Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 132:47:49
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Iran’s new wave of protests: Who ss rising up, and why now? - Pêla nû ya xwepêşandanên Îranê: Kî beşdar dibe û çima niha?

    07/01/2026 Duración: 13min

    Shukriya Bradost, a doctoral researcher at Virginia Tech specialising in the security treatment of ethnic groups in Iran, examines the country’s latest wave of demonstrations in this interview and what sets them apart from past protests. It explores what triggered the unrest, who is participating across age groups, social classes, and regions, and whether protesters demands are economic, political, social, or a mix of all three. The discussion also looks at how widespread the demonstrations are, how the Iranian government has responded, and whether the protests pose a serious challenge to the political system. - Ev hevpeyvîna bi Şukriya Bradost re, lêkolînereke doktorayê li Virginia Tech ku pispora muameleya ewlehiyê ya komên etnîkî li Îranê ye, pêla dawî ya xwepêşandanên welêt û çi wan ji xwepêşandanên berê cuda dike vedikole. Ew vedikole ka çi bûye sedema nearamiyê, kî li gorî komên temenî, çînên civakî û herêman beşdar dibin, û gelo daxwazên xwepêşanderan aborî, siyasî, lê civakî ne. Nîqaş her weha li ser

  • Your guide to camping in Australia - Rêbernameya we ji bo kampkirina li Australya

    07/01/2026 Duración: 09min

    Going camping is an incredible way to experience Australia’s great outdoors whilst also taking a break from technology and daily routines. We unpack the benefits of camping, the preparation required, the equipment you should consider taking, and how to be a considerate camper. - Eger hûn dixwazin xwezaya Australya bibînin, geşteke kampê (camping) vebijarkek e ku divê neyê ji bîr kirin. Ew fersendek e ku hûn aram bibin, xwe bi xwezayê ve girêbidin û ji ekran û rûtînên rojane dûr bikevin. Ji bo ku rêwîtiya we rehet û bîranîn be, pêşwext plan bikin, bi aqilmendî xwe ji bo camping amade bikin, hem ji bo xelkê û hem jî ji bo jîngehê.

  • 81 kandîd ji bo serokatiya Iraqê hene, lê partiyên Kurdî ji bo yekîtiyê têdikoşin

    07/01/2026 Duración: 07min

    Heta niha 81 kesan xwe ji bo wergirtina posta serokkomariya Iraqê kandîd kirine. Postên neteweya Kurd di nav hukûmeta Iraqê de her car rûbirûyî pirsgirêkan dibin û partiyên Kurdî li ser kandîdekî lihev nakin, lewma di dawiyê de bi piroseyeke aloz û tiji pirsgirêk re derbas dibe. Posta serokwezîrtiyê dikeve para pêkhateya Şîe zû zelal dibe, û posta serokatiya parlamenê jî jibo Suneyan hatiye danîn, ew jî bê pirsgirêk çareser dibe. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Nûçeyên roja Çarşemê 07/01/2026

    07/01/2026 Duración: 05min

    Di vê bûletene de: Koşka Spî piştrast dike ku Donald Trump vebijarkên leşkerî ji bo bidestxistina Greenland dinirxîne... Hişyariyên agir hatin dayîn ji ber ku tê pêşbînîkirin ku pêlên germê rewşa asta Havîna Reş bînin... Xwepêşandanên girseyî li Iranê berdewamin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Nûçeyên roja Sêşemê 06/01/2026

    06/01/2026 Duración: 06min

    Di vê bûletene de: Hukûmet 38 milyon dolar alîkarî ji bo xelkê Queensland yên ji liheyê zirar dîtine radigihîne... Wezîrê Tenduristiyê dibêje serokê berê yê Venziwêla Nicolas Maduro dîktator bû... Zêdetirî nîvê welat dê rû bi rûyî germeke pir zêde bibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • NSW parliament passes laws limiting protests, but will they be allowed to stand? - Parlemena NSW qanûnên sînorkirina xwepêşandanan pêkanî, gelo dê qanûn bicîhbibin

    24/12/2025 Duración: 09min

    Laws to restrict the right to protest in New South Wales after the Bondi terror attack have passed the Parliament after a marathon sitting. A broad coalition of groups has expressed strong opposition, characterising the reforms as overreach and a serious threat to democracy. A constitutional challenge has been announced but the government is standing firm, setting the stage for a High Court challenge. - Qanûnên ku mafê xwepêşandanê li New South Wales piştî êrîşa terorîstî ya Bondi sînordar bikin, piştî rûniştineke maratonî, ji aliyê Parlemanê ve hatin pejirandin. Koalîsyoneke berfireh a koman nerazîbûneke tund nîşan da û reforman wekî zêdegavî û gefeke cidî li ser demokrasiyê bi nav kir. Dozeke destûrî li dij hatiye vekirin, lê hukûmet bi israr radiweste û xwe ji bo dozeke li Dadgeha Bilind amade dike.

