Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Tax deductions: what you can and can't claim - Hûn dikarin ji daxistinên bacê çi daxwaz bikini?

    29/05/2025 Duración: 09min

    It's that time of year again. Learn about the best time to lodge your tax return, what expenses you are eligible to claim, and how to commence the new financial year positively. If you have had taxes deducted from your income during the year, submitting an income tax return enables you to reclaim any excess taxes paid and possibly obtain a tax refund. Founder and principal of Countax financial Group Nader Gariban explains to us what and can't be claimed on tax returns. - Dîsa ew demsala salê ye. Li ser dema herî baş a tijikirina bacê, mafê we yê daxwazkirina kîjan lêçûnan heye, û çawa sala nû ya aborî bi awayekî erênî dest pê bikin fêr bibin. Ger di nav salê de bac ji dahata we hatiye birrîn, pêşkêşkirina beyannameya baca dahatê (income tax return) dihêle bacên ku we zêde da ne vegerin û dibe ku vegerandina bacê bistînin. Em derbarê tijikirina baca dahatê bi hesabdar Nadir Xerîban re diaxafin.

  • Wezareta darayî ya Îraqê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê 8 mehan paşdixe

    29/05/2025 Duración: 09min

    Wezîrê Darayî yê Iraqê ragirtina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji bo heşt mehên bê ragihand. Gumanên Iraqê li ser şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bûye sedema nerazîbûna gelek siyasetmedarên navdar ên Kurd di salên borî de, yên ku daxwaza muameleyeke dadperwerane ji Bexdayê û mafên xwe yên destûrî kirine. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Civîneke surprîz li Stenbolê: Şeraa û Erdogan li ser çi axivîn

    28/05/2025 Duración: 08min

    Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 25 Gulanê de li Stenbolê bi Serokkomarê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şeraa re civiya. Di civîna girtî de, her du serokan li ser başkirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de, û tekezî li ser hewildanên ji bo normalîzekirina têkiliyên dîplomatîk û aborî di navbera welatên cîran de sekinîn. Zêdetir di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 21î Gulana 2025

    28/05/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Partiyên Lîberal û Neteweyî ji bo yekbûna xwe rêkeftinek çêkirin... Kesek piştî agirê bi maleke li Sydney ketî mir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Suffering in silence: the rapidly rising disease impacting Australians - Êşa bêdeng: Nexweşiya ku bi lez pêşve diçe û bandorê li Australiyan dike

    28/05/2025 Duración: 08min

    When it comes to Inflammatory Bowel Disease, or IBD, Australia is a world leader — with the number of people living here with the condition rapidly rising. But while the exact causes of the disease remain unknown, we're gaining a greater understanding of how we may be able to live with IBD, and possibly even prevent it. - Dema ku mijar tê ser Nexweşiya Iltîhaba Rûviyan/Inflammatory Bowel Disease, IBD, Australya di cîhanê de pêşeng e - ji ber ku hejmara kesên ku li vir bi vê nexweşiyê dijîn bi lez zêde dibe. Lê her çend ku sedemên rastîn ên nexweşiyê nayên zanîn jî, em têgihîştineke kûrtir bi dest dixin ka mirov çawa bi nexweşîyê re bijî, û dibe ku pêşî jî lê weregirtin.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 27î Gulana 2025

    27/05/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr serdana civakên ku ji ber liheyê li New South Wales zirar dîtine dike... Mezina xwecihî dibêje hemû Australî di rêwîtiya lihevhatina Australiya de xwedî rolek in... Û di Tenîsê de, Sê Australî derbasî dora duyemîn a French Open dibin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Li podcasta bernameya SBS Kurdî guhdar bike

    27/05/2025 Duración: 57min

    Guhdare podcastên bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur têde hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 23î Gulana 2025

    23/05/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên roja Îniyê de: Ji ber bahoza berava rojhilat ber bi başûr ve diçe, çar kes mirin, çend kes jî winda ne ... Piştî rêveberiya Trump mafê vîzeyê ji Zanîngeha Harvard girt, nîgeraniya Australyayên ku li derveyî welêt dixwînin hene, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • One dead, thousands stranded in wild NSW weather - Bi hezaran kes di keşûhewaya xerab a NSW de asê man e

    22/05/2025 Duración: 06min

    Devastating floods along Australia's east coast have killed at least one man. His body was found on a property impacted by intense rainfall, prompting warnings for communities to heed evacuation and safety warnings amid the downpour. - Lehiyên wêranker ên li berava rojhilatê Australya bûne sedema mirina herî kêm du kesan. Cenazeyê wî li ser milkê ku ji ber barana dijwar bandor lê bûbû hat dîtin, ji ber vê yekê hişyarî ji bo civakan hat dayîn ku guh bidin valakirinê û hişyariyên ewlehiyê jî ji bo barana zêde hatin dayîn.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 22î Gulana 2025

