Sinopsis
Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Episodios
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 27î Hezîrana 2024
27/06/2024 Duración: 10minDi vê bûletenê de: Partiya Lîberal dibêje şaş e ku Serokwezîr telefone Julian Assange bike da ku pêşwazî bike… Lêkolînek diyar dike ku yek ji 3 jinên penaber rastî tundiya nav malê dibin... Û di rugby league de, girseyeke firotanê ya ji bo yekem biryara State of Origin ya Jinan tê hêvîkirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Herêma Kurdistanê nûkirina îqameya penaberên Sûrî radiwestîne
27/06/2024 Duración: 10minDemeke ku Komara Îslamî ya Îranê daxwaza girtin û nehêlana kempên penaberên ji rojhelatê kurdistanê dike û ji niha de tê çaverê kirin ku ew kempana li Herêma Kurdistanê werin girtin. Her weha di raportê behs li ser rewş û jîyana tevahiya penaberên weke penaberên Sûrî û bi taybetî ya Kurdên Bin-Xetê û Bakur yên li Herêma Kurdistanê dibe. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
-
Australia is set to ban the sale of vapes outside pharmacies - Biryar e ku Australya firotina veypan li derveyî dermanxaneyan qedexe bike
27/06/2024 Duración: 05minPiştî ku partiya Kar/Labor bi Keskan re peyman çê kir da ku rê li ber derbaskirina qanûnekê veke, dê kesên mezin bêyî reçete bi rêya dermanxaneyan xwe bigihînin veypan. Dermansaz dibêjin haya wan ji guhertinê nebû. - Piştî ku partiya Kar/Labor bi Keskan re peyman çê kir da ku rê li ber derbaskirina qanûnekê veke, dê kesên mezin bêyî reçete bi rêya dermanxaneyan xwe bigihînin veypan. Dermansaz dibêjin haya wan ji guhertinê nebû.
-
How to lodge your tax return in Australia - Çawa vegerandina bacê li Australya dagirî
27/06/2024 Duración: 11minIn Australia, 30 June marks the end of the financial year and the start of tax time. Knowing your obligations and rebates you qualify for, helps avoid financial penalties and mistakes. Learn what to do if you received family support payments, worked from home, are lodging a tax return for the first time, or need free independent advice. - Li Australya, 30 Hezîranê dawiya sala aborî û destpêka dema digirtina bacê ye. Zanîna berpirsiyarî û berdêlan, dibin alîkar ku hûn ji cezayên aborî û şaşiyan dûr bikevin. Fêr bibin ku hûn çi bikin ger we pereyên piştevaniya malbatê wergirtin e, karkirina ji mal, dagirtina bacê ji bo cara yekem yan hewce bi şêwirmendiya serbixwe ya belaş heye.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 26î Hezîrana 2024
26/06/2024 Duración: 06minDi bûletena nûçeyên îroj de: Julian Assange piştî pesendkirina rêkevtina bi dozgerên Amerîka re azad bû... Rêjeyên enflasyonê her ku diçin zêde dibin, di 12 mehên heya Gulanê de serfkirin digihîje ji sedî 4... Queensland Maroons îşev li Melbourne hêvî dike ku State of Origin bi destxîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 25î Hezîrana 2024
25/06/2024 Duración: 05minDi bûletena nûçeyên îro de: Doseyên dadgeha Dewletên Yekbûyî destnîşan dikin ku damezrînerê Wikileaks Julian Assange dê bi tawana sîxuriyê sûcdar bike... Çar kes di hundur maleke li Melbourne mirî hatin dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 21î Hezîrana 2024
21/06/2024 Duración: 04minDi vê bûletenê de: Australîyek di nav bi sedan kesên ku li hec li Erebistan Siûdî miriye… Biryara Facebookê ya rawestandina fînansekirina rojnamevanya Australya li Parlemana Federal tê lêkolîn kirin... Û di werzîşê de, xem li ser perspektîvên Îngilîstanê yên Euro 24 hene piştî xemgîniyeke lîska bi Danîmark re, ew nûçeyana û nûçeyên di di bûletenê de hene.
