Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Şikefta Şaneder û dîroka wê

    20/06/2025 Duración: 09min

    Pişti ku hindek hestî û keleyê serê mirovan dnava şikefta Şaneder li parêzgeha Hewlêr hate ditin. Bi hezaran xelk û geştîyar, şûnwarnas û dîroknas seredana wê şikeftê dikin. Rojane bi sedan şandên cûda cûda yên dîrokî, kesatîyên akademî serdana şikeftê dikin.

  • Guhdare podcasta bernameya SBS Kurdî bike

    17/06/2025 Duración: 57min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî yan 12/06/2025 ya rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

  • Nîqaşeke germ di navbera HAKPAR û DBP de

    13/06/2025 Duración: 12min

    Di nav partîya HAKPAR û DBP'ê nîqaşekê destpêkirîye ku li ser peyama Abdullah Ocalan ya ku ji 12emîn Kongreya PKK'ê re şandîye. Partîya Weletperwerên Kurd (PWK) jî kete nav nîqaşê û ji Ocalan dixwaze ku ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Weletperwerên Kurd Mehmet Can Azbay behsa daxuyanîya partîya xwe û van nîqaşan dike.

  • Pakêta dadweriya nû ya Tirkiyê di nav fikarên efûyê de rastî nerazîbûnê tê

    12/06/2025 Duración: 10min

    Li Tirkiyeyê niha 396 girtîgeh hene ku ji bo 299 hezar û 924 girtî hatine lêkirin. Lê niha, 409 hezar û 617 girtî di van girtîgehan de cezakirî ne. Rewşa girtîgehan hukûmetê mecbur dike ku jibo barê girtîgehan sivik bike gavên nû bavêje. Hukûmeta Dad û Geşepêdanê (AKP) li ser navê 10emîn Pakêta Dadwerîyê dixwaze guhertinan di hin yasayan de bike. Lê wusa xuya ye, pakêta ku pêşkêşî parlamenê kirin, ne li gorî dilê opozîsyonê ye. Bêtir di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 12î Hezîrana 2025

    12/06/2025 Duración: 09min

    Di vê bûletene de: Wezîrê Parastinê Richard Marles gumanên li ser siberoja peymana sêalî ya AUKUS kêm dike... Balyozê Îsraîlê li Australya dibêje sepandina cezayan li ser du wezîrên Îsraîlî 'nayê pejirandin'… Û di avjeniyê de, Piştî roja sêyemîn a Ceribandinên Australya li Adelaide, hin rûyên nû di tîmê Dolphins de hene, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • 'Serdana Kurdistan' hêvî dike ku heta sala 2035'an 20 mîlyon geştiyaran bikişîne

    12/06/2025 Duración: 08min

    Platforma 'Serdana Kurdistanê'/visit Kurdistan ya Herêma Kurdistanê roja Sêşemê bi fermî hate destpêkirin, û mijareke din behs li ser birîna kehrebê li hindek parêzgehên Îraqê dibe ku Herêma Kurdistanê weke tolhildan li hember hukumeta Iraqê ji bo nedana mûçeyên fermanberan dibe. Bir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 11î Hezîrana 2025

    11/06/2025 Duración: 03min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Opozîsyonê rexne li cezayên Australya yên li ser du wezîrên Îsraîlî girt... Polîsê Los Angeles dibêje piştî qedexeya derketina derve ya li bajêr dest bi girtinên girseyî kirine... Socceroos Erebistana Siûdî têk bir û mafdara FIFA 2026e, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • 50 saliya SBS - kêliyên girîng ku ji hêla rojnamevan û pêşkêşvanan ve tên vegotin

    11/06/2025 Duración: 05min

    SBS salvegera xwe ya 50emîn pîroz dike. Di 9ê Hezîrana 1975an de 'Radyoya Ethnic Australia' dest pê kir - ceribandineke wêrek ji hêla wezîrê koçberiyê yê wê demê Al Grassby ve ku Medibank, guhertoya yekem a Medicare, bi zimanên cûda ji koçberan re vebêje.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 10î Hezîrana 2025

    10/06/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr dibêje lênerîna tenduristiyê ya erzan di nav pêşîniyên sereke yên serdema wî ya duyemîn de ne... Prue Car ji Partiya Kar bi kansêra pêsîrê hat teşxîskirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare podcasta bernameya SBS Kurdî bike

    10/06/2025 Duración: 56min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî yan 29/05/2025 ya rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur hene.