    22/05/2025 Duración: 09min

    Di vê bûletene de: Zêdetirî 48,000 kes niha ji ber lehiyê li New South Wales îzolbûne... Vanuatu û Australya danûstandinên li ser peymaneke nû ya dualî didomînin... Û di futbolê de, Ange Postecoglou yê Australî dîrokê diafirîne, ji ber ku Tottenham fînala Lîga Ewropa qezenc dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Hukûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe bi Amerîka re xurt dike

    22/05/2025 Duración: 09min

    Nûçegîhan Ehmed Xefûr di raporta xwe de behsa serdana Serokwezîrê Hukûmeta Herêma Kurdistanê bo Washington dike. Birêz Barzani hin peymanên bazirganiya li wir pêk anîn lê ew yeka ne bi dilê hukûmeta navendî ya Îraqê ye.

  • "Volunteering connects communities, builds, and makes people feel connected to others" - "Dilxwazî civakan bi hev de girêdide"

    21/05/2025 Duración: 06min

    Every year, millions of people give their time to volunteer work, which benefits communities, those in need, nonprofit organisations, and the volunteers themselves. This year's theme for National Volunteer Week, which takes place from May 19 to 25, is "Connecting Communities," Gemma Rygate, CEO of The Centre of Volunteering, provides an overview of this significant event. - Her sal, bi mîlyonan kes dema xwe ji bo xebata dilxwazî/volunteers terxan dikin, ku sûdê dide civakan, kesên hewcedar, rêxistinên ne-qezence û dilxwazan bi xwe jî. Mijara îsal a Hefteya Dilxwazîyê ya Neteweyî, ku ji 19 heta 25ê Gulanê pêk tê, "Girêdana Civakan e/connecting communities", Gemma Rygate, berpirsiyara serek ya Navenda Dilxwazîyê ye, nerîneke giştî li ser vê bûyera girîng pêşkêş dike.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 21î Gulana 2025

    21/05/2025 Duración: 06min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Hêzên parastinê ji bo alîkariya tîmên rizgarkirinê di dema lehiyê li New South Wales destwerdanê dikin... Navenda Australya ya ji bo Dadweriya Navneteweyî ji Australya dixwaza danîna cezayan li ser kabîneya Îsraîlê dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Rewşa perwerdehiya Kurdî li Tirkiyeyê çawa ye?

    21/05/2025 Duración: 08min

    Raporta Hatice Kamer ji Amedê di çarçova Cejna Zimanê Kurdî de ye lê bal daye ser rewşa perwerdehîya bi Kurdî li Tirkiyê. Hatice bi mamosteyê zimanê Kurdî Hudayî Morsumbul derbarê mijarê diaxafe.

  • Why are migrant women missing out on vital medical tests? - SBS Examines: Çima jinên koçber naçin têstên bijîşkî yên girîng?

    20/05/2025 Duración: 07min

    Many people from CALD communities, especially women, are avoiding or delaying preventative cancer care. - Jinên ji paşerehên çand û zimanên cihêreng ji ber tirs û şerma çandî ji têstên tenduristiyê yên pêwîst e weke penceşêrê xwe bê par dikin.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 20î Gulana 2025

    20/05/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Serokê Partiya Neteweyî/Liberals dibêje piştî parçebûna Kiwalisyonê ew deriyê xwe li ser Lîberalan nagire ... Banka Navendî (RBA) kêmkirina rêjeya fayîzeke din radigihîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare tevahiya podcasta SBS Kurdî ya 15î Gulana 2025 bike

    20/05/2025 Duración: 58min

    Guhdare podcastên bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur. Di bernameya iro de mijarên derbarê helweşîna Partiya Karkerên Kurdistan hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 16î Gulana 2025

    16/05/2025 Duración: 04min

    Guhdare bûletena nûçeyên roja Îniyê bike: Agirkujên dilxwaz li Victoria ji bo protestokirinê postên xwe terikandin... Australia Post huşyariyê derbarê peyamên xapandinê dide... Brîtaniya dixwaze koçberên neqanûnî vegerîne welatê wan, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 15î Gulana 2025

    15/05/2025 Duración: 11min

    Di vê bûletene de: Serokwezîrê Australya dê li Jakarta bi Serokê Endonezya re li ser ewlehiya herêmî biaxife... Serokê DYA Donald Trump di serdana xwe ya Qeterê de ji Îranê xwest ku peymaneke navokî çêbike... Û Rêjeya bêkariyê di meha Nîsanê de ji %4.1 sabit dimîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Podcasta çandî, hunerî, wêjeyî û başbûnê

    15/05/2025 Duración: 11min

    Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê gotûbêjeke taybet bi xwediyê podcasta Perxudres Omer Faruk Baran re pêk tîne. Podcast li ser kultur, huner û edebîyatê ye. Lê di Nîsana 2024an de, Perxudres Podcast bû ser nameyên jiyana kesan.

página 12 de 37