-
Muzîk amûrek e ku mirov li ser çanda xwe fêr bibe
21/06/2024 Duración: 07minRaporta Hatice Kamer ji Amedê yeke kulturî ye ku têde behs li ser Navenda Muzîkê ya MaMusic dibe ku di sala 2017an de li Amedê vebû, salekê piştî ku qeyûmê dewletê Konservatuara Aram Tîgran girt. MaMuzik jibo perwerdehiya xort, keç û zarokan e ku heyşt salin kedeke mezin dide, teorîya muzikê, amûrên muzikê bi Kurdî xwendkaran perwerde dike.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 20î Hezîrana 2024
20/06/2024 Duración: 09minHukûmeta federal dibêje planên hêza nuklêrî ya Peter Dutton ezotî ne... Zêdetir Australî li paş dayîna perdana deynê xanî dimînin ... Serokê Hizbullahê li Lubnanê di gotareke televizyonî de gef li Qibrisê kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Nobedarên berava Îtalya li bi dehan koçber digerine, Kurd jî di nav de hene
20/06/2024 Duración: 10minRaporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê derbarê belema koçberan ya ku binav bûye, ku hejmareke Kurdan jî tê de hebûn. Bûryerê li nêzîkî beravên Kalabriya agir bi motor ket û bû sedema mirin û wundabûna wan kesan. Her weha di raportê behs li ser hukûmeta Iraqê hejmareke ji hemwelatiyênxwe yên di kampên penaberan li bakur-rojhilatê Sûriyê vedigerîne.
-
'World Refugee Day sheds light on the rights, needs and dreams of refugees' - "Roja Penaberan ronahiyê dide ser maf, pêwîstî û xewnên penabera"
20/06/2024 Duración: 13minDr Widad Akreyi is a global human rights leader, author, co-founder, and president of Defend International. She holds a PhD in international health and epidemiology and a Master's in genetics. She has also received humanitarian awards. We talk about the significance of World Refugee Day, the state of refugees, what human rights organisations can do to help refugees, particularly women and girls, and the future of refugees globally. - Doktora Wîdad Akreyî Akademîsyona Tenduristiyê ye ku doktoraya xwe di tenduristî û epidêmolojiya navneteweyî û Master di genetîkê de wergirtiye. Ew herweha wergirta xelatên mirovahiyêye, serkêşa mafên mirovan yên cîhanî û nivîskar e, Hev-damezrîner û seroka Defend International e. Em bi Dr Akreyî re derbarê van mijaran diaxifin: Girîngiya Roja Cîhanî ya Penaberan, rewşa penaberan li cîhanê, rêxistinên mafên mirovan ji bo baştirkirian rewşa penaberan çi dikarin bikin, bi taybetî ji bo jin û keçan û em herweha derbarê siberoja penaberên cîhanê jî axifîn.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 19î Hezîrana 2024
19/06/2024 Duración: 04minDi bûletena nûçeyên îroj de: Rêberê opozîsyonê Peter Dutton cîhên nuklêrî yên pêşniyarkirî eşkere dike ... Xortekî 17-salî ji ber posteke medyaya civakî hate tawanbar kirin... Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn gihîşt Koreya Bakur, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
#64 Sharing family culture through food (Med) - #64 Parvekirina çanda xwarinê bi malbatê re (Med)
19/06/2024 Duración: 10minSharing and describing food that is special to your family and culture. - Parvekirin û danasîna xwarinên ku ji bo malbat û çanda te taybetî ye.
-
"Our role is to support refugee communities and organisations in the sector" - "Rola me piştgirîkirina civak û rêxistinên penaberan e"
19/06/2024 Duración: 08minThis year's Refugee Week theme, "Finding Freedom," with a focus on family, captures the profound journey of resilience, strength, and unity that characterises the refugee experience in a world marked by displacement and the search for safety. This Refugee Week, the highlight is families playing a vital role in giving those who are forced to flee their homes comfort, support, and a sense of belonging. We also hope to shine light on the transformational power of chosen bonds as well as familial bonds in the face of hardship. Refugee Council of Australia’s Deputy CEO Adama Kamara speaks to us about Refugee Week and World Refugee Day. - Mijara Hefteya Penaberan ya îsal, "Dîtina Azadiyê", ku bi giranî li ser malbatê, rêwî, hêz û yekîtiya ku ezmûna penaberan li cîhaneke ku bi ji cîhûwarkirin û lêgerîna ewlehiyê ve hatî destnîşan kirin girêdaye. Di vê Hefteya Penaberan de, ya girîng ev e ku malbat roleke girîng di dayîna wan kesên ku neçar in ji malên xwe birevin rehetî, piştgirî û hestekî aîdiyetê bidin penaberan.