  • Lêçûnên jiyanê bandoreke mezin li ser kebaniyên malan li Turkiyê dike

    06/06/2025 Duración: 06min

    Sazîya statîstîka Turkiyê (TUIK) daneyên enflasyona salane û ya meha gulanê eşkere kir. Ev dezgeha fermi ya dewletê dibêje rêjeya enflasyona salane ji sedî 35.41 e. Li gorî daxuyaniyê rêjeya enflasyona meha Gulanê jî ji sedi 1.5 e. Nûçegîhana SBS Kurdî Hatice Kamer li Amedê ji kebanîyan pirsî, ka gelo enflasyona bilind bandora xwe çawa li ser mesrefên Cejnê dike?

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 5î Hezîrana 2025

    05/06/2025 Duración: 09min

    Di vê bûletene de: Serokwezîrê wîlayeta Tasmania dipejirîne ku dibe hilbijartineke pêşwext li ber dest be... Serok Donald Trump daxuyaniyek îmze kir ku rê li ber kesên ji deh welatan bigire da nekevin DYA... Û di werzîşê de, Goleke ji Cristiano Ronaldo ji Portugalê re cihek di fînala Lîga Neteweyan a UEFA de bi dest xist. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Dozgerîya Enqerê li dijî Kongereya CHP dozê vedike

    05/06/2025 Duración: 08min

    Dema ku di sala 2023 de, 38mîn Kongereya CHP pêk hat, Ozgur Ozel, li hember Kemal Kiliçdaroglu bibû namzed û di gera duyemîn de bi dengên zêde bû serokê nû yê CHP. Lê di îdianameya ku li dijî CHP dibe doz, tê gotin ku Serokê nû yê CHP ji bo dengê zêde bi sedan delege bi pereyan qanii kirîye û sozên weke kar û şaredartî daye wan. Lê him Ozgur Ozel û him Ekrem Îmamoglu bi tundî li dijî van îdîayan derdikevin. Bêtir derbarê mirjar di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

  • "Purposes to domestic violence is often to intimidate, dominate or control the other person" - "Armanc ji tundûtûjiya malbatî ku kesê din bitirsînin yan jî kontrol bikin"

    05/06/2025 Duración: 07min

    Domestic violence represents a significant issue that affects numerous families across Australia. A global study, unprecedented in its scope, has disclosed that over 1 in 3 Australian men indicate having faced violence against their partner. To help us understand the concept of domestic violence, we are joined by Helen Robertson, Director, and Clinical Psychologist at Drummoyne Psychology. - Tundûtûjiya malbatî pirsgirêkek cidî ye ku bandorê li gelek malbatan li Australya dike. Lêkolîneke cîhanî eşkere kir ku bêtirî yek ji sê peyan li Australya radigihînin ku li dijî hevjîna xwe tûndûtûjî bikar anîne. Ji bo ku em pênaseya tundûtûjiya malbatî fem bikin, Helen Robertson, Rêveber û Psîkologa Klînîkî ya Drummoyne Psychology, bi me re diaxafe.

  • Herêma Kurdistanê daxwaza çareseriyeke lezgîn ji bo krîza mûçeyan dike

    05/06/2025 Duración: 10min

    Di aloziyeke dramatîk a krîza mûçeyan de bandoreke mezin li Herêma Kurdistanê kiriye. Serokê Komîteya Yasayî yê Parlemena Iraqê Rebwar Hadi, Wezîrê Darayî yê Federal Taîf Samî bi rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tawanbar dike. Em bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê derbarê pirsgirêka mûçeyan diaxafin.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 4î Hezîrana 2025

    04/06/2025 Duración: 04min

    Guhdare podcasta nûçeyên roja Çarşemê bike.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 3î Hezîrana 2025

    03/06/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Neteweyên Yekbûyî lêpirsîneke serbixwe ya tavilê li ser kuştina Filistîniyên ku alîkarî dixwestin dixwaze... Rayedar li dijî ATMên krîptopereyan tedbîrên tund digirin, Û di futbolê de, Socceroos dibêjin misogerkirina bêtir cihan di Kûpa Cîhanê lezgîniya misogerkirina cihê wan di tornemêntê de kêm nake. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare podcasta bernameya SBS Kurdî bike

    03/06/2025 Duración: 56min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî yan 29/05/2025 ya rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 30î Gulana 2025

    30/05/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên roja Îniyê de: Pêkhateya dawî ya Seneta federal hate ragihandin... Hêviyên pêşketinê li ser peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 29î Gulana 2025

    29/05/2025 Duración: 11min

    Di vê bûletene de: Peyak ji ber agirê kujer li Croydon li rojavayê hundur yê Sydney rû bi rûy dadgehê dibe ... Pizîşkekî neştergirî yê Fransî ji ber destirêjiya cinsî li ser bi sedan zarok hate cezakirin ... Û di werzîşê de, Billy Slater di maçên State of Origin yên siberojê de ji Queensland bêtir dîsîplînê dixwaze. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

página 11 de 37