Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Welatiyên Tirkiyê boykota kirrûbirra yek-rojî dikin

    02/04/2025 Duración: 09min

    Me got û bêjek bi nûçegîhana SBS Kurdî Hatice Kamer ji Amedê derbarê hukûmeta Tirkiyê bangên opozîsyonê yên ji bo boykoteke girseyî ya bazirganî piştî girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu şermezar kir pêk anî, ku girtina wî bûye sedema protestoyên li seranserî welêt.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê,2î Nîsana 2025

    02/04/2025 Duración: 04min

    Di vê bûletenê de: Partiya Kar ji bo bilindkirina mûçeya kêmtirîn dibêje divê ji hêla aborî ve domdar be… Serokê opozisyonê dibêje, ew dê li hember Donald Trump li ser bacên gumrigê li hember wî bisekine… Û di werzîşê de, Mark Arbib wekî Birêvebir nû yê Komîteya Olîmpiyadê ya Australya hate destnîşankirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Di festîvala Akitu ya Duhokê de 2 kes birîndar bûn

    02/04/2025 Duración: 09min

    Di nav bazara Duhokê de kesekî êrîş e ser Cejna Ekîto ya 1ê Nîsanê ku bi sersala Siryanî, Aşûrî û Kildanî hatîye naskirin. Di wê hêrişê de jinek û zelamek birindar bûn. Encûmena asayişa Herêma Kurdistanê ragihandinek li ser wê êrişê belavkir, kesê êrîşkar helgirê bîr û baweriyên teroristî hene. Raporta Ehmed Xefur ji Hewlere.

  • The legal loophole allowing political lies during elections - SBS Examines: Kêmasiya qanûnî ku di hilbijartinan de rê dide derewên siyasî

    01/04/2025 Duración: 08min

    With an election date set for May 3rd, campaigning has officially begun. But political advertisements have already been circulating for months. Can you trust what they say? - Bi diyarkirina roja hilbijartinê ya 3’ê Gulanê re xebatên kampînê bi awayekî fermî dest pê kir. Lê reklamên siyasî bi mehan e belav bûne. Ma hûn ji tiştên ku ew dibêjin bawer dikin?

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 1î Nîsana 2025

    01/04/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr dibêje ew dê di danûstandinên bazirganî yên bi DYA re ewlehiya Australya neke berdêl… Reserve Bank ya Australya rêjeyên faîzê wek berê hîşt, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Tevahiya Bernameya SBS Kurdî ya 27î Adara 2025

    01/04/2025 Duración: 54min

    Di vê bernameyê de, hevpeyvînên derbarê Newrozê, raport û babetên din hene.

  • Pîrozbahiya 10 saliya Zarok-TV yekem kenala televizyonê ya Kurdî li Tirkiyê

    28/03/2025 Duración: 10min

    Hatice Kamer raporteke taybet derbarê Zarok TV ku yekane kenala zarokan a bi kurdî ye amade kiriye. Zarok TV 10 salan berê di sala 2015 de di Newrozê de dest bi weşana xwe kir. Birêvebirê Giştî yê Zarok TV Îbrahîm Yildirim dibêje, “Zarok TV hin caran dibû dibistan, dibû mal, dibû parka lîstikan, zarok wusa pênase dikin, dibêjin mala zarokan”.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 28î Adara 2025

    28/03/2025 Duración: 04min

    Di bûletena îro de: Serokwezîr hilbijartinên federalî bi baldarî li ser mûçe, tenduristî û perwerdehiyê binav dike... Rêberê opozisyonê planên Kiwalisyonê bo daxistina nirxê petrolê û xazê diyar dike... Û di werzîşê de, Red Bull li şûna Liam Lawson, Yuki Tsunoda ji bo Formula One Grand Prix ya Japonî bi nav dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 27î Adara 2025

    27/03/2025 Duración: 09min

    Di vê bûletene de: Kwalisyon dibêje, ewê kêmkirina bacê ya hukûmetê betal bike eger were hilbijartin... Xwepêşandan li dijî hukûmeta Tirkiyê berdewamin... Rêvebiriya Trump ji bo birêvebirina bertekên ku ji sohbeteke komî nakokî derdikevin dixebite, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Bi deh hezaran kes li dijî hukumeta Turkiyê derdikevin xwepêşandanan

    26/03/2025 Duración: 09min

    Polîsê Tirkiyê zêdeyî 1,000 kes li seranserî welêt di pênc rojên xwenîşandanan de girt. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan partiya sereke ya opozîsyonê bi nerihetiya li welêt tawanbar dike. Em derbarê xwepêşandanan bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.

  • Fun-filled night as Newroz celebrated in Sydney - Di şeveke tije şahî û dilxweşî Newroz li Sydney hat pîrozkirin

    26/03/2025 Duración: 13min

    SBS Kurdish was invited by the Australian Kurdish Society (AKS) to Newroz celebrations. While attending the event, we engaged with participants and asked about the significance of Newroz in their lives. - SBS Kurdî ji alîyê Civata Kurdên Australya (Australian Kurdish Society - AKS) ve bo ahenga Newrozê hat vexwandin. Em bi beşdaran re axifîn û me derbarê Newrozê û wateya Newrozê bo wan çî ye pirsî. Em bi nivîkar Hemîd Reşîd Zarza, Şehla Saedî, Necîba Telebanî, Rêbwar, Cemal Îsmaîlî, nivîskar Aştî Ibrahîm Efendî, Nader Xerîban - serokê AKS, Sûdabêh Fard û stranbêj Serdar Qadir re peyîvîn.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê,26î Adara 2025

