Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 22î Tebaxa 2025

    22/08/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Îro dê reformên mezin ên parastina zarokan werin nîqaşkirin... Australya tevlî hevalbendên navneteweyî dibe û Îsraîlê ji ber plana wê ya avakirina wargehên neqanûnî li Kenara Rojava rexne dike... Rewşa hewayê li New South Wales baş dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 21î Tebaxa 2025

    21/08/2025 Duración: 12min

    Di vê bûletene de: Bang ji wîlayeta Victoria tê kirin ku Australya bi reforma ewlehiya zarokan re pêşengiya wê bi sererastkirineke neteweyî bişopîne... Tê texmînkirin ku barana zêde li seranserê NSW û başûr-rojhilatê QLD berdewam bike, ku di heman demê de lêgerîna du kesên windayî berdewam dike... Û di Rugby League de, Canberra Raiders dibêje lîska wan ya sibe bi Penrith re dê nîşan bide ka ew ji bo fînalê amadene yan na. Ew nûçeyana û nûçeyên din ê di bûlentenê de hebin

  • Diyarbekir: Dîyake aştîxwaz zanyariyan li ser civina bi Komisyona Aşitiye re parvedike

    21/08/2025 Duración: 08min

    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, roja Çarşemê li Parlemana Tirkiyê guhdare Dayikên Aşitiyê kir. Berdevka Meclîsa Komeleya Dayikên Aşitiyê Havva Kiran, tev du hevalên xwe beşdar bû û li ser navê dayikan, hêvî û bendewarî û rexneyên xwe ji endamên komîsyonê re anî ziman. Wê jibo SBSê behsa naveroka civînê kir. Hêjayî gotinê ye, ku komîsyon roja Sêşemê, bi malbatên leşker û polîsên ku di şerê nav dewlet û PKKê de hatin kuştin civiya bû.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 13î Tebaxa 2025

    20/08/2025 Duración: 06min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Hevkarên Anthony Albanese piştî ku Benjamin Netanyahu bi devkî êrîşî wî kir, parastina wî dikin... Hişyariyek ji bo lehiyê ji beravên New South Wales heta taxên hundirîn hatiye dayîn, Û di Rugby Union, Wallabies di maça dubare ya dawiya vê hefteyê li Cape Town ji lîstika Başûrî Afrîka bêtir hêvî dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Hewlêr: Serkirdeyekî navdar ê opozisyonê li Silêmanî hat girtin

    20/08/2025 Duración: 07min

    Li Hewlêrê çalakvanê sîyasî Şêrwan Şêrwanî bi tawana hereşekirin li afserekî hêze emnîyetê 4 sal û 5 meh zîndan dadgehê hukum da wî. Piroseya dadgehkirinê bi amadebûna jimareyek ji parlemanteran û nûnerên rêxistinên mafê mirovan û çalakvanan berêve çû. Li alîyekî din, li Silêmanî Şaswar Abdulwahîd serokê Cûlaneweyî Neweyî Nwê ku partiyekî opozisyone û xwedan çendîn kursî li perlemana Herêma Kurdistanê û Îaqê ye bi tawanên ku çendín gilî li ser hene hat girtin.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 19î Tebaxa 2025

    19/08/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Amadekarî ji bo danûstandinên di navbera serokên Ukreynê û Rûsyayê di rê de ne... Piştî hefteyan ji bendewariyê, Serokwezîr Anthony Albanese li Canberra reformên aborî yên hukûmetê dan destpêkirin... Û di werzîşê de, Wallabies dibêje ew ji bo Kûpa Cîhanê ya ku ê du sale din ew mazûvaniyê bikin, bi awayekî baş ava xwe amade dikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî bike

    19/08/2025 Duración: 01h01min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 14/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 15î Tebaxa 2025

    15/08/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyan de: Anthony Albanese ji bo kontrolkirina "karê bi zarokan" yê neteweyî ku demeke dirêj e tê xwestin, zextê dike... Balyozê DYA li Îsraîlê rexne li plana Australyay ya naskirina dewleta Filistînî digire... Û di yekîtiya rugby de, James O'Connor piştî birîndarbûna Ben Donaldson dê serokatiya Wallabies bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Bandorên medyaya civakî li ser mêjiyê we

    15/08/2025 Duración: 04min

    Lêkolîneke nû pêşniyar dike ku bikaranîna medyaya civakî dikare bibe sedema kêmbûna asta çalakiya mêjî ya girîng di nav çend deqeyan de. Di lêkolînê de hat dîtin ku di gerandina (scrolling) mediyaya civakî de kêmbûneke mezin di warê zanîn, hest û balkişandinê de heye. Lê pispor hişyar dikin ku li ser bandora dema li ber ekranê lêkolînên bêtir hewce ne.

