Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 1î Gulana 2025

    01/05/2025 Duración: 10min

    Di vê bûletene de: Ukrayn û DYA di nav hewldana vegerandina deynan de peymaneke aborî îmze kirin... Koalîsyona federal dibêje ew dê kêmkirina bacê ya Partiya Kar betal bike û bernameyên mesrefên sereke bi dawî bike...Û di werzîşê de, Shaylee Bent ji birîndarbûnê vedigere maça vekirina State of Origin ya N-R-L e jinan. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Metirsî li ser jiyana Onder ji ber nexweşiyê heye

    30/04/2025 Duración: 10min

    Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re behsa rewşa Sirrı Sureyya Onder ya di nexweşxaneyê de dike. Doktor dibêjin ew hîn di beşê lênerîna taybetî de ye rû bi rûyî metirsiyên neurolojîk dibe. Her weha di raportê de behs li ser berteka Tirkiyê li hember Konfirensa ku li Qamişlo di 26 Nîsanê de cî girtî dibe.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 30î Nîsana 2025

    30/04/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Wezîra Derve ya Australya dibêje hukûmet dê careke din Dengê ji bo Parlemanê neşopîne... Serokwezîr Anthony Albanese dibêje eger ew di helbijartinên roja Şemiyê de bi serkeve dê ew bo serokê DYA Donald Trump re li ser baca gumrigê biaxife, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Êrîşeke nenas ya bi dronê pênc pêşmerge birîndar kirin

    30/04/2025 Duración: 08min

    Bi sedema êrîşeke dironî li ser bingehên hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li gûndê Belave li sînorê bajarokê Dêrelûkê li qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê pênc pêşmerge birîndarbun. Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê dibêje, hin alî û kom hewl didin ku pêvajoya aştî û aramiyê li herêmê asteng bikin. Bêtir derbarê vê mijarê û mijarên din raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • What are First Nations voters looking for in this election? - Dengdêrên Neteweyên Yekem di vê hilbijartinê de li çi digerin?

    30/04/2025 Duración: 08min

    Cost of living, housing, Medicare – some of the issues central to this election. But what some experts and advocates are saying is “absent” from the campaign trail is First Nations affairs. What are the key policy announcements? What are the interests and concerns of First Nations people? Where should Australia go after the referendum outcome? - Mesrefê jiyanê, xanî, Medicare - hin ji mijarên sereke yên vê hilbijartinê ne. Lê tiştê ku hin pispor û parêzvan dibêjin di rêça kampaynê de nînin, xizmetên Neteweyên Yekem in. Daxuyaniyên sereke yên siyasetê çi ne? Berjewendî û xemên xelkê Neteweyên Yekem çi ne? Piştî encamên referandomê divê Australya kuve biçe?

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 29î Nîsana 2025

    29/04/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Jinek piştî êrîşkirina ofîsa hilbijartinê ya Peter Dutton bi boyaxa sor hate tawanbarkirin... Neteweyên Yekbûyî dibêje herku diçe hejmara penaberan li seranserê cîhanê zêde dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24î Nîsana 2025 bike

    29/04/2025 Duración: 59min

    Guhdare bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporta ji Hewlêre û babetên cur bi cur têde hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 25î Nîsana 2025

    25/04/2025 Duración: 06min

    Di vê bûletenê de: Xizmet û qurbanî li seranserê welêt di Roja ANZAC de di Merasîmên Şefaqê de hatin bîranîn... Serok Nêçirvan Barzani Yekîtîya Kurdan wekî zinarêê bingehîn yê aramîyê li Sûrîyê tekez dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 24î Nîsana 2025

    24/04/2025 Duración: 12min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Kwalisyon soz dide ku 90 mîlyon dolarên din ji bo çareserkirina tundûtûjiya malbatî li seranserê Australya xerc bike... Zextên lêçûnên jiyanê xelk mecbûr kiriye ku berê xwe bidin xêrxwaziyên xwarinê ji bo alîkariyê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • "Support for women's well being in this election campaign is very important" - "Piştgiriya tenduristiya jinan di kampanya hilbijartinê de gelekî girîng e"

    24/04/2025 Duración: 10min

    Career woman, mother and wife Gozal Khangheh expressed her views on the federal election, emphasising the importance of supporting women's welfare, addressing domestic violence, and providing financial assistance. She also highlighted the need to rethink higher education, calling for it to be made free, as it was in the mid-1970s. She also emphasised the need to make mental health support a priority on the federal election campaign agenda. - Gozal Xangêh derbarê hilbijartinên federal de nêrînên xwe anîn ziman û bal kişand ser girîngiya piştgirîya jinan, rûbirûbûna tundiya nav malê û alîkariya aborî. Wê her weha bal kişand ser hewcedariya ji nû ve xwendina bilind beaş be, weke di nîvê salên 1970-an de bû. Wê her weha tekez kir ku pêdivî ye piştgirîya tenduristiya derûnî bibe pêşengek di rojeva kampanyaya hilbijartinên federal de.

