Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Xwe-fesixkirina PKKê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê tê çi wateyê?

    15/05/2025 Duración: 09min

    Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê ji me re derbarê helwêst û berteka Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê derbarê çekdanîna PKKê û karvedana li ser pirsa xwe-fesixkirina PKKê behs dike. Herweha di raportê de behs li ser çêkirna hevpeymeniyeke bi navê hevpeymeniya xelikê ji bo helbijartinên perlemana Îraqê jî dibe.

  • Gelo hilweşandina PKKê dê mafekî bide Kurdên Bakur?

    14/05/2025 Duración: 12min

    Raporta Hatice Kamer ji Amedê derbarê berteka xelkê bi gîştî û ya hukûmeta Tirkiyê bi taybetî derbarê hilweşîn û çek danîna PKK ye. Xelk di wê baweriyê de ye ku dê pêvajo dirêj be û hîn gelek zelalî derbarê Öcalan û komê de nînin.

  • "We are happy with PKK's decision, a positive move towards peace" - "Em bi biryara PKK dilşa ne, ew gaveke erênî ye ber bi aştî û biratî ye"

    14/05/2025 Duración: 13min

    The Kurdistan Workers' Party (PKK), which has conducted insurgencies against Turkiye for four decades, has disbanded and surrendered its weapons. This declaration follows a request from the group's incarcerated leader, Abdullah Öcalan, for dissolution as part of a proposed agreement by the Turkish government regarding his potential release. We ask Timur Tatwan, co-chair of the Democratic Kurdish Community Centre in Australia about the future of PKK. - Partiya Karkerên Kurdistan, ku zêdeyî 40 salî li dijî Tirkiyê serhildanek kir, xwe fesix kir û çekên xwe danîn. Ev eşkerekirin piştî wê yekê tê ku rêberê zindankirî yê komê, Abdullah Öcalan, wekî beşek ji rêkeftinekê ku ji hêla hukûmeta Tirkiyeyê ve ji bo serbestberdana wî hatibû pêşkêş kirin, daxwaza hilweşandinê kiribû. Gelo dê siberoja PKK çi be, ew pirsa û pirsên din ji hevserokê Navenda Demokratîk a Civaka Kurd li Australya Tîmur Tatwan tên pirsîn.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 14î Gulana 2025

    14/05/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Tê bawerkirin ku peyakî Australî di dema şer de li Ukraynê hatiye kuştin... Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peymaneke mezin a çekan bi Erebistana Siûdî re ragihand, di dema ku Serok Trump serdana Rojhilata Navîn dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • After four decades the PKK lays down its arms - Piştî çel salî, Partiya Karkerên Kurdistanê çekên xwe datîne

    14/05/2025 Duración: 09min

    Following a four-decade-long conflict, the Kurdistan Workers Party or P-K-K has disbanded in Turkey, bringing hopes the country could enter a new peaceful era. However, experts say peace is not guaranteed and complex regional conflicts could now intensify. - Piştî nakokiya 40 salî, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xwe-fesix kir, ku ev yeka hêviyê dide Tirkiyê û PKK bikevin serdemeke nû ya aştiyane. Lê, pispor dibêjin aştî ne misogere û niha nakokiyên herêmî yên aloz dikarin dijwartir bibin.

  • kurte Nûçeyên roja Sêşemê 13î Gulana 2025

    13/05/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Sussan Ley dibêje ew amade ye ku bi rêbazeke nû rêbertiya partiya Lîberal bike... Tirkiye pêşwaziya hilweşandina P-K-K dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare tevahiya podkasta bernameya SBS Kurdî ya 8î Gulana 2025 bike

    13/05/2025 Duración: 56min

    Guhdare bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 9î Gulana 2025

    09/05/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletenê de: Serokwezîr pêşwaziya Papa Leo yê 14mîn yê nû hilbijartî dike... Sussan Ley namzediya xwe ji bo Rêbera Opozîsyonê radigihîne... Los Angeles radigihîne ku ew ê mazûvaniya mezintirîn Para-olompîkên dîrokî bike, w nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Jinên Tirkiyê li dijî kuştina jinan dadikevin taxan

    08/05/2025 Duración: 08min

    Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re behsa kuştina jineke ciwan li yek ji kolanên herî qerebalix e li Stenbolê dike ku bû sedema nerazîbûneke berfireh, û ev yek bû sedem ku jin li cihê ku Bahar Aksu lê hatiye kuştin kom bibin. Herweha di raportê de behs li ser mirina Sirri Sureyya Onder jî dibe.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 8î Gulana 2025

    08/05/2025 Duración: 13min

    Di vê bûletene de: Serokwezîr li benda xurtkirina têkiliyên Australya bi cîhanê re ye... Bi sedan kes piştî danûstandinên dawî yên sînorî bi Hindistanê re li paytexta Pakistanê meşek li dar xistin... Û di sportê de, Rabbitohs amade ne ku piştî nûçeya veguhastineke bilez pêşwazîya Brandon Smith bikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Influenza cases surge: time to get vaccinated say experts - Zêdebûna bûyerên grîpê: Pispor dibêjin dema vaksînlêdanê ye

