Sinopsis
Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Episodios
-
Yazidi community in Australia wants justice for Sinjar genocide - Civaka Êzidî li Australya ji bo komkujiya Şengalê edaletê dixwaze
02/08/2024 Duración: 09minOn the 3rd of August 2014 when IS attacked Sinjar, nineteen members of Khalid Taalo’s family were captured by them. Until now twelve of them have been back by buying them back and seven members are still missing. - Ji bo Êzidiyan 3’ê Tebaxê tu carî nayê jibîrkirin. Êzîdî li seranserê cîhanê - ne tenê yên li Şengalê vê roja trajîk bi bîr bînin. Deh sal derbas bûn, hîn jî edalet pêk nehatiye dibêje berêz Xalid Teelo ku hîn 7 kes ji malbata wî wunda ne.
-
Deh sal piştî komkujiya Şingalê, kesên rizgar bûyî edaletê dixwazin
02/08/2024 Duración: 08minDeh sal di ser êrîşa DAIŞ ya li ser Şingalê derbas bûn û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û kole kirin, lê gelek kesên rizgarbûyî, di nav wan de yên ji civaka Êzidî li Australya hîn jî li benda edaletê ne ji bo tiştên ku hatine serê wan. Rêjeya hovîtiyên ku li dijî civaka Êzîdî ji aliyê koma Dewleta Îslamî ve hatine kirin, kuştinên komî, revandin, kolekirin û tundiya zayendî ya sîstematîk. Heyam Mihê dema ku şazdeh salî bû ji aliyê çekdarên DAIŞ ve ji Şingalê hate revandin, ew çîroka xwe bi me re parevedike.
-
'Edalet, eger edalet hebûya ê di 10 salan de pêk bihata'
02/08/2024 Duración: 09minDeh sal di ser êrîşa DAIŞ ya li ser Şingalê derbas bûn û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û kole kirin, lê gelek kesên rizgarbûyî, di nav wan de yên ji civaka Êzidî li Australya hîn jî li benda edaletê ne ji bo tiştên ku hatine serê wan. Rêjeya hovîtiyên ku li dijî civaka Êzîdî ji aliyê koma Dewleta Îslamî ve hatine kirin, kuştinên komî, revandin, kolekirin û tundiya zayendî ya sîstematîk. Gelek kes ji malbata Şemo Silo jî hatin revandin ku heya nuha hîn hevjîna wî, herdu kurên wî û bavê wî wundane.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 1î Tebaxa 2024
01/08/2024 Duración: 12minDi bûletena nûçeyên îro de: Ji Australîyên li Libnanê daxwaz tê kirin ku ji wir bi zûtirîn dem ji tirsa şerekî berfireh çêbibe derkevin… Sê plansazên îdiakirî yên li pişt êrîşên 11ê Îlona 2001 gihîştin rêkeftinekê…Û di olîmpayedê de qayîxvan Jessica Fox ya Australî mêdalîyeke zêrîne din bi dest dixe, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.
-
Kûştina sevîlan bi destê asayîşê
31/07/2024 Duración: 11minEv bû demeke ku sivîl bi destê çekên hêzên asayişê li Silêmanî tên koştin ku vê yekê nerazîbûneke gîştí çê kirye. Li alîyekî din, segên berdayî gelek arîşe û nexweşîyan ji bo xelkê û zarokan çêdikin û her weha êrîşe ser zarokan dikin, zêdetire derbarê mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
-
‘August 3 is a very sad and challenging day for all Yazidis’ - '3 Tebaxê ji bo hemû Êzidiyan rojeke gelekî xemgîn û dijwar e'
31/07/2024 Duración: 05minTen years have passed since IS attacked Sinjar in northern Iraq, killing and enslaving thousands of Yazidis. Many survivors are still in the dark about what became of their loved ones. - Deh sal di ser êrîşa Daişê ya li ser Şingalê re derbas bûn û bi hezaran Êzîdî kuştin û kole kirin. Gelek kesên ku rizgar bûyî hîn nizanin çî bi serê hezkiriyên wan e ku wuda bûyî nizanin. Nîhad Berekat wê roja dijwar a ku jiyana wê û gelek Êzidiyan guhert bi bîr tîne. Rojeke ku nayê ji bîr kirin Daîş 28 kes ji malbata wê di 03/08/2014 de girtin.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 31î Tîrmeha 2024
31/07/2024 Duración: 03minDi bûletena nûçeyên îroj de: Serokê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniye li Îranê hat kuştin... Xezînedar Jim Chalmers hewl dide ku zêdebûna enflasyonê kêm bike… Û di sporê de, bûyerên Olîmpiyadê yên triathlon dê piştî rojên dereng yên ji ber xemên qirêjiyê pêş bikevin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 30î Tîrmeha 2024
30/07/2024 Duración: 04minDi bûletena îro de: Wezîra Derve Penny Wong serdana Koreya Başûr dike... Hêla asîmanî ya herêmî Rex di tengasiyeke aborî de derbas dibe... Bi kêmanî 2 zarok ji ber êrîşeke bi kêran li Brîtanya mirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 26î tîrmeha 2024
26/07/2024 Duración: 04minDi bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîra berê ya New South Wales Gladys Berejiklian îtîraza xwe ya li hember vedîtina gendeliyê winda dike… Serokê DYA Joe Biden û Cîgira Serok Kamala Harris ji serokwezîrê lsraîlê daxwaz kirin ku agirbestek şerê li Xezeyê bi dawî bike,w nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Gelo hukûmetek li Kerkûkê ji hemû pêkhateyan pêk bêt?
