Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Xelk ji danîna qeyûman li bajarên Kurdan ne razîne

    07/11/2024 Duración: 11min

    Tirkiyê roja Duşemê sê şaredarên bajarên ku piraniya şêniyên wan kurd in, bi tawanên "terorîzmê" ji kar derxistin, tevî ku Enqere xwesteka eşkere ya ji bo nêzîkbûna bi kurdan re heye. Li bajarên Mêrdîn, Batmanê û Halfeti ku navçeyeke Ruhayê ye şaredar ji wezîfeyê hatin derxistin û qeyûm hatin tayînkirin. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

  • Gelo daxwaza Herêma Kurdistanê derbarê paşvexistina serjimêriya 2024 pêk bê?

    07/11/2024 Duración: 10min

    Serjimariya Îraqê di 20/11/2024 de ye, ji ber pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqê de, tirs heye ku serjimêrî ji bo mebestên siyasî were bikaranîn. Bi taybetî bicihkirina Erebên aware li Hermên Kurdistanê yên li Derveyî Îdareya Herêmê. Zedetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Migrants aren't being hired in the jobs they're qualified for. It's costing Australia billions - SBS Examines: Koçber di karên xwe de nayên wergirtin. Mesrefê bi mîlyaran li Australya dike

    06/11/2024 Duración: 04min

    Australia is facing a skills shortage. So why are migrants struggling to find work in line with their education and experience? - Australya bi kêmasiyeke jêhatîbûnê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê çima koçber ji bo peydakirina kar li gorî perwerde û ezmûna xwe têdikoşin?

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 5î Mijdara 2024

    05/11/2024 Duración: 03min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Reserve Bank rêjeyên ji sedî 4.35 dihêle ... Cîgirê Serokwezîr Richard Marles dibêje hevalbendiya DYa-Australya dê bi hêz bimîne… Û di pêşbirka hespan de... Knight Kûpê Melbourne di pêşbaziya hespan de qezenc dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 1î Mijdara 2024

    01/11/2024 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Hat dîtin ku Pauline Hanson bi nijadperestî senatoreke misilman şermezar kiriye… Bi kêmanî 6 penaxwazên Rohinga li beravên Aceh li Endenûsya xeniqîn, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Is Turkiye trying to improve its relations with the Kurds? - Gelo Tirkiyê hewl dide têkiliyên xwe bi Kurdan re sererast bike?

    31/10/2024 Duración: 13min

    The recent circumstances in Turkiye have been marked by heightened tension, particularly following the incident that occurred in Ankara on October 23, which has adversely affected the peace negotiations between the Kurdistan Workers' Party (PKK) and the Turkish government. To get further insight into the situation, Sedat Yurtdash, a lawyer and politician from Diyarbakir, provides an analysis of the current situation. - Wek tê zanîn ku di van demên dawîn de li Tirkiyê rewş aloze bû ye – bi taybetî piştî bûyera vê dawiyê ya ku di 23 Cotmehê de li Enqerê cî girtî ku proseya aştiyê di navberî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Tirkiyê têk bir. Ji bo em zêdetir li ser rewşê bizanibin parêzer û siyasetvan Sedat Yurtdash ji Diyarbekir rewşê analîz dike.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 31î Cotmeha 2024

    31/10/2024 Duración: 11min

    Di vê bûletenê de: Raporek dibîne ku avhewaya Australya xirabtir dibe, û daxwaza kêmkirina gazê bi zûtirîn dem tê kirin… Çîn Australya bi nîjadperestiya sîstematîk tawanbar dike... Û di tênis de, Alex de Minaur û Holger Rune derbase dora sêyemîn ya Masters li Parîsê dibin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Nakokî di navbera PDK û YNK li ser karta Jimareya Min zêde dibe

    31/10/2024 Duración: 10min

    Nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê di raporta xwe de li ser nakokiya di navbera PDK û YNK derbarê karta bankê ya Hesabê Min vedibêje. Her weha behsa encamên dawîn yên helbijartinê dike ku her kes dixwaze hukumetek bi zûtirîn dem pêk bêt.

  • Malbata Şenyaşar piştî 6 salan şîna xwe datîne

    31/10/2024 Duración: 08min

    Fadil Şenyaşar piştî zêdetirî 6 salan ji girtîgehê bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ji girtîgehê derket. Di doza êrîşa 2018'an a Pirsûsê ku ji malbata Şenyaşaran gelek kes hatin kuştin, tevî girtiyên din ê di girtina malê de bin. Di encama têkoşîna Emîne Şenyaşar de kurê wê Fadil Şenyaşar hate berdan. Malbat piştî 6 salan şîna xwe datîne.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 30î Cotmeha 2024

    30/10/2024 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îroj de: Enflasyon ji destpêka sala 2021-an û vir ve digihîje rêjeya herî nizim… Hukumeta federal planên mezinkirina stokên mûşekên dûravêj yên Australya eşkere dike, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.

