Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • "Yezidi New Year symbolises the creation of universe and renewal of life" - "Ser Sala Êzîdiyan, sembola afirandina gerdûnê û nûkirina jiyanê ye"

    17/04/2025 Duración: 08min

    The Yezidi New Year is an important spring festival for the Yezidi community, symbolising the creation of the universe and the rejuvenation of life. We have a conversation with Khalid Taalo from Armidale regarding this meaningful event to the Yezidis in general. - Sersala Êzîdiyan ji bo civaka Êzîdî cejneke girîng a biharê ye, ku nîşaneya afirandina gerdûnê û nûkirina jiyanê ye. Em derbarê vê roja girîng bi birêz Xalid Te’lo re ji Armidale, bajarokekî biçûk li wîlayeta New South Wales e.

  • Serkeftina tîmê futbola Duhokê di Qehremaniya Lîga Kendavê de

    17/04/2025 Duración: 08min

    Tîmê futbolê ya Duhokê bi encama 2-1 li hember tîma Futbolê ya Kuwêtê ya Qadisiyeyê serket û bû Şampiyona Kendavê. Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê zêdetir derbarê vê mijara dîrokî vedibêje.

  • Who's Right? Who's Left? Where do you fall on the political spectrum? - SBS Examines: Kî Rast e? Kî Çep e? Hûn di qada siyasî de li ku derê ne?

    16/04/2025 Duración: 07min

    For years, the labels 'left' and 'right' have been used to describe where political parties sit. But are they still useful? - Bi salan etîketên 'çep' û 'rast' ji bo vegotina partiyên siyasî tên bikaranîn. Lê ew karhatî ne?

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 16î Nîsana 2025

    16/04/2025 Duración: 03min

    Di vê bûletenê de: Rêberê opozîsyonê Peter Dutton red dike ku wî ne rastî derbarê serokê Endonesya gotiye… Rêvebiriya Trump alîkariyên aborî li ser Harvard dicemidîne ji ber nakokiyeke li ser şert û mercên bexşînê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Singer volunteers to sing at Yazidi Year in Wagga Wagga - Stranbêj xwebexşî gotina stranan li ​​Ser Sala Êzdiyan li Wagga Wagga dike

    16/04/2025 Duración: 05min

    We discuss the Yezidi New Year celebrations with artist Khairi Shengali from Wagga Wagga. Mr Shengali is graciously offering his time to participate in the celebration by performing some of his songs in the event. - Em bi hunermend Xeryrî Şingalî ji Wagga Wagga behsa pîrozbahiyên Ser Sala Êzîdiyan dikin. Birêz Şingalî bi pêşkêşkirina çend stranên xwe dema xwe ji bo beşdarbûna şahiyê pêşkêşî dike ku bêberamber e.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 8î Nîsana 2025

    15/04/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Australya dibêje ew 'bi Endonezya re têkildar e' ji ber ku Rûsya daxwaza avakirina bingehek leşkerî ya giravê dike… Partiya Keskan di Roja Anzac de komkirina dravdana dîskoyê piştî tawanbarkirina bêhurmetiyê pşvekişand, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Tevahiya Bernameya SBS Kurdî ya 10î Nîsana 2025

    15/04/2025 Duración: 57min

    Di naveroka vê bernameyê de, Nûçe, raporta ji Hewlêre, bîrûbaweriyên endamên ji civaka Kurd li Australya derbarê hilbijartina federal ku di 3 Gulana 2025 de cî digire û babetên din hene.

  • Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hate binçavkirin

    11/04/2025 Duración: 15min

    Raporta Hatice Kamer Amedê li ser girtina Ferîd Azad e ku wê hevpeyvînek bi evjîna wî Evîn re li ser girtina wî, kar û xebatên Paltforma Ciwanên Serbixwe pêke aniye.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 11î Nîsana 2025

    11/04/2025 Duración: 06min

    Di bûletena îro de: Serokwezîr rû bi rûyî pirsên derbarê peyman AUKUS li dû baca gumriga DYA dibe... Partiyên siyasî ye Australî di kampîna hilbijartina federal de berdewamin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Hevdîtina şanda DEM Partî bi Serokkomarê Tirkiyeyê re çi encam da

    11/04/2025 Duración: 12min

    Endamên DEM partî Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ji Şanda Îmraliyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anîn. Piştî civînê Partiya DEM daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku nîqaş di rewşeke erênî, avaker û berhemdar de pêk hat û geşbîniya ji bo siberojeke bi hêvî heye. Zêdetir di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 10î Nîsana 2025

