Sinopsis
Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Episodios
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 9î Nîsana 2024
09/04/2024 Duración: 05minNûçeyên di buletena roja Sêşemê de: Qedexeya derketina derve ya ciwanan li Alice Springs hate dirêj kirin... Rêjeyên tundûtûjiya nav malê li Australya di metirsiyê de ye… Û di fûtbolê de, tîmekî nû ji bo Matildas di lîskeke hevaltiyê li dijî Meksîkê pêk dihêt, û nûçeyên din hene.
-
"A united alphabet is very important for the Kurdish language" - "Hebûna heman elfebê ji bo zimanî Kurdî gelekî girînge"
09/04/2024 Duración: 17minLanguage is a strong identity for the Kurdish people which has kept the Kurds alive in history. The Kurds face a major obstacle due to the lack of a unified language and alphabet. SBS Kurdish will interview new guests about the importance of language and to gather their views in a series titled “My Kurdish Language is My Identity” every week for the next few weeks. This week our guest is linguist Hewa Salam, a visiting lecturer and developer of the Kurdish language at Bloomington University in Indiana, USA. - Ziman ji bo gelê Kurd nasnameyeke xurt e ku di dîrokê de ev gela zindî hîştîye. Lê kurd ji ber nebûna ziman û alfabeya standerd rastî astengiyeke mezin hatine. SBS Kurdî dê di zincîreya bi navê "Ziman Nasnameya Min e" nêrînên nû ji mêvanên xwe pêşkêş bike. Ji ber vê yekê me zimanzan Hîwa Selam, Fêrkarê Serdankar û Pêşdebirê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Bloomington li Indiana, Amerîka ji bo mêvandariyê di vî beşî de vexwendiye bernameyê.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 5î Nîsana 2024
05/04/2024 Duración: 05minDi vê buletenê de: Zêdetirî 100 seferên balafiran li Sydney ji ber barana pirr hatin betal kirin… Di erdheja li Taywanê 2 Australî winda ne... Û di basketbolê de, Destûrek nû ya hukumeta Victoria fersendekê dide ciwanên Efrîqîyên Australî ku zêdetir beşdarî werzîşê bibin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.
-
Hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê ji bo partiya desthilatdar têkçûneke mezin bû
05/04/2024 Duración: 10minNûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re behsa encamên hilbijartinên şaredariyan yên ku di 31 Adarê de cî girtî dike. Encam li bervajî texmînên partiya desthelatdar bû, ku xuya dike êdî xelk ji desthelatdariya 22 salan bêzar û bêhêvî bû ye.
-
Free swimming lessons aim to improve water safety in migrant communities - Armanc ji dayîn dersên avjiniyê yên belaş ji bo ewlehiya civakên koçber di avê de ye
05/04/2024 Duración: 06minAn initiative offering free swimming lessons in some of Australia's diverse communities is hoping to address a critical gap in water skills and safety. The move comes as migrants continue to be over-represented in Australia's drowning statistics. - Destpêşxerîyek e bo pêşkêşkirina dersên belaş yên melewaniyê li hin civakên cihêreng li Australya ku bi hêvî ye di behreyên avê û ewlehiyê de valahiyeke krîtîk rû bide. Ev bizava berdewam e di dema ku koçber di daneyên xeniqandinê li Australya xwedan nûnertîyên zêde ne.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 4î Nîsana 2024
04/04/2024 Duración: 11minDi vê bultenê de: Serokwezîr Anthony Albanese di Civîna Karsaziya Piçûk de girîngiya aboriya serbixwe ron dike… Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew şandeyên xwe yên alîkariyê yên şevê li Xezayê radiwestîne… û nûçyên din di buletenê de hene.
-
Turkey rejects the newly elected Kurdish mayor from Van in the country's east - Tirkiyê şaredarê Wanê yê nû hilbijartî red dike û yekî din destnîşan dike
04/04/2024 Duración: 09minMunicipal elections were held in Turkey on March 31, but the election results were contrary to expectations. The local elections that took place on Sunday represented a coup against Recep Tayyip Erdogan and the Justice and Development Party after they won the presidential and parliamentary elections last year. Lawyer and political analyst Sedat Yurtdaş provides his analysis. - Di 31 Adarê de helbijartinên şaredariyan li Tirkiyê cî girtin, lê encamên helbijartinan li bervajî texmînan derketin, em derbarê wê mijarê bi parêzer û siyasetvan Sedat Yurtdaş ji Amedê dipeyvîn. Helbijartinên herêmî yên Yekşemê derbeyek bû ji Recep Teyyip Erdogan û Partiya Dad û Geşepêdanê piştî serketinên wan yên sala borî di helbijartinên serokatiyê û parlamentoyê de.
-
Kombûna di navbera Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê NY û rayedarên HHK çi encam da
04/04/2024 Duración: 11minBerpirsên şûnbilind yên Hukumeta Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê derbarê rewşa siyasîye li Îraqê, Herêma Kurdistanê û helbijartinên Parlemena Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herweha di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behs li ser çima beşekî mezin ji fermanberên Herêma Kurdistanê pirojeya "Hejmara Min" ya hesabê bankê red dikin dibe.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 3î Nîsana 2024
03/04/2024 Duración: 05minDi vê buletenê de: Li Taywanê di pileya 7.2 de erdhejek pêk hat û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da... Lêpirsîneke li ser mirina ciwanê xwecî Cleveland Dodd di girtîgehê de tê kirin… Polîs li Tirkiyê hewl didin ku pêla xwepêşandanên li başûr-rojhilatê welêt rawestînin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.
