Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 132:47:49
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 18î Îlona 2025

    18/09/2025 Duración: 09min

    Di vê bûletene de: Hukûmetê armanca xwe ya sifir omîsyon ya avhewayê ji bo sala 2025an datîne holê... Hejmareke ji Filistîniyên li bajarê Xezzeyê heldibjêrin ku li şûna xwe bimînin û dernekevin... Australîyê ciwan Gout Gout di Palewaniya Werzîşa Cîhanî – World athletics de di bazvanê de bi serdikeve. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • 'Daneyan qasî dikarî kêm bike': rêbernama qedexekirina medyaya civakî hat weşandin

    18/09/2025 Duración: 05min

    Komîsera eSafety ya Australya rêbernameya rêziknameyî ji bo platformên medyaya civakî weşand, ku qedexeya medyaya civakî ya hukûmetê ji bo kesên di bin 16 salî de dixe meriyetê. Her çende ku qedexe heta 10ê Kanûnê nakeve meriyetê jî, komîsera eSafety dibêje ew dixwazin bi qasî pêkan be kêmtirîn destwerdan têde hebe. Di bin rêberiyê de, platformên medyaya civakî dê hewce nekin ku temenê her bikarhênerê li ser platformên wan piştrast bikin.

  • Parêzerê hevşaredarê Amedê li ser doza wî û rewşa girtîgehê diaxave

    18/09/2025 Duración: 13min

    Raporta vê hefteyê, hevpeyvîneke digel parêzer Mehmet Emîn Aktar, parêzerê hevaşeradarê Amedê, Adnan Selçuk Mizraklî ye. Mizrakli şeş sal in li girtîgeha Edirne girtî ye, ew digel Selahattîn Demirtaş dimîne.

  • #95 Under the stars (Med) - #95 Di bin stêrkan de

    18/09/2025 Duración: 11min

    Learn how to talk about the night sky and stargazing. - Fêr bibe çawa li ser ezmanê şevê û temaşekirina li stêrkan biaxavî

  • How do you legally change your name in Australia? - Australya Binase: Çawa bi awayekî yasayî navê xwe biguherî?

    18/09/2025 Duración: 10min

    Choosing to legally change your name is a significant life decision that reflects your personal circumstances. Each year, tens of thousands of Australians lodge an application through the Registry of Births, Deaths & Marriages. If you’re considering a change of name, this episode takes you through the process. - Hilbijartina guhertina navê xwe bi awayekî yasayî biryareke girîng a jiyanê ye ku rewşa we ya kesane nîşan dide. Her sal bi deh hezaran Australî bi rêya Qeyda Jidayibûn, Mirin û Zewacan - Registry of Births, Deaths & Marriages navê xwe diguhêrin. Heke hûn li ser guhertina nav an paşnavê xwe difikirin, ev beşê Australya Binase we di proseyê re derbas dike.

  • Tenduristiya Silêmaniyê di krîzeke mezin a kêmbûna dermanan de ye

    17/09/2025 Duración: 08min

    Demeke dirêj e ku arîşa nebûna derman û hewcedariyên nûjdarî li nexweşxaneyên sînorê parêzgeha Silêmanîyê çêbûye. Nebûna dermanan metirsîyeke mezin li ser jiyana bêtir ji 40 hezar nexweşên dom dirêj li sînorê parêzgeha Silêmanîyê çêkirye. Wezîrê Tenduristiya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Tenduristiya Silêmanî bizavên mezin dikin ji bo çareserkirna nebûna dermanan.

  • Nûçeyên roja Sêşemê 16/09/2025

    16/09/2025 Duración: 04min

    Di vê bûletene de: Piştî raporeke teqîner a li ser avhewayê, di nav Partiya Lîberal de alozî zêde dibe... Qedexeya medyaya civakî ji bo kesên di bin 16 salî de li Australya... FBI dibêje ew bawer dike ku zilamê bi kuştina Charlie Kirk tê tawanbarkirin, berê ji kesekî re gotiye. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    16/09/2025 Duración: 54min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 11/09/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîna bi hunermend Fatê re û raport tê de hene.

  • Stranbêj Fatê surprîzekê ji me re dibêje, gelo ew çîye?

    15/09/2025 Duración: 12min

    Stranbêj Fatê li Australya ye û beşdarî dezgeha SBS beşê Kurdî bû. Ew di konsertên xwe de dengê xwe yê bi hêz û xweş pêşkêş dike. Hunera xwe di pêşkeftina muzîkê de nîşan dide û hezkiriyên xwe yên li Australya dilxweş dike. Hunermend Fatê li ser çawa dest bi stranbêjiyê kir ji SBS Kurdî re vedibêje. Wê herweha surprîzeke xwe jî ji me re got!