    10/04/2025 Duración: 09min

    Di vê bûletene de: Bervajîbûna beryara Donald Trump derbarê baca gumrigê bandorê li Australya nake… Nêzîkî 50 mîlyar dolar ji 500 şîrketên sereke yên navnîşkirî yên Australya hate kêm kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Cost of living community's main concern for election 2025 - Bihabûna jiyanê ji bo hilbijartina 2025-an xema sereke ya civakê ye

    10/04/2025 Duración: 28min

    We engaged in conversations with members of the Kurdish community regarding the upcoming Australian federal election scheduled for May 3rd this year. The rising cost of living appeared to impact everyone, serving as the primary focus of our discussion. Following this, concerns related to health, education, and immigration were addressed. - Em bi endamên ji civakê derbarê hilbijartinên federal yên li Australya ku di 3 Gulana îsal de cî digirin axifîn. Wa xuyaye ku buhabûna jiyanê bandor li ser her kesî kiriye, ku ev mijar di gotûbêja me de ya sereke bû. Piştî wê mijarên tenduristiyê, perwerde û koçberiyê hatin.

  • Yaneya Duhokê di Lîga Şampiyona Kendavê de di serkeftinê de ye

    09/04/2025 Duración: 08min

    Tîmê Duhokê yê topa pê gehîşte asta dumahîkê ji xula qaremanîya Kendavî ku nuneratîya Îraqê dike.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 9î Nîsana 2025

    09/04/2025 Duración: 05min

    Di vê bûletenê de: Opzisyone dibêje ger ew di hilbijratinan de bi serkevin dê hejmara koçberên tên Australya kêm bike... Doktorên li New South Wales di girêva xwe de berdewamin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 8î Nîsana 2025

    08/04/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Hukûmeta Albanese dibêje veberhênana tenduristiya derûnî ji bo çareserkirina kêmbûna hêza kar e… Bi hezaran doktorên New South Wales ji bo 3 rojan dest bi grevê kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Ayfer Duzdaş di nav cîhana dewlemend a stranên Kurdî li yên gelêrî digere

    08/04/2025 Duración: 05min

    Hatice Kamer ji me re di raporta xwe de behsa hunermend Ayfer Duzdaş dike, ku di sala 2022 de bi navê ‘Stranên Arxuwanê’ albumek çêkir. Album ji 13 stranan pêk tê ku ew jî di encama xebata 10 salan e. Duzdaş, ji bo stranên vê albumê li dehan gundên naveçyên Meletê, Arxuwan, Yazixan û Hekîmxanê gerîya ye. Ji 18 kesan 90 stranên heremî û kevnar tomar kirîye. Duzdaş, 25 sal in li ser muzîka Kurdên Elewî lêkolînan dike, ku ew jî ji Elewîyên devera Koçgirî (Sêwaz) ye.

  • Tevahiya Bernameya SBS Kurdî ya 3î Nîsana 2025

    08/04/2025 Duración: 56min

    Di vê bernameyê de, Nûçe, raportên ji Diyarbekir û Hewlêre hene. Her weha raportên taybet derbarê hilbijartina federal ya Austrlia ku di 3 Gulana îslad de cî digire hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 4î Nîsana 2025

    04/04/2025 Duración: 04min

    Di bûletena îro de: Opozisyon ji bo rojavayê Sydney daxuyaniyeke fonê ya bi mîlyonan dolar dide… Hukûmeta Kar 120 milyon dolar ji bo xizmetên nû yên jidayîbûnê veberhênan dike… Du zilam li qada krîketê ya Melbourne (MCG) hatin girtin, piştî ku hate îdiakirin ku wan çek ji ewlehiyê derbas kirine, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Voting 101: How to cast your vote in the federal election - Çawa di hilbijartina federal de dengê xwe bidî

    03/04/2025 Duración: 12min

    The Australian federal election season has begun and you might be wondering how to have your say at the polls. Voting 101 from SBS News will be taking you through where and when to vote, how to vote, and what it is exactly that you're voting for. - Demsala hilbijartina federal a Australya dest pê kir, û dibe ku hûn meraq bikin ka mirov çawa li ser sindoqan gotina xwe bêje. Dengdan 101 ji SBS News dê we bigihîne li ku û kengê deng bidin, çawa deng bidin, û bi temamî hûn ji bo çi deng didin.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 3î Nîsana 2025

    03/04/2025 Duración: 10min

    Di vê bûletene de: Australya bersivê dide baca gumriga DYA ku ji sedî 10 bac li ser hemî kelûpelên Australya yên li wir têne firotin ferz dike... Serok Trump bacên nû yên berfireh ragihand ku ji bo DYA xaleke zivirandinê ya dîrokî ye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

página 15 de 37