-
Understanding Australia’s precious water resources and unique climate - Têgihîştina çavkaniyên hêja yên avê li Australya û klîmaya bêhempa
03/04/2024 Duración: 11minAustralia is the driest of all inhabited continents with considerable variation in rainfall, temperature and weather patterns across its different climate zones. Here's why this vast land boasts one of the planet's most unique climates. - Australya ji hemî parzemînên niştecîhan zuhatir e ku di nav deverên wê yên cihêreng de baran, germahî û şêwazên hewayê cûdahiyeke berbiçav heye. Ji ber vê yekê ev axa xwedan yek ji klîmayên herî bêhempa yên gerstêrkê ye.
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 2î Nîsana 2024
02/04/2024 Duración: 05minDi vê buletenê de: Serokwezîr daxwaza berpirsiyariyê li ser kuştina karmendeke alîkariyê ya Australî li Xezeyê dike… Sendîkaya polîsê Herêma Bakur îdîa dike ku qedexeya derketina derve ya ciwanan li Alice Springs dibe ku neqanûnî be… Û di werzîşê de, Tîmê Sebastian Fundora daxaza cardin şer ji stêrkê Australya yê boksîng Tim Tszyu re dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 29î Adara 2024
29/03/2024 Duración: 05minDi vê buletenê de: Danûstandinên bi Çînê re ji bo rakirina gumriga li ser Australya berdewam e... Milyarderê berê û damezrînerê pereyê krîpto yê ku niha îflas kiriye ket girtîgehê... Şampiyonekî xwecihî yê AFL rastî gotinên nijadperestî dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.
-
Kurd ji hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyê ne geşbîn in
29/03/2024 Duración: 11minNûçegîhan Hatice Kamer ji me re behsa hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyê ku di 31ê Adara 2024an de tê lidarxistin dike. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê dema serdana Amedê kir ji alîgirên xwe re got hilbijartinên herêmî yên bê dê ji bo Kurdên Tirkiyê bibe "xala zivirînê" ji ber ku ew dê siberoja xwe diyar bikin.
-
#58 How to say 'no' at work (Adv) - #58 Çawa li kar bêjî 'na'
29/03/2024 Duración: 15minLearn how to professionally and politely decline additional workload. - Fêr bibin çawa bi rengekî profesyonel û bi rêz karê zêde red bikin.
-
Hukumeta Herêma Kurdistanê biryara derbarê dayîna mûçeyan radigîne
28/03/2024 Duración: 09minHukumeta Herêma Kurdistanê hinek biryarên giring derxistiye ku bûne ciyê dilxweşîyê ji bo bi hezaran kes! Lê derbarê helbijartina parlemana Herêma Kurdistanê de, ku di nav tevahiya partîyên sîyasî de cûdabûn heye. Zêdetir li ser wan mijaran û mijarên din di raport Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 28î Adara 2024
28/03/2024 Duración: 12minDi vê bultenê de: Li Baltimore di bin pira hilweşiyayî de 2 cenaze ji wesayîtekê hatin derxistin… Sererkanê Hêza Berevaniya Australya ji ber têkçûna leşkerî lêborîn xwest, ew nûçeyana û nûçeyên din di bulentenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 27î Adara 2024
27/03/2024 Duración: 06minDi vê buletenê de:Opozîsyona federal qanûnên dersînorkirina koçberan ya hukumetê dişîne lêpirsîna senetê… Dadgeha Bilind ya Brîtanya radestkirina Julian Assange dereng dixe… 6 karkerên ku di hilweşîna Pira Baltimore de winda bûn, tê texmînkirin mirine. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.
-
Australian Easter: Exploring social and cultural traditions beyond religion - Easter li Australya: Vekolîna kevneşopiyên civakî û çandî li dervayî olê
27/03/2024 Duración: 10minEaster holds great significance for Christians. Yet, for those of different faiths or non-religious backgrounds, it presents a chance to relish a four-day weekend, partake in family and social gatherings, engage in outdoor activities, and attend events where children take centre stage. Here's your essential guide to celebrating Easter in Australia. - Easter ji bo Xiristiyanan xwedî girîngiyeke mezin e. Lê, ji bo kesên ku ji baweriyên cûda yan paşerehên ne-olî ne, ew şansekî peyda dike ku bi dawiya hefteyeke çar-rojî dilxweş bibin, beşdarî civînên malbatî û civakî, çalakiyên li derve dibin û beşdarî bûyerên ku zarok di navendê de ne.
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 26î Adara 2024
26/03/2024 Duración: 06minDi vê buletenê de: Penaxwazên ku red dikin werin dersînorkirin, li gorî pêşnûmeya guhertinên qanûnê, dibe ku heta 5 sal cezayê girtîgehê li wan were birîn… Wezîrên hukumeta Australya armanckirina saziyên demokratîk di êrîşên sayber de li Brîtanya û DYA şermezar dikin... Û di fûtbolê de, Vinícius Júnior yê Berazîl nameyeke hestyarî ku tê de banga bidawîkirina nijadperestiyê dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Înê 22î Adara 2024
22/03/2024 Duración: 05minDi vê buletenê de:Peymana mîlyar dolarî ya Australya bi brîtaniya re nakokî derdixe holê Opozisyon bersiva bangewaziya hukumeta Albanese ya ji bo dupartîbûnê li ser qanûna cudakariya olî kir… Û di sporê de, Lîstikvanê topê yê berê yê Manchester City û Real Madrîdê Robinho ji ber destdirêjiya zayendî hat girtin. ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.