Sinopsis
Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Episodios
-
Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike
02/09/2025 Duración: 58minGuhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 28/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
-
Kurdish spokesperson to addresses key issues at Australian Parliament House in Canberra - Berdevkê Kurd dê li Parlemana Australya li Canberra li ser mijarên sereke biaxife
29/08/2025 Duración: 14minMr Khalid Azizi, the spokesperon of the Kurdistan Democratic Party of Iran (KDPI), is presently in Australia. The conversation centered around the third anniversary of Jina Amini's death, which occurred due to a crackdown by the morality police in Tehran for not adhering to the proper hijab, as well as the situation of the Kurds in Iran. During the conversation Australia’s decision of expelling the Iranian Ambassador in Australia came up too, Mr Azizi remarked that Iran is ‘capable of anything’. - Gotûbêja bi berêz Xalid Ezîzî peyvdarê HDKI derbarê sedema hatina wî bo Australiya ye. Em li ser salvegera 3yemîn (16/9) a mirina Jina Emînî û rewşa Kurdên rojhelat (Îran) axifn. Her weha di hevpeyvînê de behs li ser dersînorkirina Balyozê Îranê ji Australya jî bû.
-
Serokê Baroya Amedê derbarê yasayê û binpêkirina mafan xemên xwe parvedike
29/08/2025 Duración: 10minBi hezaran jin li ser medyaya civakî gelek navdarên di warên huner, sînema, û wêjeyê de eşkere dikin û îdia dikin ku wan destdirêjî li wan kirine. Parêzer Asli Pasînlî li Amedê, taybet li ser tevgera femînst û mafê jinan, xebatê dike. Beşê duyem ji raportê Hatice Kamer bi Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diaxafe. Ew roja Çarşemê digel serokên baroyên bajaran li parlemena Tirkîye, bi komîsyona pêvajoya çareseriyê re rûniştin û derbarê rewşa sîstema hiqûqê, binpêkirina mafan hizrên xwe parevekirin.
-
Penny Wong: "Em ji bo berjewendiya Australya kar dikin"
28/08/2025 Duración: 05minKoalîsyon ji hukûmetê dixwaze ku qanûnên xwe yên ji bo navnîşkirina Pasdarên Şoreşa Îranê wekî komeke terorîst bilezîne. Ev yek piştî wê yekê tê ku civata ewlehî û îstîxbarata Australyayê îdia kir ku Pasdaran êrîşên li ser civaka Cihûyan bi rê ve biriye. Balyozxaneya Îranê li Canberra vala dibe - piştî ku hukûmeta Australya tohmetên teqîner li dijî Îranê kirin û got ku Pasdarên Şoreşa Îranê fermana du êrîşan li ser civaka Cihûyan daye.
-
Kurdish woman's impressive career path - Çawa jineke Kurd karîyereke serkeftî ava Kir
28/08/2025 Duración: 12minDr Kavi (Mufti) Haji arrived in Australia with her toddler son and husband in 1995 due to the difficult situation in Iraq during the Gulf War. She and her husband had both studied medicine and worked in rural areas in Iraq. When they arrived in Melbourne they had to study and pass exams in order to continue in their fields. Dr Haji has achieved a lot since arriving here despite the obstacles she faced. Dr Haji is now a staff consultant intensivist, and supervisor of training at Peninsula Health, Mornington Peninsula Victoria, Australia. She is an academic physician and an adjunct senior lecturer at Monash University, Faculty of Medicine, Nursing and Health Sciences. She has special interest in echocardiography and ultrasound. She has a PhD on the role of examination-assisted ultrasound in the Intensive Care Unit. Her other interest is teaching. She is a faculty in various courses in critical care, including mechanical ventilation and critical care ultrasound and echocardiography locally and internationally. -
-
Will the First Home Buyer Guarantee scheme actually help the housing crisis? - Ma bernameya Garantiya Kirîna Xaniyê Yekem dê ji bo krîza xanîyan çareserî be?
