Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • The art of music preserves the cultural identity of the individual - Hunera muzîkê nasnameya çandî ya mirovî diparêze

    12/07/2024 Duración: 11min

    Kurdish-Iranian musician Jamal Farokh Seresht formed Madakto Art Centre in 2009 after working with Australian and Iranian musicians and performing independently in both countries. After winning The Green Rooms' Best Musician Award in Australia in 2006, he became even more obsessed with music. The Art Centre was established with the goal of imparting traditional instrument playing skills to adults, youths, and children, as these instruments are an essential component of Kurdish culture. A landmark accomplishment by Mr Farokh Seresht over the years was bringing Maestro Shahram Nazeri, accompanied by Madakto's orchestra, to Australia for the first time in 2017. Owing to the previous concert's popularity, Maestro Nazeri will be performing in several concerts throughout Australia in August. - Cemal Farox Seriştî Kurdê rojhilat e, piştî ku wek muzîkjenekî serbixwe li Îran û Australya bi muzîkjenên Australî û Îranî re kar kir, di sala 2009 de Navenda Hunerê ya Madakto ava kir. Di sala 2006-an de Xelata The Green Roo

  • Could the newly appointed moderate president of Iran implement any policy changes? - Gelo serokomarê nû yê Îranê bikaribe guhertinên siyasî pêk bîne?

    12/07/2024 Duración: 11min

    Shukriya Bradost, a frequent media commentator and a regular on SBS Kurdish, specialises in Middle Eastern security analysis. We discuss Masoud Pezeshkian, the newly elected Iranian president whose mother is Kurdish about the Kurdish question in Iran, loosening the laws mandating women to wear the hijab and whether he would bring any new political changes to the country. - Şukriya Bradost analîsta ewlekariya Rojhilata Navîne, em bi wê re li ser serokê nû yê hilbijartî yê Îranê Mesûd Pezeşkiyanku daka wî Kurd e diaxafin. Serokê nû soz da ye ku qanûnên hicabê yên mecbûrî ji bo jinan sivik bike, gelo ev yeka û tu guhertinên nû di nav siyaseta Îranê de cî bi cî bibin?

  • Nexweşên Covid yên li Amedê di dema pandemiyê de wekî ezmûn dihatin bikaranîn

    12/07/2024 Duración: 11min

    Raporta Hatice Kamer ji Amedê derbarê bikaranîna nexweşên kurd e ku bi korona ketibûn ji bo ezmûnkirinan dihatin bikaranîn. Doktor Cenab Ekîncî, Serokê Fakulteya Pijîjkiyê li Zanîngeha Dîcleyê, mijareke girîng aniye rojeva Tirkiyeyê. Li gorî daxuyaniya wî, di Hezîrana 2020an de li Amedê, li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargil gelek nexweşên Covid ji bo ezmûnkirinê dihatin bikaranîn.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 11î Tîrmeha 2024

    11/07/2024 Duración: 10min

    Di vê bûletenê de: Li Alice Springs qedexeya derketina derve ya sê-rojan bi dawî dibe Serokwezîr Anthony Albanese texmînên derbarê roja hilbijartinên federal red dike… Û di sporê de, Kolombiya bi Arjantînê re derbasî fînala Copa America dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • What is road rage and how to deal with it? - Êrîşa rê çi ye û mirov çawa çareser bike?

    11/07/2024 Duración: 10min

    Aggressive driving is a continuum of bad driving behaviours which increase crash risk and can escalate to road rage. People who engage in road rage may be liable for traffic offences in Australia, have their car insurance impacted and most importantly put their lives and those of others at risk. Learn about the expectations around safe, responsible driving and what to do when you or a loved one are involved in a road rage incident. - Zimandirêjiya di dema ajotinê de gelek caran dibe ku di rê da êrîşkarî zêde bibe wate road rage. Ma hûn nîşanên ajotina êrîşkar dizanin? Ma hûn dizanin çawa bi bûyereke êrîşkar ya rê çêtir mûameleyê bikin? Yan jî ev çawa bandorê li ser sîgorteya we dike?

