Sinopsis
Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Episodios
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 11î Îlona 2024
11/09/2024 Duración: 04minDi bûletena nûçeyên îroj de: Nîqaşa duyemîn ya serokatiyê Dewletên Yekbûyî dest pê kir... Xwepêşander bi polîsan re li Melbourne dikevin pevçûnê... Û di werzîşê de, Tîmê Paralîmpîk a Australya ji Parîsê digihîje Sydney, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 10î Îlona 2024
10/09/2024 Duración: 06minDi vê bûletenê de: Jim Chalmers opozisyonê li ser berevajîkirina siyaseta xwe derbarê reformên Reserve Bank rexne dike... Anthony Albanese ber bi qedexekirina medyaya civakî ya ji bo zarokên di bin temenê14 salî dimçe… Hejmara kuştiyên êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên şeva borî li Sûriyê dibe 18 kesan, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
'My dream was to one day specialise in anatomical pathology' - 'Xewna min bû ku rojekê pisporiya teşxîskirina nexweşiyan bikim'
06/09/2024 Duración: 11minDr Sarbar Napaki arrived in Australia in 1992. With his medical background, when he arrived in Australia, he did three years of residency in medical surgical and emergency. Dr Napaki also worked as a general practitioner until 1997 when he started his training in Anatomical Pathology. He received his Fellowship of the Royal College of Pathologists Australasia at the end of 2002. Dr Napaki is currently Head of Department in Anatomical Pathology at Wollongong Hospital. His areas of interests include urology, lymphoma, head and neck and gastrointestinal Pathology. He re-joined the Pathology Department at Southern IML Pathology in 2016. - Dr. Serbar Nepaxî di sala 1990 de li zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê xwendina xwe ya blind kuta kir. Wî di sala 1992 e, koçî Australya kir û sê salan di warên bijîşkî, neştergerî û pizîşkiya awarte de perwerde dît.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 6î Îlona 2024
06/09/2024 Duración: 05minDi bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr Anthony Albanese dibêje nêzîkatiyek yekgirtî pêdivî ye ku mirov li xwendegehan zêdebûna dijî jinan çareser bike… Xezînedar Jim Chalmers RBA bi blindbûna rêjeya fayîzê tawanbar dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Îraq bizava derbaskirina yasaya temenê zewacê ji bo keçan bike 9 salî dike
05/09/2024 Duración: 11minDi raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê de behs li ser peyakî ji parêzgeha Duhokê ku li bajarê Stenbolê li Tirkiyê hatiye kuştin dibe. Herweha behs li ser du beşbûna xelkê derbarê yasaya rewşa kesayetî dibe ku hinek li dijî serrastkirinê ne û hinek jî hewla serrastkirin û pesendkirina yasayê didin, yasaya ku keçên 9 salî bidin mêr.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 5î Îlona 2024
05/09/2024 Duración: 09minDi vê bûletenê de: Bill Shorten dê di hilbijartinên li pêş de ji siyasetê vekişê ... Hêdîbûna aborî ya Australya bandoreke giran li jinan dike… Û di tenis de, Alex de Minaur ji yekaneya mêran ya US Open hate derxistin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 4î Îlona 2024
04/09/2024 Duración: 04minDi bûletena nûçeyên îroj de: Îranê bangî balyozê Australya ji ber posta LGBTQ+ kir… Wezareta Dadê ya Amerîka derbarê serokê nû yê Hamasê de tawanên tawanan ragihand, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 3î Îlona 2024
03/09/2024 Duración: 04minDi vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese peymaneke nû ji bo fînansekirina xwendegehên li Rojavayê Australya ragihand…Û di werzîşê de, Alex De Minaur ji Australiyê li hember xwe Jordan Thompson di U-S Open bi ser ker, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Tailor becomes famous fashtion designer's dressmaker - 'Min giyan di kirasî de dît, ev kiras bi te re dipeyivî'
30/08/2024 Duración: 09minThe 13-year civil war in Syria led to the displacement of millions of people, who settled in western and neighbouring countries. Some of them succeed in their new country and some of them go through difficult situations. A person who is successful in his work, is Ali Kobani, who is a dressmaker especially Kurdish clothes. He has lived in the Kurdistan Region for since 2011. When he first arrived in the Kurdistan Region, he faced some difficulties as a tailor. After people saw his work, he was very successful, and now he is working with Kurdish fashion designer Lara Dizeyee as a dressmaker. - Şerê navxweyî yê 13 salan li Sûriyê bû sedema awarebûn û penabertiya bi milyonan kes, kesên ku li Ewropa û welatên cîran bi cîh bûn. Hin ji wan li welatê xwe yê nû biserkeftin û beşek jî di rewşên dijar re derbas dibin. Kesekî ku di karê xwe de bi serkeftîye, Elî Kobaniye ku di warê dirûna cilan de û bi taybetî cilên Kurdî de kar dike 11 salin li Herêma Kurdistanê dimîne. Dema di destpêkê de gihîşt Herêma Kurdistan ew ras
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 30î Tebaxa 2024
30/08/2024 Duración: 04minDi bûletena nûçeyên îro de: Bîroya Statîstîkên Australya pirsa serjimêriya nû ya li ser zayendiyê ya 2026-an diceribîne… Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Navenda Xezeyê de ji malbatekê 9 kes mirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 29î Tebaxa 2024
29/08/2024 Duración: 09minDi vê bûletenê de: Wezîrê Guhertina Avhewa û Enerjiyê dibêje hukûmeta Kar li ser riya raste derbarê bicîhbûna daxwazên enerjiyê... Xezînedar Jim Chalmers dibêje biryara derxistina pirsên li ser nasnameya LGBTIQ+ di serjimêrêyê de ji bo nehiştina dabeşbûnê bû… Û di sportê de, Sê şampiyonên tenîsê yên Australya di roja sêyem ya US Open de têk diçin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
Hukûmeta Herêma Kurdistanê bi dahata navxweyî pêşwaziya 38 hezar mamosteyan dike
29/08/2024 Duración: 09minPiştî guhdarkirin, xwepêşandan û daxwaziyên mamosteyên ne-girêbest, Serokwezîr M Barzanî biryar da ku pêwîte ew kesana hemî li ser dahata navxwe ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê bibin girêbest. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 28î Tebaxa 2024
28/08/2024 Duración: 05minDi bûletena nûçeyên îroj de: Serokwezîr dibêje Australya ewlehî ji Însiyatîfa Polîsê Pasîfîk re peyda kiriye… Bertekên tevlihev yên serokên zanîngehan ji bo kêmkirina cîhên xwendekarên navneteweyî hene, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.
