Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 132:47:49
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Geşedanên dawîn derbarê rûxandina rêcîma Esed

    20/12/2024 Duración: 06min

    Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser rewşa bakur-rojhilatê Sûriyê û geşedanên rojevê de ye. Raport her weha behsa serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dike ku wî li lûtkeya “Rêkxistina Welatên Heşt” de ragehand ku pêdivîtiya gelê Sûriyeyê bi yekrêzî û vejandina wî welatî heye, ku ew ji şerî westiyayî ne.

  • Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 19î Kanûna 2024

    19/12/2024 Duración: 10min

    Di bûletena nûçeyên roja Pêncşemê de: Australî rûbirûyê baca zêde û kêmkirina xizmetan dibin eger hukûmet pirsgirêka deyn çareser neke... Navbeynkarên Amerîkî û Ereb ji bo bidawîkirina rêkeftina Îsraîl û Hemasê ji bo şerê Xezayê dixebitin… Nuxteyên ducarî - ji roja Îniyê 20/12/24 saet 12:01 danê sibê dest pê dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Ji nişka ve nirxê lîreya sûrî di nav bazarên Herêma Kurdistanê de zêde dibe

    18/12/2024 Duración: 08min

    Piştî buyerên li Sûriyê, bazara kirrîn û firotina diravan li Herêma Kurdistanê germ bûye. Bi teybetî lîreya Sûrî li bazaran qerebilixeke pir çê kiriye û gelekî bilind bûye lewra kiryar û firoşyarên diravan bi awayekî mezin diçin bûrseyan û lîreya Sûri dikrin. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Ceasefire agreement between Türkiye and SDF extends until the end of the week - Rêkeftina agirbestê di navbera Tirkiyê û HSDê heta dawiya hefteyê dirêj dibe

    18/12/2024 Duración: 09min

    We interviewed journalist and field producer Mustafa Ali from Qamishli about the current situation in northeastern Syria, including the ceasefire agreement between Türkiye and the Syrian Democratic Forces (SDF) that has been extended until the end of the week, the preparations for the idea of disarmament in Kobani, and other related topics. - Em bi rojnamevan Mistefa Elî ji Qamişlo li ser rewşa niha ya bakur rojhilatê Sûriyê hevpeyvînekê dikin. Gotûbêj li ser rêkeftina agirbestê ya di navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, ku heta dawiya hefteyê hat dirêjkirin, amadebûna pêşniyara bêçekkirina Kobanî û gelek mijarên cuda tên axaftin.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 18î Kanûna 2024

    18/12/2024 Duración: 04min

    Di vê bûletenê de: Tîmên rizgarkirin û bijîjkî yên Australya diçin Vanuatuyê ji bo alîkariya erdhejeke kujer… Nûvekirina budceya nîv-salî hate weşandin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Fall of Assad regime in Syria creates uncertainty for migrants in Europe - Ketina rejîma Esed li Sûriyê nezelaliyê ji bo koçberên li Ewropayê çêdike

    18/12/2024 Duración: 10min

    The fall of the Assad regime has left an air of uncertainty in neighbouring nations over the future of the Syrian migration. Greece, which has taken in a great number of those migrants, is maintaining a watchful eye on developments, with officials saying it's too early to draw any conclusions. - Ketina rejîma Esed di nav welatên cîran de nezelaliyek li ser siberoja koçberên Sûrî hişt. Yewnanistan, ku hejmareke mezin ji wan koçberan wergirtiye, ji nêzik ve geşedanan dişopîne, karbidestan jî diyar kirin ku hîn zû ye ku mirov ti beryaran bide.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 17î Dîsembira 2024

    17/12/2024 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Nîgeraniyên li ser siberoja penaberên Sûriyê piştî rûxandina rêjîma Esed... Qedexekirina protestoyên li derveyî cihên îbadetê, li gorî qanûnên pêşniyarkirî li Victoria, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 13î Kanûna 2024

    13/12/2024 Duración: 05min

    Di vê bûletenê de: Wezîrê Derve yê DYA Antony Blinken bang li serkirdayetiya nû ya Sûriyê dike ku mafên jinan û kêmneteweyan biparêze... Koalîsyon dibêje plana wê ya hêza nuklêrî dê 263 mîlyar dolar ji Australya re tewfîr bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Helbestvan Berken Bereh 50 saliya helbestvanîya xwe pîroz dike

    13/12/2024 Duración: 06min

    Raporta Hatîce Kamer ji Amedê vê hefteyê yeke hunerî ye. Ew ji me re behsa 50 saliya helbestvanîya helbestvan Berken Bereh dike.

  • Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 12î Kanûna 2024

    12/12/2024 Duración: 12min

    Di bûletena nûçeyên roja Pêncşemê de: Ji bo tîmekî rugby league yê P-N-G peymanek di navbera Australya û PNG hate morkirin... Australya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara dengdana agirbesteke daîmî ya Gazzeyê dide… Dîplomatekî berê yê Amerîkî rexne li helwesta Australya derbarê vegerandina jin û zarokên Australî ji Sûriyê kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Penaberên Sûrî li Hewlêrê rûxandina Esed pîroz dikin

    11/12/2024 Duración: 10min

    Penaberên Rojavayê Kurdistanê rûxandina rejîma Beşar eL-Esed li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê pîroz kirin. Nêzîkî sê mehane ku karmendên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe wernegirtine, ji ber wê jî karê xwe yê fermî boykot kirin û daxwaza mafên xwe kirin. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • SBS ber bi Rojavayî Sydney ve berfireh dibe

    11/12/2024 Duración: 04min

    Ev alîkariya diravî dê rê bide SBS ku navendek hilberîna serbixwe ya nû li Rojavayî Sydney ava bike, ku ji wir dikare naverokên orîjînaltir çêbike.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 11î Kanûna 2024

    11/12/2024 Duración: 04min

    Di vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese mîlyarek dolar ji bo lênerîna gerdûnî ya zarokan eşkere dike… Artêşa Îsraîlê di nava 48 demjimêran de 480 caran êrîşî Sûriyê kiriye, da ku firsend ji bo serhildayan çê bibe avakirina ji nûve pêk bînin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Is antisemitism in Australia changing? - SBS Examines: Ma dij-cihûtî li Australya diguhere?

    11/12/2024 Duración: 07min

    Antisemitism is nothing new. But experts say the kinds of anti-Jewish incidents and attacks we're seeing now have never happened before in Australia. - Dij-cihûtî ne tiştekî nû ye. Lê pispor dibêjin cureyên bûyer û êrîşên dijî Cihûyan ku em niha dibînin, berê li Australya çênebûne.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 10î Dîsembira 2024

    10/12/2024 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Rêberê opozisyonê dibêje Australya divê di bin yek al de bibe yek... Parlamenterê Partiya Kar banga yekitiyê dike ji bo bersivdana êrîşa bi berfirehî ya şermezarkirina kinîşta Melbourne… Tirkiye sînorê xwe bi Sûriyê re vedike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Metirsî ji bo sivîlên ku li Sûriyê di nav şer de asê mane zêde dibin

    06/12/2024 Duración: 06min

    Serhildayên Sûrî bajarê Hemayê girtin, û serkeftineke mezin pîroz kirin piştî hefteyekê ku li seranserê bakurê Sûrîyê pêşve diçin. Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres banga rawestandina rijandina xwînê dike.

  • Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 5î Kanûna 2024

    05/12/2024 Duración: 10min

    Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 5î Kanûna 2024 Wezîrê Derve yê DYA Antony Blinken hişyarî li hember vejîna rêxistina Dewleta Îslamî li Sûriyê dide... Serokê hukumeta NSW Chris Minns dibêje dengdaneke raporkirî ya ji bo şandina wî bo organa gendeliyê ya wîlayetê şerm e, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 4î Mijdara 2024

    04/12/2024 Duración: 04min

    Di vê bûletenê de: Aboriya Australya di çaryeka Îlonê de ji sedî 0.3 zêde bû... Banka Commonwealth, piştî berteka mişterîyan, raya xwe ya li ser xercên nû diguhere... Matildas di maça xwe ya îşev li Melbourne li hember Taywanê li serkeftinekê digerin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Rûniştina vekirina parlemana Herêma Kurdistanê bêyî lihevkirin bi dawî hat

    04/12/2024 Duración: 09min

    Civîna yekem ya xola şeşemîn ji civîna Parlemana Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, lê ji ber boykotan serokek, cîgirê serok û sekretêr ji bo parlemanê nehatin helbijartin. Her weha nûçegîhan Ehmed Xefûr di nav raportê de behsa şerê ku ji nu ve li Sûriyê destpêkiriye dike, ka berteka Hukumeta Herêma Kurdistanê û Îraqê bi gîştî çî ye dibe.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 3î Dîsembira 2024

    03/12/2024 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Australya delîlan dide wekî beşek ji dozeke girîng ya avhewayê li Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê... Serokê hukumeta Queensland qanûnên gengeşî yên sûcên ciwanan diparêze... Û di futbolê de, Matildas xwe ji bo du pêşbirkên dawî yên salê amade dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

página 20 de 37