  • Pîrozkirina Roja Rojnamevaniya Kurdî li Herêma Kurdistanê

    23/04/2025 Duración: 10min

    Yekem rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat weşandin. Ev bûyer li Herêma Kurdisanê hat bîranîn. Li Silêmanîyê di nav bera yaneya werzişî ya Zaxo û Newroz ve şer û alozî di navbera piştevanên herdu alîyan de çê bû. Hejmarek ji kesan brîndar bûn. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 23î Nîsana 2025

    23/04/2025 Duración: 03min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Pirsên li ser wê yekê ku Opoisyon dê sozê xwe yê hilbijartinê derbarê lêçûnên berevaniyê çawa fînanse bike dibe... Di encama erdheja ku li beravên rojhilatê Australya pêk hat, ti ziyanên giyanî çênebûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Who's Right? Who's Left? How will migrant communities vote this election? - SBS Examines: Kî Rast? Kî Çep? Civakên koçber dê çawa dengê xwe bidin vê hilbijartinê?

    23/04/2025 Duración: 08min

    Migration policies are a hot topic this election, but it's not clear how our diverse communities will cast their vote. - Siyasetên koçberiyê di vê hilbijartinê de mijareke germ e, lê ne diyar e ku dê civakên me yên cihêreng dengê xwe çawa bidin.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 22î Nîsana 2025

    22/04/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Serkirdeyên partiyên sereke piştî rawestandikeke demkî ya kampaynê ji bo gotûbêja hilbijartinê ya îşev amade ne... Vatîkan planên binaxkirin Papa Francis eşkere dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • The world mourns Pope Francis - Cîhan di şîna Papa Francis de ye

    22/04/2025 Duración: 07min

    The world has been paying tribute to the memory of Pope Francis, the first Latin American pope and a transformative figure in the modern Catholic Church. He had suffered from double pneumonia earlier this year and died on Easter Monday [[21 April]] at the age of 88. His death came as a shock following his appearance in St Peter’s Square on Easter Sunday, where he greeted crowds from an open-air popemobile. - Cîhan hurmetê dide bîranîna Papa Francis, yekem papayê Amerîka Latînî û kesatiyê veguherîner di Dêra Katolîk a nûjen de. Ew di destpêka vê salê de bi iltîhaba pişikane du qatî ketibû û roja Duşema Paskaliyê 21 Nîsanê di 88 saliya xwe de jiyan ji dest da. Mirina wî wekî şokekê hat piştî xuyabûna wî roja yekşemê li Meydana St Peters, ku wî ji popemobileke vekirî silavên girseyî li beşdaran dikir.

  • Tevahiya Bernameya SBS Kurdî ya 17î Nîsana 2025

    22/04/2025 Duración: 54min

    Naveroka vê bernameyê Nûçe, raport, hevpeyvîn û gelek babetên din pêk dihêt.

  • What is a minority government? - Hukûmeteke hindikahî çi ye?

    22/04/2025 Duración: 07min

    With a federal election just weeks away, a minority government seems increasingly likely. So, what is minority government? - Bi nêzikbûna hilbijartineke federal a bi tenê bi hefteyan dûr, dibe ku hukûmeteke hindikayî ava bibe. Baş e, hukumeteke hindikahî - minority government çi ye?

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 18î Nîsana 2025

    18/04/2025 Duración: 04min

    Di vê bûletenê de: Polîs guman dike ku laşê di otomobîleke şewitî de hatî dîtin bi revandina tundûtûjîyeke li Sydney girêdayî ye ... Serok Trump dibêje ew li bendê ye ku hefteya li pêş bi Ukraynê re peymaneke mîneralan îmze bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 17î Nîsana 2025

    17/04/2025 Duración: 10min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr bergiriya xwe ya ewlekariya neteweyî li ber pirsên li ser têkiliyên Endonezya bi Rûsya re diparêze, Pêşbiniya bazirganiya gerdûnî ji ber gumriga nû yên Emrîka dikeve, Û di futbolê de, Arsenal şampiyonê berevan Real Madrid têk bir û di Lîga Şampiyonan de cihekî nîvfînalê tomar kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Helebçe dibe 19mîn parêzgeh li Îraqê û parêzgeha wê jin e

    17/04/2025 Duración: 06min

    Parlemana Iraqê roja Duşemê bi fermî Helebce wek parêzgeha 19emîn a Iraqê û 4emîn parêzgeha Herêma Kurdistanê nas kir. Di rûniştineke bi beşdariya 178 parlementeran ji 329 parlamenteran proje yasaya pesend kirin. Em derbarê vê mijarê bi peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.

página 14 de 37