Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editor: Podcast
  • Duración: 135:45:46
  • Mas informaciones

Informações:

Sinopsis

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episodios

  • "A ku ji me re hatiye îspatkirin Sûriye nikare vegere sîstema berê"

    06/08/2025 Duración: 12min

    Guhertineke siyasî ya girîng li Sûriyê çêdibe, ji ber ku hukûmeta demkî ya Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên bi pêşengiya Kurdan ber bi gaveke nûh ve diçin. Di 10ê Adara 2025an de, serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî peymanek dîrokî îmze kirin da ku HSDê tevlî dezgeha dewleta Sûriyeyê bikin. Em derbarê wê babetê û babetên din bi Hev-Serokê Partiya Yeketiya Demokratîk berêz Salih Mislim re diaxafin.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 6î Tebaxa 2025

    06/08/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Bi hezaran mamosteyên Queensland ji ber mûçe û şert û mercan derdikevin girêvê... Australya û Fransa dê meha bê li Neteweyên Yekbûyî li ser dewleta Filistînê danûstendinê bikin. Û di futbolê de, mirina efsaneyekî Portogalî. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 5î Tebaxa 2025

    05/08/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Desteya bilind a perwerdehiya navneteweyî pêşwaziya zêdebûna sînorê xwendekarên navneteweyî ji hêla hukûmetê ve dike... Wezîra Karên Derve Penny Wong bersiva tawanbarkirina welatiyekî Çînî bi destwerdana biyanî dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike

    05/08/2025 Duración: 59min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 01/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja 1î Tebaxa 2025

    01/08/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyan de: Australya ji bacên nû yên Donald Trump e zêde rizgar bû... Diyaloga Uluru daxuyaniyeke tund da... Û di avjeniyê de, Australya li Singaporê medalyaya zêrîn a relay qezenc dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Agirên daristanan li Tirkiyê 10 agirkujan dikuje, bi hezaran bê mal dihêle

    01/08/2025 Duración: 10min

    Di agirên daristanan yên li çend herêmên Tirkiyeyê de hejmareke ji kesan jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku germahiya zêde û bayên bihêz agirên wêranker li rojhilatê Deryaya Spî gur dikin. Em derbarê vê mijarê bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.

  • What is Garma? And why is it important? - Garma çi ye? Û çima girîng e?

    01/08/2025 Duración: 06min

    The very first Garma Festival was held just before the turn of the millennium in 1999, led by the late Yunupingu. But the mission of its founders remains: to be a cross-cultural meeting of leaders to discuss improving standards of living for all First Nations people. SBS looks at a small slice of what Garma is today. And a warning - this package contains the voice of someone who has died. - Yekem Festîvala Garma, berî destpêka hezarsaliya sedsalê di sala 1999an de, bi serokatiya Yunupingu rehmetî hate lidarxistin. Lê belê peywira damezrînerên wê hîn jî berdewam dike da bibe civîneke rêberan a çandî ji bo nîqaşkirina baştirkirina standardên jiyanê ji bo hemî gelên Neteweyên Yekem. SBS li perçeyekî piçûk ji Garma ya îro dinêre. Û hişyariyek - ev gotar dengê kesekî ku miriye dihewîne.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 31î Tîrmeha 2025

    31/07/2025 Duración: 11min

    Di vê bûletene de: Piştî pêşnûmeqanûna deynê HECS di parlemanê de hat pejirandin, deynê bi mîlyonan xwendekaran tê kêmkirin... Berî hevdîtinên DYA di demjimêrên li pêş de, Îsraîl di bin zexteke zêde de ye li ser Xezzeyê... Û di avjeniyê de, Harrison Turner yekem mîdalîya şampyoniya cîhanê ya Australya di pêşbirka perperok a 200 metroyî de bi dest xist. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 30î Tîrmeha 2025

    30/07/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Australya daxuyaniyeke hevbeş îmze kir ku rêya dewletbûna Filistînê dide... Wezîra Ragihandinê biryara hukûmetê ya tevlîkirina YouTube di qedexeya medyaya civakî de diparêze, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Hukûmeta Herêma Kurdistanê: Em li ser êrîşên dronan bêdeng namînin

    30/07/2025 Duración: 09min

    Iraqê yekemîn partiya siyasî ya jinan bi navê Partiya el-Mewadde damezrand, di destpêşxeriyeke ku armanc dike hewildanên jinên ji civak û mezhebên cûda bike yek û rola wan di jiyana siyasî de zêde bike. Her weha roporta ji Hewlêrê behs li ser zêdebûna êrîşên bi dronan ên li ser avahiyên pêtrolê li Herêma Kurdistanê dibe ku bûye çavkaniyeke xeman ji bo rayedarên herêmî. Bi gelemperî tê bawerkirin ku komeke ji milîsan li paş van erîşanin.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 29î Tîrmeha 2025