-
How to recycle electronic items and batteries in Australia - Li Australya çawa tiştên elektronîk û batarîyan vezîvirînî
19/06/2024 Duración: 12minMany common household items such as mobile phones, TVs, computers, chargers, and other electronic devices, including their batteries, contain valuable materials that can be repurposed for new products. Electronic items we no longer use, or need are considered e-waste. Across Australia, there are government-backed programs available that facilitate the safe disposal and recycling of e-waste at no cost. - Gelek tiştên malê yên hevpar e wekî têlefonên destan, televizyon, komputer, betarî, û amûrên din yên elektronîkî, tevî batariyên wan, materyalên hêja hene ku dikarin ji bo hilberên nû ji nû ve werin bikar anîn. Tiştên elektronîkî yên ku em êdî bikar naynin, wekî bermahiyê elektironîk (e-waste) têne hesibandin. Li seranserê Australya, bernameyên bi piştgirîya hukûmetê ku bi ewle û vezîvirandina e-waste belaş hêsan dike hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 18î Hezîrana 2024
18/06/2024 Duración: 06minDi bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîrê Çînê Li Qiang ji warên mezinbûnê yên di navbera Çîn û Australya de geşbîn e... Rêjeyên fayîzê ji sedî 4.35 dimînin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 14î Hezîrana 2024
14/06/2024 Duración: 06minDi vê bûletenê de: Texmîna koçberiya derveyî ya hukûmeta federal di gumanê de ye... Şeş kesên din ji ber nerihetiya tund ya li dervayî dêreke Sydney hatin girtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
"Spirit of Welcome" brings heartwarming celebrations to community for Refugee Week - Çalakiya "Ruhê Bixêrhatinê" ji bo Hefteya Penaberan pîrozbahiyên dilgerm tîne nav civakê
14/06/2024 Duración: 08minSettlement Services International (SSI) presents a heartwarming celebration of diversity and unity at the "Spirit of Welcome" event for Refugee Week 2024. A day full of family-friendly activities and cultural treats as SSI raises awareness of the amazing contributions that refugees make to their new homeland. This unique occasion is more than just a festival; it serves as a forum for promoting mutual understanding, strengthening ties between communities, and embracing the spirit of unity. SSI's refugee case manager Nabaz -Al-Qadhi speaks to us about Refugee Week 2024. - Xizmetgûzariyên Niştecêbûnê ya Navnetewî (SSI) di çalakiya "Ruhê Bixêrhatinê" de ji bo Hefteya Penaberan pîrozbahiyeke dildar ya cihêrengî û yekîtiyê pêşkêş dike. Rojeke tijî çalakîyên malbatî-dostane û danûstendinên çandî wekî SSI hişyariya tevkariyên ecêb yên ku penaber ji civakên xwe yên nû re dikin bilind dike. Ev bûyera bêhempa pêşxistina hev têgihîştinê, xurtkirina pêwendiyên di navbera civakan û hembêzkirina ruhê yekîtiyê peyda dike. Rê
-
Dadgeh 3 polîsên di doza kuştina Elçî de beraet dike
14/06/2024 Duración: 13minDi rûniştina 10mîn ya doza kuştina Tahîr Elçî de biryar hat dayîn ku polîsên dihatin darizandin bêtawan in. Parêzeran biryar protesto kirin û ji dadgehê derketin derve. Serokê Berê yê Baroya Diyarbekir Tahîr Elçî di 2015an de li ber Minareya Çarling di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Doza kuştina Elçî piştî 5 salan, di sala 2020an de dest pê kir, 3 polîs û 2 endamên PKKê dihatin darizandin û paşê doza endamên PKKê hat cudakirin. Dadgehê biryara beraeta polîsan da, dozger gotibû, ne diyar e ku gulleya li Tahîr Elçî ketî ji ku derê hatiye. Zêdetir derbarê mijarê di rapora Hatice Kamer ji Amedê heye.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 13î Hezîrana 2024
13/06/2024 Duración: 14minRaporek nîşan dide ku li Australya her hefte her mirovek zêdetirî 9 demjimêran zêde kar dike… Wezîr Ed Husic pêşwaziya azadkirina dîlên Îsraîlî dike, lê di xema mirina sivîlan de ye... Hukûmeta federal ji bo Kûpa Asyayê ya Jinan ya 2026 sozê 15 mîlyon dolar dide. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.