  • Diyarbakir: Komeleya Zimanê Kurdî li Îzmîrê piştî 14 rojan derî girtî car din vedibe

    14/08/2025 Duración: 09min

    Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê hevpeyvînek bi hevserokê Komeleya Avesta, Remezan Kaygusuz re pêk aniye. Di 1ê meha Tebaxê de, şaredariya Konakê ya bajarê İzmirê, deriyê komeleya Avestayê mohr kir. Lê piştî bertek û nerazibûnên zêde, şaredariyê piştî 14 rojan deriyê komeleya Kurdî vekir. Şaredarî ji bo hiceta morkirina komeleyê got 'ruxsata wê ji bo perwerdehiyê nîne'. Hevserokê komeleyê Ramazan Kaygusuz, li dijî morkirina deriye komelê gotibû ''Yê ku hate morkirin ne deriye komeleyê ye, zimanê Kurdî ye.''

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 14î Tebaxa 2025

    14/08/2025 Duración: 12min

    Di vê bûletene de: Anthony Albanese raporên ku Hamas pêşwaziya biryara wî ya naskirina dewleta Filistînê dike şermezar dike... Îdiayên tawanên cinsî di sektora lênerîna zarokan de hema hema ji sedî 50 zêde bûne... Û di cricket de, Hişyarî heye ku hin netewe dê îflas bikin eger ew di lîstina Test Cricket berdewam bin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 13î Tebaxa 2025

    13/08/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr Anthony Albanese biryara naskirina dewleta Filistînê diparêze... Şahidekî bûyera ku tê îdiakirin ku çekê polîs di dema girtinê de li Balafirgeha Sydney teqiyaye vedibêje, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Bi milyonan niştecih li Herêma Kurdistanê sûdê ji hatina elektrîkê digirn

    13/08/2025 Duración: 11min

    Wezareta Elektrîkê ragihand ku niha zêdetir ji 2.7 milyon kesên li Herêma Kurdistanê 24 saetan elektrîk hene. Herweha, di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê nûçeyeke din heye ku 2 kesên ji Bexdayê hatibûn Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê li benzîn xaneyekê hatibûn kuştin.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 12î Tebaxa 2025

    12/08/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Banka Navendî rêjeyên faîzê dadixe ji sedî 3.6 ... Tîmê kuştinê yê Victoria li ser mirina du kesan li maleke li Melbourne lêkolînê dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike

    12/08/2025 Duración: 56min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 08/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 8î Tebaxa 2025

    08/08/2025 Duración: 03min

    Di bûletena nûçeyan de: Parlmenterê New South Wales Gareth Ward berî ku Parleman deng bide ji bo derxistina wî, wî dest ji karê xwe berda... Hikûmeta Federal bi mîlyonan dolar ji bo parastina li dijî cureyeke kujer ya grîpa teyrann terxan dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Komisyona nû ya pêvajoya aştiyê li parlemana Tirkiyê civînek li dar xist

    07/08/2025 Duración: 09min

    Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ya nû li Parlamena Tirkiyê roja Duşemê 5ê Tebaxê civîna xwe ya yekem li dar xist, ku ev gaveke girînge ber bi çêkirina çarçoveyeke yasayî ji bo çareseriyeke siyasî ya demdirêj ji bo pirsgirêka Kurd û vejandina pêvajoya aştiyê ya berfirehtir li seranserê Tirkiyeyê, da em zêdetir li ser pêvajoyê bizanibin em bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 7î Tebaxa 2025

    07/08/2025 Duración: 10min

    Di vê bûletene de: Dîplomatên Australî dibêjin nenaskirina dewleta Filistînî dê ji bo Îsraîlê xelat be... Weqfa Penceşêra Memikê ya Neteweyî 25 milyon dolar ji bo lêkolînê dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Girîngiya firçekirina diranên xwe

    07/08/2025 Duración: 08min

    Dr Omid Allan nêzîkî 30 salî ezmûna xwe di warê diranan de ye. Ew ji bo pêşvexistina tenduristiya devkî ya nexweşên ji her temenî kar dike. Ji sala 2000an vir ve, ew di warê çandina diranan de pispor e. Di axaftineke bi Dr Allan re ew têgihiştinên xwe yên li ser lênêrîna diranan hem ji bo mezinan û hem jî ji bo zarokan parve dike. Nêzîkatiya wî ne tenê dermankirine lê di heman demê de li ser perwerdehiyê jî tekez dike - hêzê dide nexweşan ku berpirsiyariya başiya diranên xwe bigirin ser xwe.

  • Kesatiyekî ayînî Êzîdî li Almaniya tê êrîşkirin

    07/08/2025 Duración: 08min

    Li Almanya xurtekî êrişe Mîr Hazim Tehsîn Beg mîrê Êzidiyan kiriye ku vê yekê gelek diltengî ji bo civaka Êzîdî çêkir. Herweha di naveroka raportê de behsa rêjeya xenqandina xelkê bi melevanîyan dibe ku ev bûyerana gelekî zêdebûne. Em derbarê van herdu mijarên li jor bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.

página 8 de 37