  • SBS Examines: In Conversation with the Governor-General - SBS Examines: Di danûstendineke bi Waliya Giştî re

    30/10/2024 Duración: 07min

    Australia's Governor-General is hopeful about Australia's future, despite conflict and difficulty dominating headlines. - Waliya Gîştî ya Australya ji siberoja Australya bi hêvî ye, tevî nakokî û dijwariya manşêtan. Di hevpeyivîneke bi SBS Examines re, bi rûmet xatûn Sam Mostyn ramanên xwe yên li ser hevgirtina civakî, xweşbînî, û rola padîşahiyê parve kir.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 29î Cotmeha 2024

    29/10/2024 Duración: 05min

    Di vê bûletenê de: Raporeke nû dibîne ku qedexeyên pandemiya li Australya bi tevahî ne pêwîst bûn… Lêkolîneke nû dît ku prostata ne-kansêr jî bandorê li ser derûniya peyan li Australya dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • 'I have a passion for writing about cultural and traditional topics' - 'Meraqa min a nivîsandina li ser mijarên çandî û kevneşopî heye'

    25/10/2024 Duración: 10min

    Falak, displaced from her homeland by Islamic State (IS) nine years ago, channels her energy into writing and reciting original love stories, traditional songs and poetry. - Felak, neh salan berê ji ber êrîşa "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Kobanîyê koçe Almaniya kir. Ew enerjiya xwe di nivîsandin û xwendina çîrokên evînî yên resen, stranên kevneşopî û helbestan de derbas dike.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 25î Cotmeha 2024

    25/10/2024 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Du kes li Victoria mirina dema kamyonek li mala wan qelibî… Piraniya Australîyan di 12 mehên dawî de rastî êrîşeke cyber bûne... Û di sporê de, Matildas di lîska hevaltî ya îşev bi Swîsreyê re dileyzin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Têkçûna hêviyên aştiyê piştî êrîşa li Enqerê cî girtî

    25/10/2024 Duración: 09min

    Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê behsa êrîşa ku li ser kargeheke çekan li Enqerê bûyî dike, ku hukumeta Tirkiyê îdîa dike PKK ev kiryar kiriye. Ew herweha ji me re behsa serdana serokê CHPê Ozgur Ozel bo Diyarbekir dike.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 24î Cotmeha 2024

    24/10/2024 Duración: 09min

    Di vê bûletenê de: Pirsên li ser mafdariya Lidia Thorpe ji bo rûniştina di Senetê de... Li Tirkiyê di encama êrişeke terorî de 5 kes hatin kuştin... Zêdetirî 30 xwendekar bi koktêla molotov li Çîlî brîndar dibin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Gelo dê kengê hukumeteke nû li Herêma Kurdistanê pêk bêt?

    24/10/2024 Duración: 12min

    Nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê li ser encamên helbijartina li Herêma Kurdistanê di 20/10/2024 de cî girtî vedibêje. Herweha xelk bi gîştî dixwaze hukumetek bi zûtirîn dem pêk bêt, lê hin idîa hene ku dê piştî helbijaratinên li Îraqê ku sala bêt 2025 pêk were.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 23î Îlona 2024

    23/10/2024 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îroj de: Pevçûn di navbera komên rastirgir û xwepêşanderên alîgir ê penaberan de... Raporeke nû destnîşan dike ku wîlayetên Australya ê tekoşîna xwe ji bo bicihanîna armancên xaniyan bidomînin… Îsraîl kuştina rêberekî şûnbilind ê Hizbullahê piştrast kir, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.

  • 'Australia makes dreams come true' - 'Australya xewnên mirovan pêk tîne'

    23/10/2024 Duración: 05min

    Two years ago, we had a conversation with a young Ezidi who was living in a refugee camp in the Kurdistan Region of Iraq. He expressed a strong interest in photography and aspired to purchase his own camera in the future. A year later, Rami Alali relocated to Armidale, Australia, with his family. We reached out to Rami to inquire whether he had achieved his dream of owning a camera since his arrival in Australia. Rami shared that he had indeed fulfilled his aspiration and was currently enrolled at TAFE to improve his English language, enabling him to pursue a career in photography. - Berî du salan me bi ciwanekî Êzidî yê ku li kampeke penaberan li Herêma Kurdistanê dijiya, li ser meraqa wî ya wênekêşiyê ku xewna wî rojekê xwediyê kamerayeke baş be axifîn. Ramî Elelî berî salekê bi dêûbav, xûşik û birayên xwe re gihişt Australya û li Armidale bi cih bû. Me hevpeyvînek bi Ramî re kir wekî şopandin da ku em zanibin ka xewna wî ya bidestxistina kamerayekê ji dema gihîştina Australya pêk hatiye yan na. Rami ji me

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 22î Cotmeha 2024

    22/10/2024 Duración: 05min

    Di vê bûletenê de: Dema ku King Charles li Redfern li Sydney digere, peykerek Queen Victoria hate xirab kirin… Îran bi şandina pere û zêr bo Hizbullah li Lubnanê tê tawanbarkirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

página 23 de 37