27/08/2025 Duración: 08minThe government's First Home Buyer Guarantee scheme will allow thousands more renters, who are struggling to save for the usual 20 per cent home deposit, the chance to enter the property market. But experts say the scheme, brought forward by three months to October, may not be as helpful as it initially sounds. They say it leaves those using the scheme financially vulnerable, and shuts out low-income earners. And for the next generation of first home buyers, it could make their journey to property ownership even harder. - Bernameya hukumetê ya Garantiya Kirîna Xaniyê Yekem - First Home Buyer Guarantee scheme dê rê bide bi hezaran kirêvanan ku ji bo dîposîta ji 20% berxwedidin, şansê ketina bazara milk bidin wan.
-
Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike
26/08/2025 Duración: 54minGuhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 21/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 22î Tebaxa 2025
22/08/2025 Duración: 04minDi bûletena nûçeyên îro de: Îro dê reformên mezin ên parastina zarokan werin nîqaşkirin... Australya tevlî hevalbendên navneteweyî dibe û Îsraîlê ji ber plana wê ya avakirina wargehên neqanûnî li Kenara Rojava rexne dike... Rewşa hewayê li New South Wales baş dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê, 21î Tebaxa 2025
21/08/2025 Duración: 12minDi vê bûletene de: Bang ji wîlayeta Victoria tê kirin ku Australya bi reforma ewlehiya zarokan re pêşengiya wê bi sererastkirineke neteweyî bişopîne... Tê texmînkirin ku barana zêde li seranserê NSW û başûr-rojhilatê QLD berdewam bike, ku di heman demê de lêgerîna du kesên windayî berdewam dike... Û di Rugby League de, Canberra Raiders dibêje lîska wan ya sibe bi Penrith re dê nîşan bide ka ew ji bo fînalê amadene yan na. Ew nûçeyana û nûçeyên din ê di bûlentenê de hebin
-
Diyarbekir: Dîyake aştîxwaz zanyariyan li ser civina bi Komisyona Aşitiye re parvedike
21/08/2025 Duración: 08minKomîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, roja Çarşemê li Parlemana Tirkiyê guhdare Dayikên Aşitiyê kir. Berdevka Meclîsa Komeleya Dayikên Aşitiyê Havva Kiran, tev du hevalên xwe beşdar bû û li ser navê dayikan, hêvî û bendewarî û rexneyên xwe ji endamên komîsyonê re anî ziman. Wê jibo SBSê behsa naveroka civînê kir. Hêjayî gotinê ye, ku komîsyon roja Sêşemê, bi malbatên leşker û polîsên ku di şerê nav dewlet û PKKê de hatin kuştin civiya bû.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 13î Tebaxa 2025
20/08/2025 Duración: 06minDi bûletena nûçeyên îro de: Hevkarên Anthony Albanese piştî ku Benjamin Netanyahu bi devkî êrîşî wî kir, parastina wî dikin... Hişyariyek ji bo lehiyê ji beravên New South Wales heta taxên hundirîn hatiye dayîn, Û di Rugby Union, Wallabies di maça dubare ya dawiya vê hefteyê li Cape Town ji lîstika Başûrî Afrîka bêtir hêvî dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Hewlêr: Serkirdeyekî navdar ê opozisyonê li Silêmanî hat girtin
20/08/2025 Duración: 07minLi Hewlêrê çalakvanê sîyasî Şêrwan Şêrwanî bi tawana hereşekirin li afserekî hêze emnîyetê 4 sal û 5 meh zîndan dadgehê hukum da wî. Piroseya dadgehkirinê bi amadebûna jimareyek ji parlemanteran û nûnerên rêxistinên mafê mirovan û çalakvanan berêve çû. Li alîyekî din, li Silêmanî Şaswar Abdulwahîd serokê Cûlaneweyî Neweyî Nwê ku partiyekî opozisyone û xwedan çendîn kursî li perlemana Herêma Kurdistanê û Îaqê ye bi tawanên ku çendín gilî li ser hene hat girtin.