  • Parevekirina postan asteng dibe: Hukûmeta nû ya Iraqê hîn nehatiye avakirin

    24/12/2025 Duración: 08min

    Şîe, Sunne û Kurd hewl didin ku postên bilind yên wekî Serokwezîrê Iraqê, Serokkomar û Serokê Perlemanê di nav xwe parevebikin. Şîe postê Serokwezîriyê, Sunne postê Serokê Perlemanê û Kurd jî posta Serokkomariyê dixwazin. Lê pirsgirêka sereke ewe ku tu alîyekî ji van her sê pêkhateyên sereke di nav xwe de li hev nekirine. Ji alîyekî din ve, xelk û berpirsên Besrayê daxwaz dikin ku "Herêma Besrayê" bête avakirin. Ev daxwaz çendîn car bi rêyên cuda hatîye kirin; yek ji wan bi xwepêşandanan.

  • Predictable policies and shock results: looking back at 2025 in politics - Siyasetên texmînkirî û encamên şok: nerînek li sala 2025 di siyasetê de

    24/12/2025 Duración: 20min

    For Australian politics in 2025, it was a year of predictable policies - and shock results. That included the May election that saw Labor win back government in a landslide, and two separate opposition party leaders - Peter Dutton and Adam Bandt lose their seats. - Sala 2025an li Australya saleke bi sîyasetên texmînkirî û encamên nehêvîkirî bû. Di nav wan de hilbijartinên Gulanê hebûn ku Partiya Kar bi serkeftineke mezin hukûmet bi dest xist, û 2 serokên partiyên opozîsyonê yên cuda - Peter Dutton û Adam Bandt - kursiyên xwe winda kirin.

  • Serfermandarê artêşa Lîbya di qezayeke balafirê li Tirkiyê mir

    24/12/2025 Duración: 07min

    Firoka Wezîrê Berevanîyê yê Lîbyayê Muhammed Al Haddad li nêzikî paytexta Tirkîye, Enqerê ket. Digel Wezîr pênc kesên din di firokeyê de mirin. Wezîr Al-Haddad, ji aliyê Wezîrê berevanîya Tirkîyê Selçuk Bayraktaroglu hatibû vexwendin.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    23/12/2025 Duración: 59min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 18/12/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, hevpeyvîneke taybet bi Bijar Koban afrînerê yekem hunermenda Kurdî Zozan C ya ku bi AI hatiye çêkirin jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.

  • Kurdish culture meets Artificial Intelligence, Zozan C the first Kurdish AI singer - Zozan C nas bikin, hunermenda Kurd a bi Hişmendiya Çêkirî hatiye afirandin

    19/12/2025 Duración: 18min

    “Zozan is here to shatter unconscious perceptions like ‘some people can’t speak Kurdish,” says Bijar Koban, the creator of Zozan C. “Zozan is a new image of a Kurd representing cosmopolitan life, art, and intellectual life; she is the voice of Kurds living in cities.” With Zozan C, Koban brings Kurdish language and culture into a contemporary space where technology, memory, and artistic experimentation meet. - Zozan C, yekemîn stranbêj, hunermend û modêla kurd a bi Hişmendiya Çêkirî hatiye çêkirin. Afirîner û berhemhênerê wê Bijar Koban e, ew hevpeyvîneke pir taybet dide SBS Kurdî. Di vê hevpeyvînê de Bijar yekemcar e bi dengê xwe diaxife û behsa pêvajo û armanca çêkirina Zozan C û kar, xebat û planên siberojê dike.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 18/12/2025