  • Tirkiye û êrîşên wê yên li ser Herêma Kurdistanê

    11/07/2024 Duración: 10min

    Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê duhu roja Çarşemê li ser çalakiyên leşkerî yên nû yên Tirkiyê li ser sînorên Herêma Kurdistanê civiyan. Wê "destdirêjiyên" Enqerê red kir û bang li cîranê xwe yê bakur kir ku rêzê li serweriya wê bigire. Tirkiyê ji nîvê Hezîranê ve hejmareke zêde ya hêzên xwe li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê bi cih kiriye. Ev gav bû sedema gurbûna şerê bi dehan salan ya Enqerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê li herêmê. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 10î Tîrmeha 2024

    10/07/2024 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îroj de: Agirek li kargeheke li rojavayê Melbourne ji kontrolê derketiye... Bandora medyaya civakî li ser civakê... Û di tenîsê de, Alex de Minaur xwe ji bo maça mezin ya di Wimbledon de amade dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 9î Tîrmeha 2024

    09/07/2024 Duración: 03min

    Di vê bûletenê de: Destnîşan kirina nûnerê taybet ji bo dij-semîtîzmê bersivên cûda werdigire… Senator pêşwaziya zêdekirina fonên karûbarê tundûtûjiya nav malê dike lê dibêje pir dereng hatiy, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.

  • New Yazidi organisation helps preserve culture and identity - Rêxistineke nû ya Êzîdiyan alîkariya parastina çandê dike

    05/07/2024 Duración: 11min

    Recently a new Yazidi association by the name of Yazidi House has been founded in Coffs Harbour. - Sami Şîbo mirovekî Êzîdî ye ku di sala 2018 de wek penaber hat Australia. Cerku hatiye Australya ew di gelek waran de (mecalan) kar kirîye ku yek ji wan alîkariya penaberên ku nûh tên Australya ye. Lê di van çar mehên dawîn ew û hin kesên ji civaka Êzîdî li Australya bi damezrandina maleke Êzîdiyan de mijûl bû. Armanc ji damezrandina komeleyê ew e ku mîrata çandî, erf û adetên civaka Êzîdî li Australya biparêzin, her weha piştgirî û parêzvanî li ser navê kes û malbatên Êzîdî bikin. berêz Şîbo nuha serkê Mala Êzîdiyan li Australya ye.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 5î tîrmeha 2024

    05/07/2024 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr Anthony Albanese dibêje Fatima Payman bi xwe biryara vekişîna ji Partiya Kar da... Keir Starmer dê bibe serokwezîrê nû yê Brîtanya dema ku dengdan bi dawî dibin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Êrîşeke mezin li bajarê Qeyserî li dijî Sûriyan çê bû

    05/07/2024 Duración: 11min

    Qeyserî, bajarekî li navenda Tirkiyê, ji pêleke êrîşane herî mezin tê binavkirin ku penaberên Sûrî dikin armanc. Raporên derew ku tê gotin ciwanekî Sûrî bi revandina zarokekî tirk tê gumankirin, bûye sedema aloziyê. Zêdetir derbarê vê bûyerê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê 4î Tîrmeha 2024

    04/07/2024 Duración: 10min

    Di vê bûletenê de: Senator Fatima Peyman ji Partiya Kar îstifa dike... Herî kêm 4 xwepêşanderên alîgirê Filistînê hilkişiyan ser banê parlemenê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Hukûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya aborî dide mexdûrên Êzîdî

    04/07/2024 Duración: 12min

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeyek ji bo dabînkirina alîkariya aborî ji bo 3000 keç û jinên Êzîdî ragihand. Her weha di naveroka rapora Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behs li ser gilîyên bi hezaran kes sebaret bi tundûtûjiya nav malê li Herêma Kurdistanê dibe.