-
Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 19î Tebaxa 2025
19/08/2025 Duración: 05minDi bûletena nûçeyên îro de: Amadekarî ji bo danûstandinên di navbera serokên Ukreynê û Rûsyayê di rê de ne... Piştî hefteyan ji bendewariyê, Serokwezîr Anthony Albanese li Canberra reformên aborî yên hukûmetê dan destpêkirin... Û di werzîşê de, Wallabies dibêje ew ji bo Kûpa Cîhanê ya ku ê du sale din ew mazûvaniyê bikin, bi awayekî baş ava xwe amade dikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî bike
19/08/2025 Duración: 01h01minGuhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 14/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 15î Tebaxa 2025
15/08/2025 Duración: 05minDi bûletena nûçeyan de: Anthony Albanese ji bo kontrolkirina "karê bi zarokan" yê neteweyî ku demeke dirêj e tê xwestin, zextê dike... Balyozê DYA li Îsraîlê rexne li plana Australyay ya naskirina dewleta Filistînî digire... Û di yekîtiya rugby de, James O'Connor piştî birîndarbûna Ben Donaldson dê serokatiya Wallabies bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Bandorên medyaya civakî li ser mêjiyê we
15/08/2025 Duración: 04minLêkolîneke nû pêşniyar dike ku bikaranîna medyaya civakî dikare bibe sedema kêmbûna asta çalakiya mêjî ya girîng di nav çend deqeyan de. Di lêkolînê de hat dîtin ku di gerandina (scrolling) mediyaya civakî de kêmbûneke mezin di warê zanîn, hest û balkişandinê de heye. Lê pispor hişyar dikin ku li ser bandora dema li ber ekranê lêkolînên bêtir hewce ne.
-
Diyarbakir: Komeleya Zimanê Kurdî li Îzmîrê piştî 14 rojan derî girtî car din vedibe
14/08/2025 Duración: 09minNûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê hevpeyvînek bi hevserokê Komeleya Avesta, Remezan Kaygusuz re pêk aniye. Di 1ê meha Tebaxê de, şaredariya Konakê ya bajarê İzmirê, deriyê komeleya Avestayê mohr kir. Lê piştî bertek û nerazibûnên zêde, şaredariyê piştî 14 rojan deriyê komeleya Kurdî vekir. Şaredarî ji bo hiceta morkirina komeleyê got 'ruxsata wê ji bo perwerdehiyê nîne'. Hevserokê komeleyê Ramazan Kaygusuz, li dijî morkirina deriye komelê gotibû ''Yê ku hate morkirin ne deriye komeleyê ye, zimanê Kurdî ye.''
-
Nûçeyên roja Pêncşemê, 14î Tebaxa 2025
14/08/2025 Duración: 12minDi vê bûletene de: Anthony Albanese raporên ku Hamas pêşwaziya biryara wî ya naskirina dewleta Filistînê dike şermezar dike... Îdiayên tawanên cinsî di sektora lênerîna zarokan de hema hema ji sedî 50 zêde bûne... Û di cricket de, Hişyarî heye ku hin netewe dê îflas bikin eger ew di lîstina Test Cricket berdewam bin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 13î Tebaxa 2025
13/08/2025 Duración: 04minDi bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr Anthony Albanese biryara naskirina dewleta Filistînê diparêze... Şahidekî bûyera ku tê îdiakirin ku çekê polîs di dema girtinê de li Balafirgeha Sydney teqiyaye vedibêje, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Bi milyonan niştecih li Herêma Kurdistanê sûdê ji hatina elektrîkê digirn
13/08/2025 Duración: 11minWezareta Elektrîkê ragihand ku niha zêdetir ji 2.7 milyon kesên li Herêma Kurdistanê 24 saetan elektrîk hene. Herweha, di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê nûçeyeke din heye ku 2 kesên ji Bexdayê hatibûn Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê li benzîn xaneyekê hatibûn kuştin.