-
Is the cost of living affecting social cohesion? - SBS Examines: Ma buhabûna jiyanê bandorê li hevgirtina civakî dike?
28/08/2024 Duración: 06minAccording to recent research, the biggest concern facing Australians today is the economy, and it’s causing ruptures within our society. - Li gor lêkolînên vê dawiyê, metirsiya herî mezin ku îro Australî rû bi rû dibin, rewşa aborî ye ku ev jî dibe sedema şikestinên di nav civaka me de.
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 27î Tebaxa 2024
27/08/2024 Duración: 05minDi vê bûletenê de: Hukûmet ji bo sala bê hejmara cihên xwendekarên navneteweyî sînordar dike… Serokê opozisyonê Peter Dutton bersivê dide şîroveyên Xeznedar ku ew serokê partiyê "herî dabeşker" e ... Û di tenîsê de, Alexei Popyrin bû yekem serketiyê Australya li US Open, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Berhevkirin û parastina berhemên hunermedên Kurd yên berê
23/08/2024 Duración: 09minZeyneb Yaş ji Amedê ye û bi salan e li ser berhevkirin û parastina berhemên kevin yên hunermendên Kurd kar dike. Ew bi awayekî zanistî û akademîk mûzîka Kurdî arşîv dike da ku tomarên kevnar yên hunermendên Kurd biparêze. Nûçegîhan Hatice Kamer ev raporta taybet ji me re ji Amedê derbarê Zeyneb Yaş amade kiriye.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 23î Tebaxa 2024
23/08/2024 Duración: 05minDi bûletena nûçeyên îro de: Hevbendiya Ewlekariya Jinê ya Neteweyî dibêje fermanên tundûtûjiya malbatê bi gelemperî ji bo parastina mexdûran nayên cih ... Peter Dutton dibêje hukumet di hatina keştiyên neqanûnî de siste... Û di tênis de, di nav 40 salî de tîmê Australya yê US Open de yê herî mezin be, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Social media has a huge impact on teens if not used correctly - Medyaya civakî bandoreke mezin li ser ciwanan dike eger rast neyê bikaranîn
23/08/2024 Duración: 12minUndoubtedly, social media has both negative and positive effects on the well-being and mental health of young people. While social media platforms can help teens connect with friends and family, it can also cause depression, anxiety, and loneliness for teens. Mother of three Gozel Khanghah who is deeply involved in the study of childhood education and care shares her thoughts with us about her concerns. Her mission is to understand and take into account the views of her children in their upbringing, we speak to her about her concerns regarding social media. - Bê guman medyaya civakî hem bandorên neyînî û hem jî yên erênî li ser xweşbûn û tenduristiya derûnî ya ciwanan dike. Digel ku platformên medya civakî dikarin ji ciwanan re bibin alîkar ku bi heval û malbata xwe re têkiliyê daynin, ew di heman demê de dibe sedema depresyon, xem û tenêtiya ciwanan. Gozel Xanikê dayika sê zarokan e ku bi kûrahî di lêkolîna perwerdehî û lênihêrîna zaroktiyê de ye. Erka wê ew e ku di mezinkirina zarokên xwe de nêrînên wan fêm
-
Dane li ser qurbaniyên topbaranên Tirkiyê û Îranê li Herêma Kurdistanê hene
22/08/2024 Duración: 09minKomkirina dane û zanyariyên berfireh li ser qurbaniyên di encama bombaranên Tirkiyê û Îranê li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. MPOX wate vîrosa meymûnan li zêdetirî 12 welatan belav bûye, ku li Iraq û Herêma Kurdistanê hişyarkirina li ser nexweşiyê tedbîran destpêkiriye, zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 22î Tebaxa 2024
22/08/2024 Duración: 11minDi vê bûletenê de: Dêûbavên nû dikarin di demek nêzîk de, li ser pereyên betlaneya dêûbavbûnê, superannuation jî bistînin ... Australya dê mûşekan li kargeheke nû ya li Newcastle çê bike… Û di sporê de, Ron Coote navê lîstikvanê rugby league yê 14mînî nemir hat bi navkirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.