  • #65 Talking about the Olympics (Med) - #65 Behsa li ser Olîmpiyadê

    04/07/2024 Duración: 12min

    Learn how to talk about the success of athletes during a big sporting event like the Olympic Games. - Fêr bibe ka mirov çawa di dema bûyereke werzîşê ya mezin e wek Lîstikên Olîmpîkê behsa serkeftina werzişvanan bike.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 3î Tîrmeha 2024

    03/07/2024 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îroj de: Polîsê Victoria eşkere dike ku wan nikaribûye pêşiyê li otomobîleke dizî bigirin rojekê berî ku ew di qezayeke kujer de be… Lêgerînek ji bo zarokekî 12 salî ku ditirs ew ji hêla tîmseh li Herêma Bakur ya dûr kuştin didome, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Why are Indigenous protocols important for all Australians? - Çima protokolên xwecî ji bo hemî Australîyan girîngin?

    03/07/2024 Duración: 09min

    Observing the cultural protocols of Aboriginal and Torres Strait Islander peoples is an important step towards understanding and respecting the First Australians and the land we all live on. - Çavdêriya protokolên çandî yên Aborijinî û Girava Torres Strait gaveke girîng e ji bo têgihiştin û rêzgirtina Australîyên Yekemîn û axa ku em hemî li ser dijîn.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 2î Tîrmeha 2024

    02/07/2024 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Zarokekî 14 salî ji ber birînkirina kesekî li zanîngeha Sydney hat girtin... Siyasetmedarên şûnbilind yên partiya Kar îdîayên Senator Fatima Peyman ku ji hêla hevkarên xwe ve hatî tirsandin red dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Ceramic artist ambition to one day open a teaching workshop - Hunermenda seramîkê bi hêviye ku rojekê workşopeke fêrkirinê veke

    01/07/2024 Duración: 09min

    Khoncha Hafez is a self-taught ceramic artist who has always had a passion for ceramic art. Before moving from the Kurdistan Region to Australia five years ago, she worked at the Ministry of Art in the Kurdistan Region and had a workshop in Erbil. Her primary focus is on natural objects, like flowers. She has attended a few events since moving to Australia, the most recent of which was Refugee Week at Core Community Services in Fairfield, where she had her artwork on display. Her current top goal is to start a workshop where she can instruct women in ceramic art. - Xunça Hafiz hunermendeke seramîkê-ya-xwenas e ku ji temenekî biçûk de meraqa hunera seramîkê hebûye. Berî pênc salan wê ji Herêma Kurdistanê koçî Australya kir. Berî hatina Australya ew li wezareta huneriyê li Herêma Kurdistanê kar dikir û workşopa xwe li Hewlêrê hebû. Bala wê ya bingehîn li ser tiştên xwezayî ye, wek kulîlkan û bi taybetî gula nêrgizê. Ji dema hatina Australya ew beşdarî hin bûyeran bû ye, ya herî dawî Hefteya Penaberan li Xizmetê

  • Li Amed û Mêrdînê agirê bi zeviyan ketî 15 kes di encamê dimirin

    28/06/2024 Duración: 14min

    Li navçeyên di navbera bajarên Amed û Mêrdînê agir bi zeviyan ket û di encamê de 15 kes mirin û birîndar jî hene. Şeva Pêncşemê 20 Hezîranê derengê şevê li navçeya Şemrex ya Mêrdînê û navçeya Çinar ya Amedê agir derket holê û ji ber bayê bihêz herî kêm li 20 gundan belav bû. Zêdetir derbarê vê nûçeyê di naveroka rapora Hatice Kamer ji Amedê heye.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 28î Hezîrana 2024

    28/06/2024 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Hukûmeta federal hewldana bidestxistina Suncorp ya ANZ pejirand ... Meta red dike ku nûçeyan ji platformên xwe yên li Australya vekişîne… Û di werzêşê de, 283 mîlyon dolar dirav ji bo werzîşvan û rahênerên elît yên Australya hate soz kirin, û nûçeyên din di bûletenê de hene.

página 28 de 37