    18/12/2025 Duración: 10min

    Di vê bûletene de: Serokwezîr dibêje qanûnên nû ji bo têkoşîna li dijî gotinên nefretê têne amadekirin... Hukûmeta federal dibêje ew dixwaze qanûnên koçberiyê xurt bike... Û di futbolê de, Sam Kerr piştî serkeftina li hember Wolfsburg vegeriya baştirîn lîstikên xwe yên mezin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Amed sînema û şanoya Kurdî di hefteya çandê de pîroz dike

    18/12/2025 Duración: 06min

    Li Amedê hefteyekê bernameyên kulturî çêbûn. Sêyemîn Festîvala Fîlman ya Amedê piştî heyşt rojan, di 14ê mehê de bi rêûresma xelata fîlman bidawî hat. Derhêner Ali Kemal Çinar bi fîlma ''Dîroka Wenda'' xelata Fîlma Metrajdirêj wergirt. Ji aliyê din ve, di 15ê mehê de, piştî neh salan, xelatên tekstên şanoya Kurdî jî hatin belavkirin. Di 7emîn xelatên Evdirehîm Rehmî Hekarî pêşbazîya Nivîsandina Lîstikên Şanoyê yên Kurdî de îsal xelata Yekemîn dan Îbrahîm Kazimî jibo teksta wî ya bi navê "Kela Dimdimê".

  • Nûçeyên roja Çarşemê 17/12/2025

    17/12/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletene de: Merasîmên cenazeyên yekem qurbaniyên êrîşa Bondi têne lidarxistin… Lêkolîna Encûmena Penceşêrê rêjeyên penceşêrê bi welatê resen ve girêdide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Xelk dilxweşiya xwe ji bo piştgirên yaneya Zaxo SC re nîşan didin

    17/12/2025 Duración: 09min

    Piştgirên yaneya werzişî ya Zaxo, mezin û biçûk, li derveyî malên xwe şahiyan ji bo bidestxistina xelata FIFA ya piştgirên Herî Baş ên Sala 2025 diyar dikin. Bi hezaran kes ji bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê xwe gîhandin stadyoma navneteweyî ya Zaxoyê û beşdarî şahiya mezin bûn.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    16/12/2025 Duración: 59min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 11/12/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, hevpeyvîn jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.

  • Nûçeyên roja Înî 12 12 2025

    12/12/2025 Duración: 06min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Reddit li dijî qedexeya medyaya civakî ya di bin 16 salî de dest bi çalakiyên qanûnî dike... Rêberên wîlayet û federal ji bo gotûbêjên aloz yên li ser fînanskirna nexweşxaneyan amadekariyan dikin... Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê hişyariyek ji bo tsûnamî dide, ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Gather and celebrate: Inviting friends | Beach safety - Kom bibin û pîroz bikin: Vexwendina hevalan | Ewlekariya beravê

    12/12/2025 Duración: 13min

    Learn casual ways to invite your friends to go to the beach. Plus, find out the number one danger on Australian beaches and how to stay safe when swimming in the sea. - Learn casual ways to invite your friends to go to the beach. Plus, find out the number one danger on Australian beaches and how to stay safe when swimming in the sea.

  • Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Amedê bi dirûşma 'Cîhan bi çîrokan tê cem hev' dest pê kir

    12/12/2025 Duración: 13min

    Sêyemîn Festivala Fîlimên Navnetewi ya Amedê di 7ê mehê de li Amedê destpêkir û dê hefteyekê bidome. Di nav hefteyekê de 84 fîlim tên nişandan. Bi dehan derhêner û hunermend jî beşdar dibin. Diruşma Festîvalê “Dinya bi Çîrokan Tê Cem Hev”. Li alîkî din Komîsyona Parlementoya Tirkîyê bi gohdarkirina Abdullah Ocalan, dawî li proseya gohdarîkirina kes û sazîyan anî. Niha her partîyek di komîsyonê de li ser vê pêvajoyê pêşnîyar û fikarên xwe amade dikin.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 11/12/2025

    11/12/2025 Duración: 11min

    Di vê bûletene de: Qedexeya Australya ya medyaya civakî ji bo kesên di bin 16 salî, bala navneteweyî kişandiye... Serokê DYA Donald Trump soz dide ku pevçûnên nû yên di navbera Tayland û Kambodiya de bi dawî bike... Û di futbolê de, Manchester City di Lîga Şampiyonan de Real Madrid bi 2-1 têk bir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

página 1 de 37