  • Nûçeyên roja Înî 12 09 2025

    12/09/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Raporteke nû ronkirinekê li ser tiştê ku ew wekî îslamofobiya domdar û paşguhkirî li Australyayê bi nav dike... Hukûmeta federal dirêjkirina projeyeke mezin a gazê ya Woodside li Rojava Australya pejirand... Û di werzîşê de, hêviyên Australya ji bo Davis Cup di dawiya vê hefteyê de, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Salek derbas bû û hîn kujerê Narîn Guran nehatiye zanîn

    12/09/2025 Duración: 09min

    Li Amedê, li gondê Çolî, di 19ê Tebaxê de zarokeke 9 salî wunda bû, navê wê Narin Guran bû. Meytê wê piştî 18 rojan di newalek de hate dîtin. Dayika wê Yuksel, birayê wê Enes (19), Apê Salim Guran, bi sûcê kuştina Narînê bi hetahetayê hatin cezakirin.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 11î Îlona 2025

    11/09/2025 Duración: 11min

    Di vê bûletene de: Zarokeke 11 salî piştî ku otomobîlek li bendavekê qelibî mir ... Komarparêz û Demokratên li DYA kuştina Charlie Kirk şermezar dikin Û di werzîşê de, Lleyton Hewitt dê kaptanê tîmê Davis Cup yê Australya be tevî sûcdariya nebaş ya erkê. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • How to respond when encountering wildlife on your property - Australya Binase: Dema li mal rastî heywanên kovî tên, divê hûn çi bikin

    10/09/2025 Duración: 11min

    Australia is home to an array of diverse and beautiful wildlife, and knowing how to respond when you encounter wildlife in your home or on your property will help protect our precious wildlife species whilst keeping you, your family and your pets safe. - Australya mala cûrbecûr ajelên kovî û bedew e, û zanîna ka mirov çawa bertekê nîşan bide dema ku li mal an li ser milkê xwe rastî ajelên kovî bibî, ji bo parastina cureyên ajelên kovî yên hêja, û her weha ji bo ku hûn, malbata we û heywanên we ewle bimînin.

  • Nûçeyên roja Sêşemê 9î Îlona 2025

    09/09/2025 Duración: 04min

    Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene: Serokwezîr ji bo nîqaşkirina bazirganî û ewlehiya herêmî diçe Vanuatuyê ... Keçeke ciwan piştî ku ji aliyê segekî ve hat êrîşkirin mir, Û di futbolê de, tê payîn ku Ange Postecoglou vegere Lîga Premier a Îngilîzî. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    09/09/2025 Duración: 56min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 05/09/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, ev bernameke yeke taybet li ser 40 saliya SBS Kurdî ye.

  • Nûçeyên roja Înî 05 09 2025

    05/09/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Rêberê Neonaziyan Thomas Sewell li dadgeheke Melbourne ji bo kefaletê hat red kirin... Australya û Japon li hev kirin ku hevkariya di warê parastinê de zêde bikin... Û di werzîşê de, Aryna Sabalenka ya Belarûsî ê di fînala U-S Open de bi Amanda Anisimova re bilîze. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Şanoya bajarê Amedê car din perdeya lîstikvaniyê vedike

    05/09/2025 Duración: 10min

    Şanoya bajarê Amedê perdeya xwe bi lîstikeke jinan vekir. Navê lîstikê JİN e û ji derhêner heta listikvanan jinin. Derhêneriya şanoyê Mizgîn Bîlmen e, koreografiya wê Bêrîvan Savgat û dramaturgiya wê jî Berfîn Emektar e. Herweha di raportê de behs li ser meşa 1ê îlonê Roja Aşitiya Cîhanê dibe ku bi hezaran welatî, ji bo dexwaza aşitiyê meşeke girseyî lidarket. Raporta Hatice Kamer.

  • The cervical screening test that could save your life - Australya Binase: Têsta pişkinîna malzarokê ku dikare jiyana we rizagar bike

    05/09/2025 Duración: 10min

    Cervical cancer is preventable, but only if you catch it early. Cultural and personal barriers have often meant that women avoid cervical cancer testing. But now with the help of a world-leading test, Australia is aiming to eliminate cervical cancer by 2035. The test is a safe and culturally sensitive option for women from all backgrounds. Best of all it could save your life—or that of someone close to you. - Penceşêr yan seretana malzarokî - cervical cancer dikare were pêşîlêgirtin, heke hûn zû li xwe bipirsin. Astengiyên çandî û kesane gelek caran bûne sedema ku jin têsta penceşêra malzarokî dereng bixin. Lê niha bi alîkariya ceribandineke pêşeng a cîhanê, Australya armanc dike ku heta sala 2035an seretana malzarokî ji holê rake.

  • Meyade û Roza li studyoyê li ser çi diaxifin

    04/09/2025 Duración: 11min

    Ez bi hevkara xwe ya berê Roza re rûniştim û em li ser 40 saliya damezrandina SBS Kurdî axifîn. Wê hestê xwe derbarê bernameyê bi me re parevekir. Herweha di nav vî beşî de peyamên nûçegîhanên me Hatice Kamer û Ehmed Xefûr jî hene.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 4î Îlona 2025

    04/09/2025 Duración: 12min

    Di vê bûletene de: Hukûmet tezmînata zêdetir ji bo qurbaniyên Robodebt radigihîne... Di qezaya tirêna ser çiyayî li Portogalê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan... Û di werzîşê de, Australya tîmê xwe yê şampiyoniya athletics ya cîhanê li Tokyoyê eşkere dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

página 6 de 37