Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 7î Adara 2024

    07/03/2024 Duración: 10min

    Di bûlentena roja Pêncşemê de: Australya têkiliyên xwe bi Viyetnamê re xurtir dike ... Hûsî êrîşên li ser Derya Sor berdewam dikin… Û di werzîşê de, tîmê Olîmpiyadê yê Australya ji bo lîstikên li Parîsê cilên xwe yên fermî eşkere dike, û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Herêma Kurdistanê serhildana sala 1991ê bi bîr anî

    07/03/2024 Duración: 13min

    Di 5’ê Adara 1991 de li Raniya ku deriyê serhildanê bû. Xelk bi cesaret û îradeya xwe bajar ji bindestiya desthelatdariya wê demê ya Sedam Husên rizgar kir û li seranserê başûrê Kurdistanê îlhama serhildanên bi vî rengî pêk hatin. Nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê ji me re behsa wê boneyê dike û herweha behsa dem-xuyakirina helbijartinên li Herêma Kurdistanê jî dike.

  • How to prepare a job application: Tips for success - Çawa daxwaziya karekî amade bikî: Serişteyên Serkeftinê

    06/03/2024 Duración: 10min

    When coming across an advertisement for a job that interests you, understanding the subsequent steps is crucial. Preparing the requisite documentation and comprehending the recruiter's expectations will enhance your likelihood of securing that position. - Dema ku ji bo karekî ku we eleqedar dike, hûn rastî reklamekê tên, têgihîştina gavên li pêş pir girîngin. Nivîsandina kaxezên daxwaza kar dikare tirsinak be, lê têgihîştina hêviyên peywirdar dê şansê we ji bo bi destxistina kar zêde bike.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 6î Adara 2024

    06/03/2024 Duración: 05min

    Di vê buletena nûçeyan de: Qantas 250,000 dolar ceza li ser tawanên nijadperestî, binpêkirinên tenduristî û ewlehiyê digire... Beryar e ku Joe Biden namzediya hilbijartina seretayî ya Iowa bi dest xîne... Û di werzêşê de, lîstikvanê Australî yê basketbolê Patty Mills peymaneke bi Miami Heat re mor dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Calls for widespread change on how obesity is treated in Australia - Bang li guhertineke berfireh derbarê dermankirina qelewbûna li Australya dibe

    06/03/2024 Duración: 05min

    An extra 2.5 million Australians are now classified as obese compared with a decade ago, as the federal government considers a proposal to limit junk-food advertising targeted towards children. The new figures shine the light on alternative perspectives on what it means to be obese as well what makes it difficult for migrant communities. - Zêdetirî 2.5 mîlyon Australî li gorî deh salên berê niha wekî qelew têne hesibandin, ku di heman demê de hukumeta federal di pêşniyarekê de difikire da ku reklamên xwarina nebaş ya ku ji zarokan re dihêt armanc kirin sînordar bike. Hejmarên nû ronahiyê didin perspektîfên berdêl li ser wateya qelewbûn û herweha tiştê ku ji bo civakên koçber dijwariyan peyda dikin.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 5î Adara 2024

    05/03/2024 Duración: 05min

    Di vê buletena nûçeyan de: Hukumet plana 2 milyar dolarî ji bo xurtkirina pêwindiyên aborî bi Başûr Rojhilatê Asyayê re eşkere dike... Serokê Koalîsyonê Peter Dutton guhertinên di kabîneya xwe ya Opozîsyonê de ragihand... Û di werzîşê de, rahênerê Matildas Tony Gustavsson dibêje ji dema ku tawanên destdirêjîyê hatine eşkere kirin, ew bi Sam Kerr re neaxifiye. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Gelo nerîna Kurdên li Izmîrê li hember hilbjartinên herêmî yên 31 Adarê çi ne

    01/03/2024 Duración: 10min

    Vê hefteyê nuçegîhana me Hatice Kamer bi me re ji Izmîrê diaxafe. Ew ji wir ji me re behsa amadekariyên helbijartinên 31 Adarê dike. Herweha ji me re behsa serbestkirina hevseroka Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglû ku piştî 10 mehan dike.

  • Nûçeyên Hefteyê

    01/03/2024 Duración: 09min

    Di vê buletenê de: Şermezarkirin û tevliheviya li dor bûyereke kujer li rawestgeha alîkariyê ya li Xezayê... Dezgeha sîxuriyê ya Australya biryara eşkerenekirina navê siyasetmedarekî diparêze... Û di nûçeyên tenis de, Andy Murray di siberoja xwe de difikire ku di heman demê de Medvedev di şampiyoniya Dubeyi de pêş dikeve, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • "Di pêkanîna xewnên xwe de berdewam be"

    01/03/2024 Duración: 10min

    Rêbaz Mihemed di sala 2012an de ji Herêma Kurdistanê koçe Brîtaniya kir. Tev ku wî zimanê Îngilîzî nedizanibû, ew nuha bûye yek ji baştirîn werzîşvanên topa pê ya şêweya azad (freestyle), û çar caran Xwediyê Rekorda Cîhanê yên Guinnessê ye.