    29/07/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Senatorê serbixwe yê ACT sîstema hinartina xazê wek xapînok bi nav dike... Organîzatorên xwepêşandana Xezzeyê soz didin ku li dijî qedexeya Sydney Harbour şer bikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike

    29/07/2025 Duración: 53min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24/07/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

  • Kurte Nûçeyên roja Înî 25î Tîrmeha 2025

    25/07/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyan de: Fransa dê Dewleta Filistînê bi fermî nas bike... Xeznedar Jim Chalmers, ji bo çareserkirina kêmbûna hilberîna demdirêj bang li însiyatîfeke neteweyî dike... Û di bisiklêtvaniyê de, Ben O'Connor qonaxa çiyayî ya Tour de France bi serkeftineke hestyarî qezenc kir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Dadgeha Federal a Iraqê îtîrazên li dijî parêzgehkirina Helebce red kir

    25/07/2025 Duración: 09min

    Komeke ji parlamenterên Iraqî doz li Dadgeha Federal vekirin û xwestin ku statuya Helebçeyê wekî parêzgeha 19emîn betal bikin, lê, dadgeha federal doz red. Li alîkî din, çend endamên Parlamena Herêma Kurdistanê xwestin ku xula 6emîn a HHK betal bikin. Dadgeha Federal a Iraqê doz red kir û hîşt ku xula 6emîn a HHK di meriyetê de bimîne.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 24î Tîrmeha 2025

    24/07/2025 Duración: 10min

    Di vê bûletene de: Australya qedexeya xwe ya li ser anîna goştê dewêr ji DYA radike, ji ber ku ew li ser lêborînên gumrigê danûstandinan dike... Qanûnên nû ji bo parastina rêjeyên cezayê ji bo karkerên demkî Û di A-F-L de, Qedexeya sê maçan li ser parêzvanê Melbourne Steven May tê kirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Tirkiyê hişyarî da Kurd û aliyên din e li Sûriyê ku xweseriyê nexwazin

    24/07/2025 Duración: 10min

    Hem serokkormarê Tirkiyê Recep Teyyib Erdogan û hem jî wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan hişyarî dan Kurdan û komên din ên li Sûriyê daxwaza xweseriyê nekin, û diyar kirin ku her hewldaneke ji bo parçekirina Sûriyê dê wekî gefeke rasterast li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê were dîtin û dikare bibe sedema destwerdanê.

  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 23î Tîrmeha 2025

    23/07/2025 Duración: 04min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Senatorên One Nation ji ber ku di dema Pejirandina Welat de pişta xwe zivirandin rexne dibin... Kêmkirina deynê xwendekaran dê bibe yekem pêşnûmeqanûna ku di Parlemana 48-an de pêşkêş bibe... Zarokekî şeş hefteyî di nav 15 Filistîniyên ku li Xezzeyê ji kêm xwarinê mirin de ye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Music programs hitting the right note to support youth wellbeing - Bernameyên muzîkê ji bo piştgiriya başiya ciwanan nota rast lê dide

    23/07/2025 Duración: 10min

    A systematic review has examined the role of music as a tool to support the wellbeing of children and adolescents. The outcomes include improved confidence and social connectedness, as well as increased humour and a stronger ability to deal with stress. SBS digs into the research findings and how it could help at-risk and marginalised youth in particular. - Nirxandineke sîstematîk rola muzîkê wekî amûreke ji bo piştgiriya başiya zarok û ciwanan lêkolîn kiriye. Encamên wê ev in: çêtirbûna bawerî û girêdana civakî, û herweha zêdebûna henek û şiyana xurttir a kêmbûna bi stresê re. SBS bi kûranî li lêkolînê û çawaniya alîkariya ciwanên di metirsiyê de û yên bêparastin dinêre.

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 22î Tîrmeha 2025

    22/07/2025 Duración: 05min

    Di bûletena nûçeyên îro de:Bi Xêr Hatin Welat parlemena 48emîn a Australya vedike... Partiya Keskan banga çalakiyeke bihêztir dikin di heman demê de piştgirî didin helwesta tundtir a hukûmetê li dijî Îsraîlê... Û di tenîsê de, Nick Kygrios di maça dubil ya ATP de têk çû. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike

    22/07/2025 Duración: 54min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 17/07/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

página 9 de 37