpêkirinan bigirin.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 6î Mijdara 2025

    06/11/2025 Duración: 11min

    Di vê bûletene de: Neteweyê Yekbûyî ji ber raporên binpêkirinên li dijî sivîlan li Sûdanê xemgîn e… Çar kes di agirê malekê de li Queenslandê dimirin ... Û di werzîşê de, Tîmê Australya cilên xwe yên nû berî Olîmpiyadên Zivistanê eşkere dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • "Dizaynên min par û siberojê bi hev de girêdidin"

    06/11/2025 Duración: 03min

    Di Hefteya Modeyê li Milan çanda Kurdî di konteksta modeya navneteweyî de cihê xwe girt. Koleksiyonên Lara Dizeyî girêdayî ne bi çanda û dîroka Kurdî. Wê têgihiştineke çandî bi modeyê re grêda ku demên par, niha û siberojê bi hevde girêdide. "Dîtina berteka temaşevanan, demek e serbilindî û spasdarî bû ku ronahîyê tîne" Lara Dizeyî dibêje. Her sêwirek û her xêzek ji hêla afirîneran ve bi hewlê têne çêkirin da ku hest û baweriyan bigihîne xelkê. Di nav vê pêwendiyê de, huner jî bûye zimanekî bêgotin — zimanekî ku di navbera beşdaran û afirîneran de ji dil diaxive.

  • Nûçeyên roj Çarşemê 05/11/2025

    05/11/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletene de: ASIO planeke biyanî ya ji bo bikaranîna Australiyan û dizîna sirrên neteweyî yên hesas têk dibe... Û di tenîsê de, trajediya Yewnanî ji bo Alejandro Tabilo dema ku Novak Djokovic li Atînayê qezenc dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Nûçeyên roja Sêşemê 04/11/2025

    04/11/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletene de: Rêjeyên fayîzê li cihê xwe man... Senatora partiya Lîberal Jane Hume dibêje divê siyaseta partiyê ya li ser gaza serayê ya sifir zû were destnîşankirin... Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Sûdanê agirbesteke mirovî dixwaze, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    04/11/2025 Duración: 58min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 30/10/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, herdu raportên ji Hewlêr û Amedê têde hene, herweha hevpeyvîna bi bi hozan Xanemîr û hunermend Ardil jî têde hene. Û gelek babetên din.

  • Nûçeyên roja Înî 31 10 2025

    31/10/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Parlementerên kowalisyonê ji bo nîqaşkirina siyaseta emîsyona sifir dicivin... Vîktorya bi peymana xwecîh ya yekem a Australyayê dîrokê dinivîse... Û di tenîsê de, Alex de Minaur kêfxweş e ku gihîşt e fînala A-T-P. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • "Stranên min, hestên min, ji bo heskirina axa min e"

    31/10/2025 Duración: 21min

    Hozan Xanemîr yek ji dengên navdar û hêja yê muzîka kurdî ye. Di stranên wî de evîn, hêvî û birîna welat bi awayekî rast û hestiyar tên gotin. Hozan Xanemîr bi dengê nerm û gotinên xweş, hêza muzîka kurdî li welat û di nav diyaspora de jî bilind kiriye. Ew di xebatên xwe de hewl dide ku muzîk bibe pêncîreyek ji bo parastina ziman û çanda kurdî. Di hevpeyvînê de herweha hundermend Ozgur (Ardil) Aydemir jî beşdar dibe ku ew gîtarê lê dide.

  • #98 Splitting the bill (Med) - #98 Parvekirina fatûreyê

    31/10/2025 Duración: 10min

    Learn how to split the bill in English. Discover useful expressions for sharing costs, shouting rounds, and transferring your share easily. - Fêr bibe çawa fatûreyê bi Îngilîzî parevebikî. Ji bo parvekirina lêçûnan, vexwandina vexwarinê û veguhestina para xwe bi hêsanî, gotinên bikêrhatî kifş bike.

  • Kidney disease drug added to PBS, helping 65,000 Australians - Dermanê nexweşiya gurçikan li PBS tê zêdekirin

    30/10/2025 Duración: 04min

    The federal government will add a medicine for chronic kidney disease into the Pharmaceutical Benefits Scheme. More than 65.000 Australians are expected to benefit from the cheaper access to Jardiance , also known as Empagliflozin. - Hukûmeta federal dê dermanekî nexweşiya gurçikê ya kronîk li Bernameya Feydeyên Dermanan (PBS) zêde bike. Tê payîn ku zêdetirî 65.000 Australî dê dermanê Jardiance, ku wekî Empagliflozin jî tê zanîn, sûdê werbigirin.

  • Ewropa dest bi vegerandina penaxwazên neyasa dike

    30/10/2025 Duración: 10min

    Ev bû demeke ku hejmareke mezin ji penaber û koçberan ji welatên Ewropî bi taybetî ji Almanya û Brîtanya bo Îraq û Herêma Kurdistanê tên vegerandin. Karbidestên wan welatan wan penaxwazan ji ber hin egeran vedigerîn. Egerên weke çûna koçberan bo welatên Ewropî bi awayekî neyasayî, herweha rêkeftina di navbera Îraqê û hin welatên di Yeketiya Ewropî de bo vegerandina panaxwazên ku bi şêweyeke neyasayî çûne.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 30î Cotmeha 2025

    30/10/2025 Duración: 12min

    Di vê bûletene de: Qanûnên nû yên jîngehê piştî ku ji parlemanê re hatin pêşkêşkirin, bi berfirehî têne rexnekirin... Berî hevdîtinên derbarê avhewayê li Rio de Janeiro cenaze li kolanan kom bûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Nûçeyên roj Çarşemê 29/10/2025

    29/10/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletene de: Civakên li Jamaîka piştî bahoza Melissa li ser timsehan hişyarî bo wan hat dayin... Danûstandin li ser reforma qanûnên jîngehê yên Australya berdewam dikin... Û di futbolê de, Socceroos dê di lîstikên ku ji bo meha bê hatine plankirin bi Venezêla û Kolombiya re bilîzin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • What are Australia’s fishing laws and rules? - Qanûn û rêgezên masîgiriyê li Australya çi ne?

    29/10/2025 Duración: 09min

    Thinking of going fishing in Australia? Make sure you are familiar with local regulations, including licensing systems, closed seasons, size limits, permitted gear, and protected species. - Ma tu difikirî ku li Australya masîgiriyê bikî? Piştrast be ku tu bi rêziknameyên herêmî, di nav de sîstêmên destûrdaynê, demsalên girtî, sînorên mezinahiyê, alavên destûrdayî û cureyên parastî dizanî.

  • Nûçeyên roja Sêşemê 28/10/2025

    28/10/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletene de: Lêpirsînek li ser teqîna ma'denê ku du karker kuştine berdewam dike... Rojavayî Australya dê ji ber komkujiya Pinjarra ya1834an lêborînê bixwaze... Dê medyayên civakî yên mezin dê bi lêpirsîneke Senetê re li ser qedexeya kesên di bin 16 salî de rû bi rû bine, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    28/10/2025 Duración: 54min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 23/10/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, herdu raportên ji Hewlêr û Amedê têde hene. Herweha hevpeyvîna bi Dr Elî Zêbarî re derbarê bilindbûna dozên grîpê yên îsal li Australya. Û gelek babetên din hene.

página 4 de 37