26/07/2024 Duración: 08minKurd, Ereb,Turkman û xiristîyanên Kerkûkê nakokî li ser wergirtina postê parêzgarê Kerkûkê ya hukûmeta navxwe hene û heta niha ku nizêkî heft heyvin ku helbijartin birêveçûye hîn parêzgar û hemî postên Kerkukê nehatine destnîşankirin. Bejin kurtên Herêma Kurdistanê çendîn pirisgirêk hene ku ew jî daxwaza mefên xwe dikin ku derfeta kar bo wan were dayîn û wek mirovên normal werin hesibandin.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 25î Tîrmeha 2024
25/07/2024 Duración: 10minDi bûletena nûçeyên îro de: Piştî istîfakirina du wezîran ji kar, guhertin ê di kabîneyê de pêk bê… Australya ji ber tundûtûjiya niştecihan li Kenara Rojava sizeyê dide Îsraîliyan… Û di sporê de, Australya di Olîmpiyadên Parîsê de derbasî fînala çaryeka Rugby 7 dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.
-
Desteserkirina endamên Platforma Ciwanên Serbixwe
24/07/2024 Duración: 11minRoja 09/07/2024 sibehê malên endam û navenda Platforma Ciwanên Serbixwe hatin velokirin. Di encamê da 4 endam hatin desteserkirin û mehkemekirin. Doz li dadgeha bajarê Mêrsînê li ser "Koma Xwendina - Mêrsîn" hatibû vekirin û pêda çûbûn. Zêdetir derbarê vê mijarê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.
-
Types, symptoms and treatment of diabetes - Cure, nîşan û dermankirina nexweşiya şekirî
19/07/2024 Duración: 08minDiabetes poses the biggest risk to Australia's healthcare system in the twenty-first century. More than 300 Australians receive a diabetes diagnosis each day. That is, one person every five minutes. In Australia, 1.9 million people suffer from diabetes. This includes all diagnosed forms of diabetes, of which there are about 1.5 million known cases and registrations, as well as silent, undetected type 2 diabetes. Approximately 120,000 Australians have received a diabetes diagnosis in the past year. We discuss the risks associated with diabetes with Dr Ali Zebari. - Hefteya Neteweyî ya Nixweşîya Şekirî ji 14 - 20 Tîrmehê didomîne. Nexweşiya şekirî serpêhatiya sedsala 21-an e û dijwariya herî mezin ya ku sîstêma tenduristiyê li Australya rû bi rû dibe. Her roj zêdetirî 300 Australî bi nexweşiya şêkir diabetes dikevin. Yanî her pênc deqeyan yek kes. Nêzîkî 1.9 mîlyon Australî bi nexweşiya şekirî bandorin. Du celebên sereke yên nexweşiya şekirî hene, type 1 û type 2. Nêzîkî 120,000 Australya ji sala borî de nixweş
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 19î tîrmeha 2024
19/07/2024 Duración: 03minDi kurte bûletena îro de: Anthony Albanese dibêje binpêkirina daneya bijîjkî ya girseyî bîranîna hewcedariya hişyariyê ye... Pisporên hewayê hişyariyê derbarê metirsiya ji ba û berfê li rojhilatê Australya didin, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 18î Tîrmeha 2024
18/07/2024 Duración: 10minDi bûletena îro de: Rêjeya bêkariyê li Australya ji sedî 4.1 zêde dibe... Joe Biden bi COVID-19 dikeve... Û di futbolê de, Ange Postecoglou texmînê red dike ku ew dikare bibe rahênerê siberojê yê Îgilîztanê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
-
Çima Tirkiyê êrişên asmanî li ser Herêma Kurdistanê dike?
18/07/2024 Duración: 11minTirkîyê ji 15'ê Hezîrana 2024'an ve bi behaneya êrîşa ser Partîya Karkerên Kurdistanê dest bi operasyoneke bejayî ya nû li Herêma Kurdistanê kiriye. Şerê navbera PKK û Tirkiyê de gelek ziyan gehandine şêniyên li ber sinorî û cotyaran. Zêdetir derbarê vê mijarê di rapora Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 17î Tîrmeha 2024
17/07/2024 Duración: 03minDi bûletena îro de: Serokwezîr dibêje rêvebirê serbixwe yê C-F-M-E-U dê xwediyê hêza "paqijkirina" sandîkayê be... Di 10emîn salvegera xistina MH17 de, Australya sozê şopandina doza qanûnî ya li dijî Rûsyayê dide… Û di futbolê de... Tîm futbola jinan ya DYA ber bi Parîsê ve diçe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Is immigration worsening the housing crisis? - SBS Examines: Gelo koçberî krîza xaniyan xirabtir dike?
17/07/2024 Duración: 05minAustralia's facing a worsening housing crisis. At the same time, the number of overseas migrant arrivals is at its highest ever since records began. Is increased migration driving up housing and rental prices? - Australya bi krîza xaniyan ya xirabtir rû bi rû dibe. Di heman demê de, hejmara hatina koçberên derveyî welêt ji destpêka tomarkirinê ve herî zêde ye. Ma zêdebûna koçberiyê bihayê xaniyan û kirê zêde dike?
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 16î Tîrmeha 2024
16/07/2024 Duración: 04minDi bûletena îro de: Donald Trump piştî hewldana kuştina xwe, bi guhê rastê yê brîn yekem derketina xwe ya giştî dike… Derketina ji îdîayên li ser girêdanên sûcdar yên berfireh yên c-F-M-E-U, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 12î tîrmeha 2024
12/07/2024 Duración: 05minDi bûletena nûçeyên îro de: Du Australîyên bi eslê Rûsî - yek ji wan endamê Hêza Berevaniya Australya ye - bi tometa sîxuriyê tên girtin ... Joe Biden Volodymyr Zelensky wekî "Serok Putin" pêşkêş e NATO kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.