    08/05/2025 Duración: 08min

    After a record number of flu cases last year in Australia, experts are warning all Australians of the need to get the latest updated annual vaccine - as well as adopt other hygiene measures to reduce their risk. So far this year, 63,000 cases of influenza have been recorded nationally, and experts say it's already a relatively high number for this time of year - the start of the flu season. But whether this year will be a severe flu season depends on a number of factors. - Piştî hejmareke bilind ya bûyerên grîpê li Australya sala par, pispor hemû Australyayîyan hişyar dikin ku pêwîst e vaksînlêdana salane ya herî dawî bistînin - û her weha tedbîrên din yên paqijiyê bigirin da ku rîska xwe kêm bikin. Îsal heta niha, 63,000 bûyerên grîpê li seranserê welêt hatine tomar kirin, û pispor dibêjin ev ji bo vê dema salê - destpêka demsala grîpê - hejmareke zêde ye. Lê gelo ev sal dê demsaleke grîpê ya giran be, ew jî bi gelek faktoran ve girêdayî ye.

  • Cîgirê Serokwezîr Qubad Telebanî ji Tirkiyê daxwaza vekirina balefirgeha Silêmaniyê dike

    08/05/2025 Duración: 10min

    Cîgirê Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî daxwaza vekirina balefirgeha Silêmaniyê ji Tirkiyê kir, lê Tirkiyê ew daxwaz red kir. Hewldana avakirina eniyeke berfireh li dijî desthilatdariya PDK û YNK zêde dibe. Em derbarê wan mijaran bi peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.

  • "Ger fişara xwînê bilind be, dikare bibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê"

    08/05/2025 Duración: 09min

    Bilindbûna fişara xwînê, metirsiya nexweşiya dil zêde dike, pêkana krîza dil, felec û gelek pirsgirêkên din yên ku bi dil û tamarên xwîne ve girêday zêde dike. Bi kurtî, bilindbûna zexta zwînê a domdar zexteke zêde li ser dil disepîne, ku dibe bibe sedema zirara demdirêj û îhtîmala zêdebûna têkçûna dil û tevliheviyên din yên têkildar. Dr Selah Amêdî ji me re wan metirsiyan vedibêje.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 7î Gulana 2025

    07/05/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Hindistan operasyona mûşekî li ser Pakistanê dest pê dike... Namzedê Lîberal li kursiya Victoria ya Goldstein serkeftinê bi dest dixe... ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 6î Gulana 2025

    06/05/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Anthony Albanese piştî serkeftina berbiçav a Partiya Kar biplaneke xurt dest bi serdema duyemîn dike... Partiya Lîberal hîn di vebijarkên rêberatiya xwe de difikire... Karbidestên Îsraîlî dibêjin piştî ragihandina dagirkirina dijwar a Gazzeyê, ew êdî ji gotina "dagirkirin" natirsin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • "Armanca şanoyê ew e ku şanogerên Kurd ji seranserê cîhanê bîne ba hev"

    06/05/2025 Duración: 11min

    Ji bo dehemîn Festîvala Şanoya Amedê, Hatice Kamer bi şanoger û endamê rêveberiya festîvalê Omer Şahîn re hevpeyvînek pêk anîye. Di hevpeyvînê de berêz Şahîn behsa festîval, naverok, û herwiha taybetiyên lîstikên Kurdî dike.

  • Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 1î Gulana 2025 bike

    06/05/2025 Duración: 01h24s

    Guhdare bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur.

  • Partiya Kar di hilbijartinan de bi ser ket û Anthony Albanese wek serokwezîr dimîne

    03/05/2025 Duración: 04min

    Anthony Albanese di hilbijartinên federal ên 2025an de serkeftin bi dest xist, di heman demê de Partiya Kar amade ye ku bi piraniya dengan ji bo cara duyemîn hukûmetê ava bike.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 2î Gulana 2025

    02/05/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletenê de: Anthony Albanese û Peter Dutton berî roja hilbijartinê di pêşbirka dawî de di nav kursiyên kêm-dengdan de pêşbaziyê dikin... Kamyoneke ku hesinê hûr rijandiye bû sedema zirara li tekerên zêdeyî 140 wesayîtan, ku hin beşên otobana M1 bi saetane girtiye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • First-time voter hopes the next government will reduce the cost of living - Dengderê yekem car hêvî dike ku hukûmeta siberojê mesrefê jiyanê kêm bike

    01/05/2025 Duración: 04min

    Shamo Silo, a former refugee, settled in Australia six years ago with his two young daughters. He tragically lost most of his family members, including his wife, to ISIS. This will be his inaugural opportunity to vote in Australia following the acquisition of his Australian citizenship. He expresses hope that the forthcoming federal government will alleviate the cost of living and facilitate the resettlement of additional Yezidi refugees. - Şemo Silo, penaberekî berê ye, şeş salan berê ligel du keçên xwe yên biçûk li Australya bi cih bû. Bi awayekî trajîk piraniya malbata wî, tevî jina wî, ketin destê DAIŞ û heya nuha wunda ne. Ev dê bibe derfeta wî ya yekem ku li Australya deng bide piştî wergirtina hemwelatîbûna Australî. Ew hêvî dike ku hukûmeta federal a siberojê dê lêçûnên jiyanê kêm bike û bicîhkirina penaberên Êzîdî zêde bike.

página 13 de 37