    26/03/2025 Duración: 04min

    Di vê bûletenê de: Kêmkirina bacê ya nû ya partiya Kar di meclîsa jêrîn de derbas bû… Bi deh hezaran kes şeva şeşemîn li ber avahiya şaredariya Stenbolê derdikevin protêstoyê... Û di tenîsê de, Alex de Minaur ji Miami Open ji hêla Matteo Berrettini yê Îtalî ve hat derxistin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Coffs Harbour celebrates the festival of international dance and food - Festîvala pirçandî ya dîlan û xwarinê li Coffs Harbour

    26/03/2025 Duración: 06min

    Coffs Harbour will be celebrating a special event this Saturday 29 March with its multicultural community. Coast Multicultural Society will be holding its 2025 International Food and Dance Festival (IFAD). According to the 2021 Census, 15.6% of Coffs Harbour’s population was born overseas. Occasions like Refugee Day and Harmony Week are celebrated. The president of the Coffs Coast Multicultural Society Htun Htun Oo speaks to SBS Kurdish about the event. - Coffs Harbour vê Şemiyê bi civata xwe ya pirçand re bûyerek taybet pîroz dike. Civaka Pirçandî ya beravê dê Festîvala Xwarin û Dîlanê ya Navneteweyî ya 2025 li dar bixe. Li gorî Serjimêriya 2021, 15.6% ji nifûsa Coffs Harbour li derveyî welat ji dayik bûne. Bûyerên mîna Roja Penaberan û Harmoney Week hewcedariya rêxistinek herêmî ya ku ji bo tevlêbûn, hevahengî û bextewariyê di asteke pirçandî de pêwîst dike. Serokê Civata Pirçandî yê Coffs Coast Htun Htun Oo ji SBS Kurdî re li ser bûyerê diaxife.

  • Şandina petrola Herêma Kurdistanê dê kengê dest pê bike

    26/03/2025 Duración: 09min

    Du sal li ser rawestana şandina petrola Herêma Kurdistanê di bûríyên bendera cîhanî ya Turkîyê re derbaz bûye. Li alîkî din PDK û YNK heya niha li hev nekirine ku hukûmeta nû pêk bînin. Ev di demekê da ye ku heyameke zore helbijartin hatine kirin û hîn li ser dabeşkirina postan li hev nekirine. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Tevahiya Bernameya SBS Kurdî ya 20î Adara 2025

    25/03/2025 Duración: 56min

    Di vê bernameya taybet de, hevpeyvînên derbarê Newrozê hene, raport û babetên din hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 25 Adara 2025

    25/03/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Rêberên xwecî ji hukûmeta federal daxwaz dikin ku di vê budceyê de veberhênana xanî, perwerde û tenduristiyê bi kar bînin... Desthilatdarên Tirkiyê zêdetirî 1,100 kes girtin... Û di werzîşê de, Stadyumeke nû dê li Parka Victoria ji bo Lîstikên Olîmpîkê û Paralîmpîkê yên Brisbane 2032 were çêkirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Girtina şaredarekî navdar li Tirkiyê bû sedema xwepêşandanan

    21/03/2025 Duración: 13min

    Piştî ku Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu roja Çarşemê hat binçavkirin, rayedarên Tirkiyê bi dehan kes ji ber parvekirinên medyaya civakî yên “provokatîf” desteser kirin. Îmamoglu yek ji wan 106 kesan bû ku bi tawanên gendelî û alîkarîkirina komên terorîst di nav wan de hatin girtin. Zêdetir derbarê vê mijarê û Newrozê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

  • Why are we debating Welcome to Country? - SBS Examines: Çima em li ser Bi Xêr Hatî Welat nîqaş dikin?

    21/03/2025 Duración: 07min

    The government's Welcome to Country spending has been heavily criticised but some believe the cultural protocol is being used as a "political football". - Lêçûnên hukûmetê yên Bi Xêr Hatî Welat bi giranî hatin rexne kirin lê hin kes bawer dikin ku protokola çandî wekî "fûtboleke siyasî" tê bikar anîn.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 20î Adara 2025

    20/03/2025 Duración: 10min

    Di vê bûletene de: Serokwezîr ragihand ku Bernameya Feydeyên Dermansaziya Australya ne ji bo firotinê ye... Kwalisyon soz dide ku bi lsraîl û Yeketiya Ewropa re peymanên bazirganiya azad bike… Hişyariya liheyê ya mezin ji bo civakên li Bakurê Queensland... Û di werza piskilêtan de, Tour de France 2027 de yekem car li Skotlende çê bibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Is there a glimmer of hope for Kurds to gain any rights in Syria? - Gelo çirûskek hêvî hebe ku Kurd mafekî li Sûriyê bi dest xînin?

    20/03/2025 Duración: 12min

    For almost 15 years, the situation in Syria has been tense. Many people hoped that things would improve and that peace would return to the country when the Assad regime fell. However, there have been civilian casualties recently as a result of heightened tensions in southern Syria. Additionally, there is still uncertainty surrounding the situation of the Kurds in Syria, especially in light of the agreement that SDF Commander-in-Chief Mazloum Abdi and Interim President of Syria Ahmed Shari’i reached on March 10. Dr Sarbast Nabi, a professor of political philosophy at Koya University in the Kurdistan Region, shares his views on the current situation in Syria with us. - Ev bû nêzika 15 salin ku rewşa Sûriyê bi her awayî aloze, lê piştî helweşîna rêcîma Essed xelkê hêvî dikir ku rewş baş bibe û aramî li welêt çê bibe. Di van rojn dawîn de me dît ku rewş li başûrî Sûriyê aloz bûye û xelkê sivîl bi hevûdin ketine. Lê derbarê kurdên Sûriyê (rojava) hîn tu zelalî nîne, bi taybetî piştî imzekirina rekeftina di navberî

página 16 de 37