  • #56 Organising a party (Med) - Organîzekirina ahengekê

    29/02/2024 Duración: 08min

    Learn how to talk about having a party. - Fêr bibe ka mirov çawa li ser organîzekirina ahengekê biaxafe.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 29î Şubata 2024

    29/02/2024 Duración: 11min

    Di vê bûlentena roja Pêncşemê de: Yekem kesê ku li gorî qanûnên destwerdana biyanî ya Australya tawanbar tê dîtin ...Fransa mafê kurtajê di Destûra Bingehîn ya xwe de dibepejirîne... Û di sporê de, Pekîn wekî mezûvana şampiyoniya werzêşa cîhanê ya 2027 hate binav kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 28î Şubata 2024

    28/02/2024 Duración: 04min

    Di vê buletena nûçeyan de: Peyakî Australî ku di zarokatiya xwe de birin Sûriyê, taybetî bi SBS Dateline re diaxive... Balyozê Ukraynê ji hukumetê daxwaza bêtir piştgirî dike... Agirên daristanan li Victoria berdewamin, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Tackling misinformation: How to identify and combat false news - Mijûlbûna bi agahdariya şaş re: çawa nûçeya derewîn û rastîn ji hev cûda bikî

    28/02/2024 Duración: 12min

    In an era where information travels at the speed of light, it has become increasingly difficult to distinguish between true and false. Whether deemed false news, misinformation, or disinformation, the consequences are the same - a distortion of reality that can affect people's opinions, beliefs, and even important decisions. - Di serdemeke ku agahdarî bi leza ronahiyê re dimeşe, cihêkirina rastiyê ji derewan her ku diçe dijwartir dibe. Çi nav lê dibe bila bibe, agahiyên ne durist heman bandor hene - berevajîkirina rastiyê ku dikare ramanan bihejîne, baweriyan bişkîne, û tewra bandorê li biryarên krîtîk bike.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 27î Şubata 2024

    27/02/2024 Duración: 06min

    Di vê buletena nûçeyan de: Hat ragihandin ku di lêgerîna herdu kesên ji Sydney Jesse Baird û Luke Davies de bermahî ji aliyê polîsan ve hatine dîtin... Serokwezîrê berê Scott Morrison axaftina xwe ya dawîn li parlemenê pêşkêş dike... Û di fûtbolê de, Matildas bi lîstikekê dûrî bijartina ji bo Olîmpiyadê ne. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Çima zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di metirsiyê de ye?

    23/02/2024 Duración: 11min

    Em derbarê Roja Navneteweyî ya Zimanê Makî bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin û li ser çalakiyên û metirsiyên ku zimanê Kurdî li Bakur têde dipirsin. Herweha di nav raportê de helwest û nerînên beşdarên ku amadeyî çalakiyan bûn hene.

  • Nûçeyên Hefteyê

    23/02/2024 Duración: 10min

    Di vê buletenê de: Ji ber agirên li Victoria ji bi hezaran kes hat xwestin ku ji malên xwe derkevin… Polîsê New South Wales li yek ji efserên xwe digere ku têkildariya wî bi du kesên ji Sydney ye winda heye, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 22î Şubata 2024

    22/02/2024 Duración: 10min

    Di vê bûlentena roja Pêncşemê de: Hukumeta Federal ji ber xemên li ser nebûna pêşbaziyê dest bi vekolînê dike… Asbestos li heft cihên din li Sydney hat dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Dadgeha Iraqê kursiyên Parlemana Herêma Kurdistanê kêm dike

    22/02/2024 Duración: 10min

    Dadgeha Bilind ya Federal ya Iraqê roja Çarşemê biryar da ku Herêma Kurdistanê bibe 4 herêmên hilbijartinê û hejmara kursiyên Parlemana Herêma Kurdistanê bike 100 kursî. Derbarê Roja Navneteweyî ya Zimanê Makî, ku gelek pirisgirêk ji zimanê Kurdî hene. Zêdetir derbarê wan babetan di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 21î Şubata 2024

    21/02/2024 Duración: 05min

    Di vê buletena nûçeyan de: Ji ber nexweşiyê Julian Assange beşdarî rûniştina ji bo radestkirina Dewletên Yekbûyî nebû... Serok û serokê birêvebir yê kargêriya Woolworths Group Brad Banducci dê di meha Îlonê de dest ji kar berde, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

  • Are you eligible for the Higher Education Loan Program? - Ma we maf ji bo Bernameya Deynê Xwendina Bilind heye?

    21/02/2024 Duración: 10min

    Around three million Australians have a government loan through HELP, the Higher Education Loan Program. You too may be eligible to defer your tertiary tuition fees until you secure a job. - Nêzîkî sê mîlyon Austral bi rêya HELP, Bernameya Deynê Xwendina Bilind, deynekî hukumetê hene. Dibe ku mafê we jî hebe heya ku hûn karekî xwe yê bi ewle nebînin, peredana xwendina xwe ya bilind paşve bixin.

página 36 de 37